ENQERE - Serokê Giştî yê Haber-Senê Mesût Balcan, diyar kir ku di çarçoveya sînordarkirina derketina derve de divê ji bo xebatkarên PTT’ê bergiriyên pêwîst ên ewlehî û tenduristiyê bên girtin.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Sendîkaya Kedkarên Poste Ragihandin Weşan û Çapemeniyê (Haber-Sen) têkildarî bergiriyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) civîna çapemeniyê ya online li dar xist. Serokê Giştî yê Haber-Senê Mesût Balcan ê di civînê de axivî diyar kir ku Miduriyeta Giştî ya Teşkîlata Telgraf û Poste (PTT), di asta şewbê ya herî dawî de jî di cîdiyeta kar de nîne.
Balcan da zanîn ku di serê pêvajoya Kovîd-19’ê û vir ve gelek caran rewşa awarte diqewime û wiha got: “Ji serê pêvajoya şewbê û vir ve li pêş PTT’yan xelk dikeve dorê û mesafeya civakî tune ye. Me çend caran hişyar kirin ku ji xeynî dravdayîn û kirariyên zarûrî bi tu kirarî neyên kirin, lê daxwazên me guhdar nekirin. Em careke din bang li hemû rayedaran dikin bi awayekî lezgînî bergiriyan bigirin heke heta arefeya cejnê em ê bi hejmareke zêde ya pêketiyan re rûbirû bimînin.”
‘DIVÊ EWLEHÎ BÊ PÊKANÎN’
Belavkarên PTT’ê bêyî ewlehiya wan bê girtin mecbûr dikin ku derî bi derî alîkariyên civakî belav bikin û destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku belavkarên ewlekariya wan nayên girtin, pereyekî zêde zîmmetî wan bikin.
Balcan pêşniyar kir ku ji bo diravdayînên alikariya civakî bila bingehek bê amadekirin û xwest ku dravdayînê banke bikin.
Balcan herî dawî daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:
“* Divê kargehên ku kedkarên P TT’ê lê ne rojane bên dezenfekte kirin û bergiriyên parastinê bên girtin.
* Divê kedkarên PTT’ê demildest bên derzîkirin.
* Divê kedkarên PTT’ê yên ku di koma rîskê de ne gazî peywîrê neyê kirin û li gorî Biryarnameya Serokkomar kesên zarokên 10 salî û biniya wê de hene bi destûr bên qebûlkirin.
* Hemû deynên fatûrayên (ceyran, av, gaza xwezayî hwd.) welatiyan bên taloqkirin.
* Divê weke gîşeyan di belavkariyê de jî demildest derbasî xebata dorveger bibin.
* Divê bi Wezareta Dadê re bê axaftin û şandina teblîgatan ji bo demekî derbasdar bê taloqkirin.”