Ozsoy: Bi operasyona Metîna, Avaşîn û Zapê gav bi gav dagir dikin

  • rojane
  • 12:16 30 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, destnîşan kir ku operasyonên TSK'ê tenê bi herêma Metîna, Avaşîn û Zapê ne bi sînor e û wiha got: “Konsepta ku xwe li herêmek fireh bi cih bikin heye. Armanc dikin ku destkeftiyên Kurdan ên li herêmê ji destê wan derxin. Bi operasyonên li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê dixwazin gav bi gav dagir bikin." 

Piştî Serokê DYA'yê Joe Biden û Serokomarê AKP'î Tayip Erdogan di 23'ê Nîsanê de bi telefonê axivîn û roja din DYA aşkere kir ku komkujiya Ermeniyan nas dikin, di heman şevê de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Herêma Federe a Kurdistanê dest bi operasyona eskerî kir. Piştî operasyona li Herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê dest pê kir, şer derket. Şerê di navbera TSK û Hêzên Parastina Gel (HPG) de hefteyek e didome. Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, têkildarî armanc û sedema operasyona TSK'ê nirxandin kir. Ozsoy, bal kişand ser rola DYA ya di operasyona dersînor de û wiha got: "DYA ne ji niha de piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Em tam nizanin ku çiqasî koordîne dike û çiqas piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Lê em dizanin piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Ji mêş ve piştgiriya operasyonan dide Tirkiyeyê. Niha niqaşên 'Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê tenê di asta îstîxbaratê de ango di asta pratîk de piştgiriyê dide operasyonê' bi awayekî pir ciddî tên kirin. Gumana ku Tirkiye, Herêma Federe a Kurdistanê û DYA li ser nokteyên hevpar koordine dibin pir zêde ye. Di destê me de daneyên teqez tune. Lê hemû geşedan û gavên tên avêtin vê yekê nîşan didin." 
 
'GAV BI GAV LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI CIH DIBIN' 
 
Ozsoy, bal kişand ser dema operasyonê û wiha axivî: "Kengî hêzên navdewletî destûr bidin Tirkiye dikare li dijî Herêma Federe a Kurdistanê operasyonê pêk bîne û wiha axivî: “Operasyonê wekî bi hinceta ’Ez li dijî PKK'ê şer dikim' nîşan didin. Lê gelek siyasetmedar dizanin ku armanca li Başûrê Kurdistanê ne PKK ye. Tirkiye gav bi gav li Herêma Federe a Kurdistanê bi cih dibe. Bi hêsanî ji herêmê dernakeve. Li ser hin nokteyên diyar bi Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê re payman îmze kirine. Em hûrguliyê vê yekê nizanin lê hem li Rojav û hem jî li Herêma Kurdistana Başûr armanc dike ku di nava sînor de bi cih bibe. Dixwaze dagirkeriya eskerî bi vî şiklî mayinde bike." 
 
PIRSGIRÊK BI OPERASYONAN ÇARESER NABE' 
 
Ozsoy, da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi operasyonan çareser nabe û wiha lê zêde kir: “Di serdema ez diçûm dibistana sereteyî de jî operasyonên bi vî şiklî hebûn. Niha ez 45 salî me û hêj ev operasyon didomin. Cihê çareseriya pirsgirêka Kurd Amed û Enqere ye. Ne operasyonên dersînor in. Yek ji meseleyên Rojhilata Navîn û Cîhanê yên herî girîng meseleya Kurd e. Niha li Iraq, Sûriye û Tirkiye tu îqtîdar nikarin hevsengiyekê ava bikin. Sedema vê yekê ji ber meseleya kurdan nayê çareserkirin e. Kesên di mijara siyasî de tu gotinan nabêjin; bi firandina 40 balafirên şer ên F-16'an kevir, zimar û çiyayên herêmê bombe dikin û dixwazin bi rêve bibin. Lê kêşeya Kurd bêtir mezin dibe. Dibe meseleya gerdûnî û navneteweyî. Ji rêveberiya Washingtonê destûrê bixwaze, bi rêveberiya Hewlêrê re li hev bike û Bextê jî bikin şirîkê xwe nikarin meseleyê çareser bikin. Bi vê yekê dê çawa têkiliyên xwe yên 40 milyon Kurdên li Rojhilata Navîn re pêş bixin?" 
 
'TIRKIYE DIXWAZE LI HERÊMÊ BI CIH BIBE'
 
Ozsoy, anî ziman ku Tirkiye bi van operasyonên li Bakurê Kurdistanê û Rojava armanc dike ku dagirkeriya herêmê mayinde bike û wiha lê zêde kir: "Ez aşkere dibêjim sibê Iraq perçe bibe, gumana ku Tirkiye van herêman dagir bike pir zêde ye. Ji niha de amadekariya vê yekê dike. Niha bi van operasyonên eskerî li Kurdistanê bingeha vê yekê davêje. Ne tenê li dijî PKK’ê li dijî destkeftiyên Kurdan ên li Rojhilata Navîn van operasyonan peş dixe. Dixwaze destkeftiyên Kurdan ên li herêmê ji destê wan bigirin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin. Her ku êrîş dikin û operasyonê pêk tînin pirsgirêka Kurd bêtir kûr dibe. Kurd di siyasetê de bêtir pêş dikevin." 
 
Medya zêde cih nade van operasyonên herêma Metîna, Avaşîn û Zapê. Di demên borî de, beriya ku operasyon dest pê bike serkeftina xwe îlan dikirin. Lê operasyonên niha bi ser nakevin û ji ber vê yekê çapemenî radiweste. Niha nabêjin em têkevin qadê. Dibêjin em biçin qadekê zeft bikin. Dîsa bi vê operasyonê dixwazin têkiliya di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de qut bikin. Bi vê yekê armanc dikin ku destkeftiyên Kurdan ên Rojhilata Navîn ji destê wan bigirin. Ev hamle hem li dijî Rojava, hem li dijî Başûrê Kurdistanê û hem jî li dijî PKK'ê ye." 
 
 
'KONSEPTEK FIREH E' 
 
Ozsoy, herî dawî anî ziman ku armanca DYA ewe ku Hewler û Enqereyê bike şirîkê hev û wiha got: "Erdogan-Bahçelî bi serê xwe biryara vê operasyonê negirtine. Dixwazin Sûriye, Iraq û Kurdistanê ji nûve parve bikin. Rageşiya li Şengalê jî têkildarî vê parvekirinê ye. Polîtîkayên DYA yên ku KDP û Tirkiye bîne cem hev û bikin şirîkê hev ji berê de heye. Ji ber vê yekê operasyona li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê tenê bi vê herêmê ne bi sînordar e." 
 
MA / Selman Guzelyuz
 
 
 
 

Sernavên din

01/05/2021
21:26 Nûçegihana me jî di nav de 34 kes li Enqereyê hatin berdan
19:42 373 kesên din ji koronayê mirin
17:09 Li Îzmîrê ligel qedexeyê jî, 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
16:54 HDP'î: Em şahidê tundiyê ne
16:41 Sancar karkerên kaxizên avêtinê ziyaret kir
16:40 Li Rihayê 1’ê Gulanê
16:37 Li Qelqeliyê mirina biguman a jinekê
16:19 Li Enqereyê ligel qedexeyê jî li gelek cihan meş hatin lidarxistin
16:18 Balafira bêmirov ket: Zarokek bi giranî birîndar bû
15:38 Jinên Îkîzdereyî: Em bi erdê re kaş kirin
15:32 Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê wê li dijî Tirkiyeyê bicive
15:13 Polîsan 220 kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
15:12 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan
15:04 ÎHD’ê xwest ku girtiyê nexweş Yagmakan bê berdan
14:54 Buldan 1'ê Gulanê pîroz kir: Em HDP li cem karkeran in
14:39 Gundiyên Îkîzderê hatin berdan
14:17 Dayikên Şemiyê aqûbeta Gul û Yaman pirsîn
14:15 Li Artvînê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê: 20 kes hatin binçavkirin
14:09 Şaredariya Dersimê birdariya 1’ê Gulanê ava kir
13:43 Xizmên windayan pirsa bersûcên Dundar kirin
13:35 Barîkat derbaskirin û gihiştin Taksîmê
12:40 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: 3 mirî 2 birîndar
12:39 Girtiyê nexweş ji ber emeliyata şaş seqet ma
11:37 Cenazeyê kolberê bi îşkenceyê hatibû kuştin radestî Îranê hat kirin
11:28 Rexmî qedexeyê jî bi çar milan ve meşiyan Taqsîmê
11:10 Ji girtîgehê derket, hevjîna xwe qetil kir
10:53 Polîsan li Enqereyê 4 endamên DAF’ê binçavkirin
10:51 Mizrakli: Roja kedkaran pîroz be
10:50 Ji Malbata Şenyaşar peyama 1’ê Gulanê
10:42 DBP û HDP’ê 1’ê Gulane pîroz kirin
10:41 Rêxistinên rojnamegeriyê bertek nîşanî giştînameya EGM’ê dan
10:06 Polîsan gelek kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
09:54 Li Afganistanê êrişa bombeyi: 30 kesan jiyana xwe ji dest da
09:21 Li Qoserê hewldana revandinê
09:04 Li Îkîzderê kesek hat binçavkirin
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê koma 32'yemîn dewr girt
09:03 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajêr de plana koçberkirinê
09:02 Serokê ÎHD’a Mêrsînê: Xemsariyê Îsa Gultekîn kuşt
09:01 Derbarê Farisogûllari yê HDP’î de 26 sal ceza hat xwestin
09:01 Sarisaç: Têkoşîna me wê li kuçeyan bigihîje serkeftinê
09:01 Ji ber nikarin debara xwe bikin, wesayîtên xwe derxistin firotinê
09:01 Çandinî hişk bû, cotkar di bin deynan de man
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2021'AN
30/04/2021
23:24 Li Osmaniyeyê 70 karker ji xwarinê jehrî bûn
20:33 394 kesên din ji koronayê mirin
16:32 OHD’ê têkildarî cenazeyên Kilyosê serî li AYM’ê da
16:29 Rêveberiya Xweser 92 jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Ozbekistanê kir
15:27 Di qedexeyê de zengîn li hundir, feqîr li derve ne
15:26 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
14:55 Karker: 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin
13:59 Karkerê li tersaneya Tûzlayê, ji jor ket û jiyana xwe ji dest da
13:52 HDP xwedî li karkerên li dervê hatin hiştin derket
13:47 Çelenga 1’ê Gulanê danin Qada Gundogdûyê
13:21 Zarokê 14 salî bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kiriye’ hat binçavkirin
13:14 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin berdan
12:34 'Sînordarkirina fîzîkî nikare têkoşîna me ya edaletê asteng bike'
12:30 Sergardiyan bi kuştinê gef li girtî xwar
12:16 Heso Îbrahîm: Şengal venagere berî 2014’an
12:16 Ozsoy: Bi operasyona Metîna, Avaşîn û Zapê gav bi gav dagir dikin
11:21 Cerdevan bi mînîbusan şandin operasyona Lîcê
11:15 Seyarfiroş: Em bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin
10:44 Rayedarên girtîgehê derman nadin girtiyê nexweş
10:02 ‘Heta mafê karkeran neyê dayîn aramî pêş nakeve'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 155'emîn de dewam dike
09:00 Esnafên Cizîrê: Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?
09:00 'Têkoşîna civakî dikare ji daxwazên girtiyan re bibe bersiv’
09:00 Li Deşta Pirsûsê cotkarî veguheriye ezyetê
09:00 ‘Jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, ji ber zextên civakî xwe bêdeng dikin’
09:00 5 sal in neçûye hevdîtina lawê xwe
09:00 Kelemçeya elektronîk a xerabe 11 rojan di lingê wê de ma
09:00 Sûra şaredariya AKP’î çêkir rê li ber hezîna axê vekir
09:00 Her demsal hilberînên organîk
09:00 Çakas: Polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2021'AN
08:51 Dîroka bi dawîbûna Peymana Stenbolê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
29/04/2021
23:50 Li Şirnexê tevgerek zêde ya leşkerî pêk tê
20:46 Hevserokê MED-DER'ê û 11 siyasetmedar hatin girtin
19:52 Ji Kovîd-19'ê 339 kesên din jî mirin
19:42 Qedexeya giştî ya ji bo derketina derve dest pê kir
18:29 Dîroka danişîna Doza Kobanê guherî
18:09 Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê hat veşartin
16:53 1’ê Gulanê li Kadikoyê hat pîrozkirin
16:52 Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kirin
16:34 Malbata Şîşman: Bila ji me re bêjin saxe yan miriye?
16:31 Li Lîcê operasyona eskerî
16:23 Parêzerên Demîrtaş têkildarî biryara Dadgeha Bilind daxuyanî dan
16:03 Li ODTU’yê kampus li xwendekaran hat qedexe kirin
15:40 Kesê zarokekê tacîz kir hat binçavkirin
15:39 Karkerên Kurd ên mala wan hilweşandin li derve man
15:34 Li Erxeniyê gundekî kirin qarantînayê
14:54 Li Mereşê bersûcê îstîsmarê hat binçavkirin
14:17 Jina penaber a sancoya welîdînî dikişîne li pêş îdareya koçê tê rawestandin
14:08 Rihayiyan ‘girtina giştî’ nirxandin: Armanc ne em in turîzm e
14:05 Li Wanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê asteng kirin
13:55 Dadgeha Bilind cezayê Demîrtaş erê kir
13:26 Şahidan polisê ku Efe pelçiqand derewandin: Xiza wî 70-80 kilometre bû
13:22 Gunay: Ocalan hemû beşan vedixwîne cîdiyetê
12:53 Operasyona eskerî li Şirnex û Colemêrgê dest pê kir
12:47 Li Enqerê mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kirin
12:46 Ûca pirsgirêkên cotkarên mexdûr bir rojeva meclisê