NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Netewî ragihand ku li di operasyona li Başûrê Kurdistanê de leşkerek hatiye kuştin.
Wezareta Parastinê ya Netewî (MSB), ragihand ku di operasyona li devera Metîna, Zapê û Avaşîn ya li Herêma Kurdistanê tê birêvebirin leşkerek hatiye kuştin. Li gorî daxuyaniya MSB'ê hat gotin leşkerê birîndar bûye rakirine nexweşxaneyê û ligel mudaxileyên tibî jî nehatiye rizgarkirin û miriye.