* Endamê TÛHAY-DER a Wanê Kenan Kara û xizma girtî Anargul Albak, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan destnîşan kirin ku divê civak li ber binpêkirinên mafan rabe.
* Rezên li herêma Zinar a navçeya Artûklûyê, niha bi talûkeya ava cihokan re rû bi rû ye.
* Faysal Basûtê 80 salî û dikandar ku li Mêrdîna kevin dimîne, anî ziman ku cîranên wî yên suryanî ji ber tahde û zoriyê ji bêgavî ji bajêr koç kirine û çûne. Basût, diyar kir ku bêriya wan rojên berê dike.
* Siyasetmedaran destnîşan kirin ku dê operasyonên TSK'ê yên li Metîna, Avaşîn û Zapê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi kêr neyên û gotin: "Çareserî, pêşvebirina diyalogeke demokratîk û hevdîtina bi muxatabên pirsgirêkê re ye."
* 3 xwendekarên jin ku gava xwestin li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin hatibûn binçavkirin, anîn ziman ku li midûriyeta polîsan li cihekî bê kamera polîsan li wan xistiye.
* Di lêpirsîna derbarê mirina esker Osman Ozçalîmlî de, derbarê 25 eskeran de biryara neşopandinê hat dayîn û derbarê eskerekî de jî îdianame hat amadekirin. Esker Ozçalîmlî bi awayekî gumanbar miribû.
* Hasan Opçîn ku piştî gundê wan tê şewitandin û bar dike tê Amedê, niha bi berhevkirina bermayiyan debara xwe dike. Opçînê ku di dema pandemiyê de zehmetiyê dikişîne, dixwaze vegere gundê xwe.
* Kazim Kizil ê ku nûçeyên vîdeoyî çêdike, giştînameya "qedexeya deng û dîmenan" a Midûriyeta Giştî ya Polîsan nirxand, destnîşan kir ku biryara navbirî ne qanûnî ye û li dijî vê divê azadiya nûçewergirtin û parvekirinê bê parastin.
* Malbata Şenyaşar wê di roja 58'emîn de çalakiya xwe ya bi daxwaza "edaletê" li malê berdewam bike.