OSMANIYE - Li Osmaniyeyê 70 karkerên ku li fabrîkayeka tekstîlê dixebitin piştî xwarina fitarê jehrî bûn û ew rakirin nexweşxaneyan.
Li fabrîkayek tekstîlê ya li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Osmaniyeyê 70 karkerên dixebitin, piştî xwarina fitarê li ser gazina ku mîdeya wan li hev ket û hişê wan çû, ji tîmên tenduristiyê re ragihadin. Ambûlans çûn ber fabrîkayê û karkeran rakirin nexweşxaneyên li bajêr.