Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin

  • rojane
  • 11:03 29 Nîsan 2021
  • |
img

HEWLER- Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a ku hedef dike 100 kîlometre qada Metîna, Zap û Avaşînê dagir bike û serweriya xwe ava bike, di nava 6 rojan de tenê karî 8 kîlometrayan pêş de biçe. Hat diyarkirin ku endamên OSO anîne herêma operasyonê ya ku TSK lê zor û zehmetiyan dikêşe. 

Operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a di 23’yê Nîsanê de, li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên di sinorê Herêma Federe ya Kurdistanê de hat destpêkirin, dewam dike. Piştî ku herêm bi balafirên şer hat bombebarkirin, helîkopteran esker danîn herêmê. Dûre di navbera hêzên TSK û Hêzên Parastina Gel (HPG) de, şer û pevçûnên dijwar rû dan. Hat destnîşankirin ku duh helîkoptera Skorsky, di dema esker datînan herêma Bedewê ya Qela Zapê, hat derbkirin û piştre şer derket. 
 
Li aliyê din, hat îdîakirin ku HPG’ê ji hewa de, êrişî baregeha TSK’ê ya li herêmê Behdînanê kiriye û di êrişî de 4 eskeran jiyan xwe ji dest dane, gelek esker jî, birîndar bûne.
 
HEDEF 100 KÎLOMETRE YE
 
Di heman demê de, derbarê hedefa operasyona TSK’ê dest pê kir de, heya niha tu agahiyek fermî nehatiye dayîn. Lê li gorî çavkaniyên herêmê, Tirkiye dixwaze 100 kîlometre herêmên Metîna Zap û Avaşînê dadgir bike û serweriya xwe ava bike. Çavkaniyên herêmê, dan zanîn ku TSK’ê heya niha tenê 8 kîlometreyan kariye li qada Metîna pêş bikeve, li 4 cihan xwe bi cih kiriye û li van deran jî şerên dijwar rû didin. 
 
DI RASTIYÊ DE ARMANC HERÊMA FEDEREYE 
 
 
Eskerên TSK’ê yên bi piştgiriya PDK’ê, li 40 baregehên berê û yên nû bi cih bûne, armanc dike ku bi operasyonan, li herêmên dibin kontrola PKK’ê de, serweriya xwe ava bike. Çavkaniyên pêşmergeyan ên me bi wan re hevdîtin kirin, anî ziman ku Tirkiye armanc dike ku li herêmeke 100 kîlometre serweriya xwe ava bike û di rastiyê armanc dagirkirina Herêma Federe ya Kurdistanê ye. 
 
GELÊ HERÊMÊ: 70 CENAZE BIRIN
 
Li sê herêmên ku şer û pevçûnên tund lê rû didin, her çiqasî TSK aşkere neke jî, gelek eskerên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên herêma operasyonê, gelek windahiyên TSK’ê hene, lê van windahiyên xwe aşkere nake. Gelê herêmê, da zanîn ku heya niha herî kêm cenazeyê 60-70 eskeran û gelek birîndaran, rakirine nexweşxaneyên li baregehên eskerî yên li Lojîstîk û Balafirgeha Geliyê Zaxo û Bamernê hatine avakirin. 
 
5 HELÎKOPTER HATIN DERPKIRIN
 
Dîsa, li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêşmerge yên herêmê hatin girtin, heya niha 5 helîkopterên Skorsky di dema danînê de hatine derbkirin. Duh di saetên serê sibê de jî, ji hewa ve êrişî baregeha eskerî ya li herêma Kanîmasiyê ya girêdayî navçeya Amediyê ya Dikokê hatibû kirin. Li gorî agahiyên ewil di vê êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da bûn û gelek esker jî birîndar bibûn. 
 
Ligel vê yekê, hat îdîakirin ku Balafira Bêmirov a Biçek (SÎHA), 9 eskerên di roja ewil a operasyonê de, li herêma Qela Bedewê ya Zapê hatibûn danîn û dûre agahî ji wan nehat girtin, bombebaran kiriye.
 
ENDAMÊN OSO’YÊ BIRIN OPASYONÊ
 
Piştî operasyona Garê ya ku TSK necar ma ku paşve vegere, di vê operasyonê de, hezar endamên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) yên perwerdekirî, anîn baregeha eskerî ya Geliyê Zaxoyê. Li gorî agahiyan, SADAT ku baregeha xwe ya ewil di sala 2017’an de li bajarê Dihokê ya Kurdistana Federe ava kir, ji bo endamên OSO yên bi taybet perwerde dike, 3 hezar dolar meaş dide. 
 
Her wiha, tê îdîakirin ku Tirkiyê di meha Çileya 2021’an de, ji 3 hezarî zêdetir endamên OSO yên ji Sûriyeyê, Iraqê, Afganîstanê, Azerbaycanê û Çeçenîstanê, ji bo ku li dijî PKK’ê şer bikin, li baregehên Kanîmasiyê, Amediyê, Bamernê, Qesrê û Sîdekanê bi cih kirine.
 
HEZAR DONIM ERD ZIRAR DÎT
 
Midurê Bajaroka Kanîmasiyê ya girêdayî navçeya Amediyê ya Dihokê Serbest Sabrî, pêr derbarê operasyonê de daxuyanî da bû û wiha gotibû: “TSK’ê heya niha kariye li girên Kestê û Dîrarê bi cih bibin. Herêm her tim tê bombebaran klirin. Di encama bombebaranê de, hezar donim erdê li herêma Berwarî Bala zirar dît. Ji ber vê rewşê cotkarî û sewalkarî nayê kirin. Dîsa li herêmê ji ber bombebaranê şewatê rû da û zirar gehişt gelek bax û baxçeyên welatiyan. Ji li dijî vê bi berteke.” 
 
Hat diyarkirin ku gelê li herêmê çûne gel hêzên asayîşê, saziyên herêmê û baregehên TSK’ê û bertek nîşan bombebaranê da ne. 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

29/04/2021
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye
09:00 Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'AN
28/04/2021
23:49 Li Rihayê du bira di qenala avê de fetisîn
23:29 MSB: Leşkerek din jî mir
21:46 Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin
20:53 Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin
20:09 Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket
17:09 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan
16:43 ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:53 Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir
15:21 Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:15 Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe
15:15 Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
15:01 Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye
14:33 Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn
14:30 Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:00 Li çar navçeyan tecrîd şermezar kirin
14:00 Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
13:40 Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin
13:37 Li Çelê 5 kes hatin binçavkirin
13:15 Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
13:04 Guzel serdegirtina şînê pirs kir
12:52 Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
12:36 Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin
12:14 Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin
12:05 Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:49 Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne
11:30 Malbata Şenyaşar: Zilma li me hat kirin dibe belgefîlm
11:03 Zarokê ku traktor lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:56 Komisyona 21’ê Sibatê: Em dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî
10:55 Biryara binçavkirina 22 kesan hat dayîn
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye
10:24 ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
10:20 ‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
09:02 ‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye
09:02 Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin
09:02 Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min
09:01 Qeyûmê Êlihê ji bo xwe bixe çavê xelkê bi sed hezaran pere xerc kir
09:01 ‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’
09:01 Psîkiyatrîst Bulbul: Xizanî û şer dibe sedema întiharan
09:00 Tenê daxwaziya wan kêlikek gorê ye
09:00 ‘Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim’
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Rojnamevan û karkerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
27/04/2021
22:07 Di 24 saetan de 346 kesan jiyana xwe ji dest da
20:40 Rojnamevan Rêbaz Hesen hat berdan
18:48 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1'ê Gulanê kirin: 3 jê rojnamevan 33 kes binçav kirin
17:09 Tedawiya bikelemçe li girtiyê nexweş ferz dikin
16:59 Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû
16:51 Polisan li Manîsayê 6 kes binçav kirin
16:26 Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin
15:48 Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesan hat dîtin
15:30 TÛAYDER’a Çûkûrovayê: Bila li dijî tecrîdê gav bê avêtin
15:14 Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe
15:00 Bankaya Dinyayê: Pêşîgirtina xizaniya ku li Tirkiyeyê zêde dibe zehmet e
14:55 CPJ'ê xwest nûçegihanê ANF'ê Hesen tavilê bê berdan
14:45 Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
14:23 MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe
14:16 Li Bazara Sewalan a Amedê şer derket: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn
14:03 MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin
12:36 Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike
12:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn
11:49 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î
11:36 Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî
11:24 Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin
11:09 Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve
10:59 Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar
10:34 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan
10:23 Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye
09:06 Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest
09:05 Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî
09:03 Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê!
09:01 Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN
26/04/2021
23:27 Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin
21:14 MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan
21:04 353 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan