NAVENDA NÛÇEYAN - Li Duhokê nêzî bajaroka Bamernê duh êvarê balafirek bêmirov a Tirkiyeyê ket û zarokeke ji ber ketina balafirê birîndar bû.
Li gundê Zêwa Şêv Pîremûs ê bajaroka Bamernê ya Duhokê, balafirek bêmirov a Tirkiyeyê ket. Hate ragihandin ku parçeyek ji balafirê li zarokekî 11 salî ya bi navê Lavîn Casim ketiye û bi giran birîndar bûye. Lavîn Casim ê birîndar bûyî rakirin nexweşxaneyê.
Heta niha derbarê sedem û çawa ketine balafirê tu daxuyanî nehatiye dayîn.