* Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç destnîşan kir îqtidarê bajarê Wanê veguherandiye bajarê polîsan û ew ê tevî hemû zextên îqtidarê jî li kuçe û meydanan têkoşîna xwe bidomînin û bigihînin serkeftinê.
* Mûsa Farisogûllari yê HDP’î piştî cezayê wî ji Doza KCK’ê hat erêkirin, parlamenteriya wî betal bû û hat girtin. Derbarê Farisogûllari de bi daxwaza 26 salan doz hat vekirin.
* Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr ji bo girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da got: “Heke xemsarîtî nehata kirin, belkî îro Îsa Gultekîn sax bûya.”
* Ji taxa Kaynartepe ya Rezanê ji ber projeya veguherîna bajarvaniyê ya li ser pêşniyaza Şaredariya Rezanê pêk tê wê 5 hezar kes ji cihên xwe bibin. Odeya Pilansazên Bajêr ji bo proje were revîzekirin serî li Wezareta Bajarvaniyê da.
* Li Deşa Mêrdînê dexlûdanê cotkaran ji ber hişkesaliyê ango şilî nîne hişk bûn. Cotkarên bi deynan re rûbirû manej i bo eraziyên xwe ku av didin jî bi fikar in.
* Qedexeya giştî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bandorek neyînî li ser esnafan dike. Welatiyan ji ber deyn û krediyan wesayîtên xwe derxistin ber firotanê.
* Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" ya li ber Edliya Rihayê, wê di roja 54'emîn de dewam bike.
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 638'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê wê çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda di 840’emîn de bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)
* DÎSK, KESK, TTB û TMMOB, di çarçoveya pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de, wê li Tasîmê çelenk danin û daxuyanî bibin. (12.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, wê 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, li Qada Cumhuriyetê pîroz bike. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 475'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ser hesabê xwe yê medya civakî dê li dar bixe. (13.30)