AMED – Dadgeha Îstinafê, biryara betalkirina Daristana Bajar a ku hikumetê weke qada rezervê ilan kiribû, erê kir.
Di sala 2013’an de Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, qada Daristana Bajar a li navçeya Peyasê ya Amedê weke qada rezerve îlan kiribû. Baroya Amedê, li dijî vê biryarê derketibû û ji bo betalkirina biryarê doz li 2’emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê vekiribû.
2’emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê, Baroya Amedê mafdar dîtibû û biryara Wezaretê li dijî hiqûqê dîtibû û betal kiribû. Piştî vê biryarê Wezaretê biryarê biribû îstinafê. 2’emîn Daîreya Doza Îdarî ya Edliyeya Herêmî ya Dîlokê, îttîraza Wezaretê nirxand û biryara betalkirinê ya dadgeha herêmî di cih de dît û erê kir.
Dadgeha ku biryarê bi yekdengî girt, li dijî biryara xwe rêya temyîzê jî girt.