Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye

  • rojane
  • 09:02 28 Nîsan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 153 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 132’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 115’emîn de dewam dikin. 
 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 31’emîn, di roja 153’emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 132’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 132’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 115'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 115'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 

Sernavên din

29/04/2021
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye
09:00 Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'AN
28/04/2021
23:49 Li Rihayê du bira di qenala avê de fetisîn
23:29 MSB: Leşkerek din jî mir
21:46 Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin
20:53 Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin
20:09 Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket
17:09 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan
16:43 ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:53 Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir
15:21 Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:15 Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe
15:15 Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
15:01 Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye
14:33 Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn
14:30 Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:00 Li çar navçeyan tecrîd şermezar kirin
14:00 Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
13:40 Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin
13:37 Li Çelê 5 kes hatin binçavkirin
13:15 Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
13:04 Guzel serdegirtina şînê pirs kir
12:52 Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
12:36 Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin
12:14 Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin
12:05 Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:49 Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne
11:30 Malbata Şenyaşar: Zilma li me hat kirin dibe belgefîlm
11:03 Zarokê ku traktor lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:56 Komisyona 21’ê Sibatê: Em dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî
10:55 Biryara binçavkirina 22 kesan hat dayîn
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye
10:24 ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
10:20 ‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
09:02 ‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye
09:02 Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin
09:02 Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min
09:01 Qeyûmê Êlihê ji bo xwe bixe çavê xelkê bi sed hezaran pere xerc kir
09:01 ‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’
09:01 Psîkiyatrîst Bulbul: Xizanî û şer dibe sedema întiharan
09:00 Tenê daxwaziya wan kêlikek gorê ye
09:00 ‘Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim’
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Rojnamevan û karkerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
27/04/2021
22:07 Di 24 saetan de 346 kesan jiyana xwe ji dest da
20:40 Rojnamevan Rêbaz Hesen hat berdan
18:48 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1'ê Gulanê kirin: 3 jê rojnamevan 33 kes binçav kirin
17:09 Tedawiya bikelemçe li girtiyê nexweş ferz dikin
16:59 Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû
16:51 Polisan li Manîsayê 6 kes binçav kirin
16:26 Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin
15:48 Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesan hat dîtin
15:30 TÛAYDER’a Çûkûrovayê: Bila li dijî tecrîdê gav bê avêtin
15:14 Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe
15:00 Bankaya Dinyayê: Pêşîgirtina xizaniya ku li Tirkiyeyê zêde dibe zehmet e
14:55 CPJ'ê xwest nûçegihanê ANF'ê Hesen tavilê bê berdan
14:45 Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
14:23 MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe
14:16 Li Bazara Sewalan a Amedê şer derket: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn
14:03 MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin
12:36 Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike
12:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn
11:49 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î
11:36 Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî
11:24 Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin
11:09 Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve
10:59 Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar
10:34 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan
10:23 Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye
09:06 Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest
09:05 Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî
09:03 Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê!
09:01 Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN
26/04/2021
23:27 Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin
21:14 MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan
21:04 353 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan