NAVENDA NÛÇEYAN – Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, wê li ser metirsiya dagirkirina Tirkiyeyê ya li ser başûrê Kurdistanê bi awayekî awarte bicive.
Operasyona Artêşa Tirk a li dijî herêmên Metîna Zap û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê didome. Wezîrê Parastinê yê Karên Hundir Suleyman Soylû, duh ki rojnameyeke nêzî desthilatê re axivîbû û ragihandibû ku armanca wan ji operasyonê avakirina baregeheke li herêma Metîna ye. Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, li dijî vê daxuyaniya Soylû biryar da ku bi awayekî awarte bicive.
Rôjnewsê, têkildarî mijarê nûçeyek derbas kir û ragihand ku Endamê Lijneyê Bedir Ziyadî, têkildarî mijarê ji Malpera Bexdad El Yewum re axiviye û ragihandiye ku wê Lijneya wan li dijî daxuyaniyan Soylû civînek awarte li dar bixe. Lê Ziyad derbarê dîroka lidarxistina civînê de tu agahî parve nekirine.