Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan

  • rojane
  • 17:09 28 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, diyar kir ku di 21 Girtîgehên Herema Marmarayê de di 3 mehan de hezar û 233 binpêkirinên mafan pêk hatine. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di mehên çile, sibat û adarê de li 21 Girtîgehên Herema Marmarayê hatine qewimîn, li avahiya xwe ya li navçeya Beyoglûyê bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. 
 
ÎHD’ê, di rapora bi rêya serlêdanên malbatan û girtiyan, bi riya çapemeniyê hatiye amade kir de, destnîşan kir ku her roja ku diçe pêkanînên tecrîdê kûrtir dibin.  
 
‘DI 3 MEHAN DE 1233 BINPÊKIRINÊN MAFAN’
 
Rapor Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî aşkera kir. Yolerî, diyar kir ku di meha çileyê de 28, di meha sibatê de 21, di meha adarê de 29 bi komî 78 serlêdan wergirtine û anî ziman ku ji van serlêdanan 7 jê jin 71 zilam, 8 jê edlî 70’ê jî girtiyên siyasî kirine. 
Yolerî, bal kişand ku her serlêdanekê de gelek binpêkirinên mafan hene û wiha got: “Bi rêya lêgerîna çapemeniyê 313 binpê kirinên mafan, di 78 serlêdanên ku li komeleya me hatin kirin jî di meha çileye 311, meha sibatê 294 û meha adarê jî 315 bi komî 920 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Hejmara binpêkirinên mafan a komî jî bûye 1233.”
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN JIYANÊ
 
Yolerî, têkildarî binpêkirinên mafan ên jiyanê jî ev agahî parvekirin: “Li gorî agahiyên ku me bi rêya çapemeniyê bi dest xistin 4 jê li Girtîgehên Herema Marmarayê 6 întîxar, 4 ji ber kovîd-19’ê, yek ji ber nexweşê kronik û yek jî mirineke bi guman bi komî 12 girtiyan jiyana xwe ji dest da.” 
 
MÛAMELEYA NEBAŞ, DERB Û ÎŞKENCE
 
Yolerî, da zanîn ku di nav serlêdanan de mûameleya nebaş, derb û îşkence jî hene û wiha berdewam kir: “Li gorî daneyên me yên tên bi dest xistin 37 muameleyên nebaş, 30 zextên psikolojik, 14 xistina hucreyê, 2 xistina hucreya bi qefes, 42 lêgerînên tazî, 18 di lêgerînan de nêrîna nava devî, lêdan, 34 îşkence, 2 serdegirtinên hucreyan, di 12 serdegirtinan de belavkirina tiştan, bikarneanîna rûpoş, lepik, bi hedefgirtina kesan legerîna odeyan û ji girtiyên gardiyan hişyarkirin re rojek cezayê hucreyê hat tespîtkirin.”
 
BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ 
 
Yolerî, destnîşan kir ku giliyeke herî zêde jî têkildarî binpêkirinên mafan ên tenduristiyê ye û ev tişt got: “30 betalkirinên sewqên nexweşxaneyê, 45 ne derxistina revîrê, 10 nedayîna dermanên ku bi awayekî sererast tên bikaranîn, 14 taloqkirinên emeliyatan, 2 nekirina tedawiyên diranan, 18 nedayîna xwarina diyete, 6 mûayeneyên bikelemçe, 5 nedayîna raporên tenduristiyê, 26 ji ber pêkanînên karantînayê yên nebaş neçûyîna nexweşxaneyê, 18 di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de bikarneanîna lepik û parastina mesafeye.”
 
 
GILIYÊN KOVÎD 19’ê
 
 Yolerî, diyar kir ku têkildarî nebesiya bergiriyên şewba vîrûsa koronayê gelek serlêdan wergirtine û anî ziman ku 19 serlêdanên kovîd 19’ê ên pozîtîf û 8 jî serlêdanên bi temas wergirtine. 
Yolerî têkildarî hejmara binpêkirinên mafan wiha berdewam kir: “Di serlêdanên li saziya me hatin kirin de di bin banê karantînayê de 18 caran xistine hucreyê, di 26 lêgerînan de bikarneanîna lepik û rûpoş, malzemeyên paqijiyê ku didin girtiyan av kirine nav û wisa dane, 13 nexweşên kovîd-19’ê yên pozîtîf xistine odeya girtiyên ne nexweş, nezîkatiya nebaş a li dijî 12 girtiyên kovîdê, nedayîna xwarinê ya 13 girtiyên kovîd-19’ê, di nav 13 nexweşên kovîdê de cihekarî hatiye kirin cih digire.”
 
TECRÎD Û BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN RAGIHANDINÊ 
 
Yolerî, da zanîn ku di serlêdanan de hatiye diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li hemû girtîgehan belavbûye û pirsgirêka herî mezin pêkanînên tecrîdê ne. Yolerî, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan didome û diyar kir ku têkildarî tecrîd û mafê ragihandinê 222 binpêkirin mafan tespît kirine. Yolerî herî dawî bi lêv kir ku di mijarên binpêkirina mafê darizandina adil, astengkirina şertên kontrola edlî, astengkirina berdana bi şert û şewitandina înfazan de 56 binpêkirinên mafan tespît kirine.
 

Sernavên din

29/04/2021
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye
09:00 Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'AN
28/04/2021
23:49 Li Rihayê du bira di qenala avê de fetisîn
23:29 MSB: Leşkerek din jî mir
21:46 Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin
20:53 Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin
20:09 Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket
17:09 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan
16:43 ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:53 Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir
15:21 Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:15 Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe
15:15 Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
15:01 Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye
14:33 Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn
14:30 Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:00 Li çar navçeyan tecrîd şermezar kirin
14:00 Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
13:40 Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin
13:37 Li Çelê 5 kes hatin binçavkirin
13:15 Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
13:04 Guzel serdegirtina şînê pirs kir
12:52 Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
12:36 Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin
12:14 Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin
12:05 Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:49 Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne
11:30 Malbata Şenyaşar: Zilma li me hat kirin dibe belgefîlm
11:03 Zarokê ku traktor lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:56 Komisyona 21’ê Sibatê: Em dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî
10:55 Biryara binçavkirina 22 kesan hat dayîn
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye
10:24 ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
10:20 ‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
09:02 ‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye
09:02 Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin
09:02 Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min
09:01 Qeyûmê Êlihê ji bo xwe bixe çavê xelkê bi sed hezaran pere xerc kir
09:01 ‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’
09:01 Psîkiyatrîst Bulbul: Xizanî û şer dibe sedema întiharan
09:00 Tenê daxwaziya wan kêlikek gorê ye
09:00 ‘Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim’
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Rojnamevan û karkerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
27/04/2021
22:07 Di 24 saetan de 346 kesan jiyana xwe ji dest da
20:40 Rojnamevan Rêbaz Hesen hat berdan
18:48 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1'ê Gulanê kirin: 3 jê rojnamevan 33 kes binçav kirin
17:09 Tedawiya bikelemçe li girtiyê nexweş ferz dikin
16:59 Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû
16:51 Polisan li Manîsayê 6 kes binçav kirin
16:26 Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin
15:48 Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesan hat dîtin
15:30 TÛAYDER’a Çûkûrovayê: Bila li dijî tecrîdê gav bê avêtin
15:14 Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe
15:00 Bankaya Dinyayê: Pêşîgirtina xizaniya ku li Tirkiyeyê zêde dibe zehmet e
14:55 CPJ'ê xwest nûçegihanê ANF'ê Hesen tavilê bê berdan
14:45 Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
14:23 MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe
14:16 Li Bazara Sewalan a Amedê şer derket: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn
14:03 MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin
12:36 Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike
12:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn
11:49 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î
11:36 Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî
11:24 Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin
11:09 Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve
10:59 Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar
10:34 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan
10:23 Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye
09:06 Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest
09:05 Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî
09:03 Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê!
09:01 Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN
26/04/2021
23:27 Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin
21:14 MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan
21:04 353 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan