Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin

  • rojane
  • 16:26 27 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Ridvan Unal ku ji Girtîgeha Duzceyê hat berdan, diyar kir ku her roja ku diçû binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêdetir dibûn û wiha got: “Pênûs û lênûskan jî weke amûrên sûc dibînin.”
 
Ridvan Unal ku di demeke nêz de ji Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê hat berdan, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê li gel parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê binpêkirinên mafan berdewam dikin” hat daliqandin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî beşdarî daxuyaniyê bû. 
 
BINPÊKIRIN VEGERÎN ÎŞKENCEYÊ
 
Unal, anî ziman ku li Girtîgeha Duzceyê 6 salan maye û di vê pêvajoyê de tu binpêkirinên mafan neman ku ne jiyan. Ûnal, bi lêv kir ku piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an binpêkirinên mafan zêdetir bûn û wiha axivî: “Bi taybetî piştî îlona 2018’an rewşa di qewimî vegerî îşkence û tundiya fîzîkî. Îşkenceya ku me dîtî di raporan de heye. Dema ev tişt diqewimîn di serî de midurî girtîgehê hemû gardiyanan gefa kuştinê li me dixwarin. Li gel gotina ‘hûn ê hêza tirka bibînin, ev ne çiyayên we ne’ û xeber digotin. Ev hemû di qeydên girtîgehê de hene.”
 
EWIL DADGEH PIŞT RE GIRTÎGEH
 
Unal, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê hemû mafên wan ji destê wan girtibûn û wiha got: “Tu rojname nedihat dayîn. Heta pirtûkên ku hevalên me yên di girtîgehê de nivîsandî jî ne didan me. Pirtûkên kurdî bi tu awayî ne digirtin hûndir. Dema em kurdî diaxivîn jî lêpirsîn didan destpêkirin. Dîsa ji bo wergêra rûpeleke nameyeke kurdî ku ji me re dihat 400 lîre dixwestin. Nameyên ku me ji Wezareta Dadê re jî dişandin bi hêceta “propaganda hatiye kirin” ceza didan. Ji xwe pênûs û lênûsk weke amûrekî sûc didîtin. Bi vî şiklî dixwestin paşve gavê bi me bidin avêtin. Diviya bû di sala 2018’an de ez hatibûma berdan lê bi hin hêcetan înfaza min şewitandin. Niha jî li gel cezayê 4 hevalên me xelas bûye jî bi hin hêcetan na berdin.”
 
 
Endamê OHD’ê Ahmet Baran Çelîk jî diyar kir ku rêveberiya Girtîgeha Duzceyê û personelên wê bi awayekî dijminanê nêzîkî girtiyan dibin. Çelîk, da zanîn ku girtiyên siyasî bi pêkanînên cuda re rûbirû ne û têkildarî nêzîkatiya gardiyanan a li gor agahiyên girtiyan ev agahî dan: 
 
“* Di tiliya gelek gardiyanan de gustîlên bi sê hîv (nîşaneya ala MHP’ê) hene û her tim van gustîlan nîşanî girtiyan didin. 
 
* Dîsa gardiyanekî bi gustîla 3 hîv dema dema karavanayên xwarinê digire bi zanebûn pêhna lê dixe û wisa dibe. Ev kes di heman demê de kesekî ku di sala 2018’an de îşkence li girtiyan kiriye. Wê rojê dema pêhn li girtiyan dixist digot ‘ji niha û şunde merhamet nîne’. Ev kes her tim girtiyan provoke dike. 
 
* Dema dixwazin evraqekê bi girtî bidin îmzekirin, dixwazin bêyî ku evraqê nîşanî wan bidin dixwazin îmzeyê bigirin. Dema girtî xwest evraqê bibîne jî bêyî ku evraqê bidinê paş ve dibin.
 
*Dema lêgerîn tê kirin, gardiyan bi awayekî zanebûn zirarê didin tiştan.”
 
CEZAYÊN DISÎPLÎNÊ
 
Çelîk,, anî ziman ku bi hin hêcetên cuda cezayê dîsîplînê didin girtiyan û wiha got: “Ji van cezayên dîsîplînê gelek jê dibin cezayê hucreyê, ev ceza bi awayekî bi zanebûn li gel daxwazê jî nadin kişandin. Ev bi niyeteke nebaş tê kirin. Ji ber ku dema girtiyan cezayên xwe xelaskirin, van cezayan hincet nîşan bidin û neberdin. Niha cezayê di sala 2018’an hêj jî nedane kişandin.”
 
CEZAYÊN HUCREYAN
 
Çelîk, anî ziman ku ji ber girtiyan têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ji Wezareta Dadê re û bi daxwaza Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike ji Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê re daxwazname şandin ji her girtî re 11 roj cezayê hucreyê hatiye dayîn. Çelîk, diyar kir ku ji ber girtiyan tembûr lêxistiye û bi kurdî stran gotine bi heqareta “Ev der Tirkiye ye hûn ê li vir bi Tirkî biaxivin” re rûbirû mane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wekî din jî ji ber stranên kurdî gotine ji her kesê re 11 roj cezayê hucreyê hatiye birîn. Bi awayekî vekirî sansurê li kurdî dikin û ji bo girtîgehan kirine zimanê qedexe.”
 

Sernavên din

29/04/2021
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye
09:00 Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'AN
28/04/2021
23:49 Li Rihayê du bira di qenala avê de fetisîn
23:29 MSB: Leşkerek din jî mir
21:46 Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin
20:53 Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin
20:09 Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket
17:09 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan
16:43 ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:53 Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir
15:21 Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:15 Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe
15:15 Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
15:01 Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye
14:33 Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn
14:30 Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:00 Li çar navçeyan tecrîd şermezar kirin
14:00 Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
13:40 Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin
13:37 Li Çelê 5 kes hatin binçavkirin
13:15 Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
13:04 Guzel serdegirtina şînê pirs kir
12:52 Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
12:36 Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin
12:14 Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin
12:05 Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:49 Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne
11:30 Malbata Şenyaşar: Zilma li me hat kirin dibe belgefîlm
11:03 Zarokê ku traktor lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:56 Komisyona 21’ê Sibatê: Em dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî
10:55 Biryara binçavkirina 22 kesan hat dayîn
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye
10:24 ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
10:20 ‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
09:02 ‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye
09:02 Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin
09:02 Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min
09:01 Qeyûmê Êlihê ji bo xwe bixe çavê xelkê bi sed hezaran pere xerc kir
09:01 ‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’
09:01 Psîkiyatrîst Bulbul: Xizanî û şer dibe sedema întiharan
09:00 Tenê daxwaziya wan kêlikek gorê ye
09:00 ‘Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim’
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Rojnamevan û karkerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
27/04/2021
22:07 Di 24 saetan de 346 kesan jiyana xwe ji dest da
20:40 Rojnamevan Rêbaz Hesen hat berdan
18:48 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1'ê Gulanê kirin: 3 jê rojnamevan 33 kes binçav kirin
17:09 Tedawiya bikelemçe li girtiyê nexweş ferz dikin
16:59 Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû
16:51 Polisan li Manîsayê 6 kes binçav kirin
16:26 Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin
15:48 Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesan hat dîtin
15:30 TÛAYDER’a Çûkûrovayê: Bila li dijî tecrîdê gav bê avêtin
15:14 Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe
15:00 Bankaya Dinyayê: Pêşîgirtina xizaniya ku li Tirkiyeyê zêde dibe zehmet e
14:55 CPJ'ê xwest nûçegihanê ANF'ê Hesen tavilê bê berdan
14:45 Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
14:23 MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe
14:16 Li Bazara Sewalan a Amedê şer derket: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn
14:03 MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin
12:36 Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike
12:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn
11:49 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î
11:36 Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî
11:24 Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin
11:09 Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve
10:59 Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar
10:34 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan
10:23 Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye
09:06 Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest
09:05 Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî
09:03 Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê!
09:01 Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN
26/04/2021
23:27 Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin
21:14 MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan
21:04 353 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan