Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe

  • rojane
  • 10:23 27 Nîsan 2021
  • |
img

ANKARA – Parêzer Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku darizandina Doza Kobanê dişibe darizandina Doza KCK’ê û ev tişt got: “Wê ev darizandin bi zorê nebe. Bû darizandina karîkator.”

 
Danişîna ewil a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, duh li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Di dozê de ji ber şermezarkirinên ku di sala 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê hatine lidarxistin darizandin tê kirin. Bi sedan parêzer tevlî danişînê bûn. Lê heyeta dadgehê tu daxwazeke parêzeran qebûl nekir û bêyî parêzeran tespîta nasnameyan kir û doznameyê xwend. 
 
TIŞTA HAT XWESTIN KIR
 
Ji parêzerên dozê Parêzer Mehmet Emîn Aktar ku di darizandinên KCK’ê de jî cih girtibû, têkildarî dozê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Aktar, di destpêka axaftina xwe de qala pêkanîna danişînê kir û da zanîn ku ji ber hejmara zêde ya polisan li eywana danişînê cih ji parêzeran re nemaye û dema ku ji serokê dadgehê xwestine hemû parêzer bikevin eywana danişînê jî serok daxwaza wan qebûl nekiriye. Aktar, da zanîn ku ji serokê dadgehê çi hatibe gotin li gorî wê tevgeriyaye û wiha got: “Ev tiştekî xerîb bû. Di jiyana xwe ya pîşeyî de cara yekemîn leqayî tiştekî wiha hatim. Li gorî tu şertê usûlê tevnegeriya.”
 
DESTHILAT DARAZÊ JI XWE RE KIRIYE DAR 
 
Piştre Aktar li ser doznameyê rawestiya û derbarê doznameyê de ev nirxand kir: “Dozname derbarê çalakiyên ku hatine kirin û daxuyaniyên ku hatine dayîn de ye. Gumaneke vê doznameyê ya lêkolîna sûc tuneye. Li gel ku ewqas cezayên giran tên xwestin jî bêyî parêzeran darizandinê domandin. Ev bi tevahî li dijî usûlê ye û darizandineke bêhiqûqî ye. Aşkera li holê ye ku desthilat darazê weke dar bi kar tîne. Di bloqa desthilatê de du nêrîn hene. Yek ji wan dibêje wê darizandin di çend mehan de biqede. Lê hûn li vir înşaetê lênakin. Dema ku hûn darizandineke bikin divê hûn delîlan berhev bikin û li danişînan nîqaş bikin. Lê pêwistiya dadgehê bi nîqaşkirina tiştekî tuneye. Dadgeh dibejê ku li gorî tu şertî tevnagerim.”
 
DOZA KCK’Ê
 
Aktar, destnîşan kir ku darizandina Doza Kobanê dişibe darizandina dozên KCK’ê ku ji aliyê Cemaeta Fethullah Gulen ve hatibûn organîzekirin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Dozên KCK’ê li gorî usûlê bûn lê di Doza Kobanê de ev nehat kirin. Mînak, di doza sereke ya KCK’ê de dadgeh di 2 rojên ewil de derbasî tespîtkirina nasnameyan nebû. Di 2 rojên destpêkê de me li ser ziman û usûlê nîqaş kir. Lê îro tiştekî cuda hebû. Dadgehê hewl da ku angaştên bêbingeh di raya giştî de cih negirin. Lê nikaribû vê bike. Dema ku hûn tiştekî neheq bikin di her şertî de hûn ê şaşiyan bikin. Vê darizandinê bi zorê nabe. Îro darizandineke karîkator bû”
 
BARÊ HEYETA DADGEHÊ
 
Di berdewamê de Aktar, got ku di danişînê de derketiye holê ku heyeta dadgehê nikare giraniya Doza Kobanê hilbigire û axaftina xwe wiha domand: “Di dozê de 108 kes tên darizandin lê beşek ji wan tunene. Ne pêkanek ku dadgeh xwe bigihîne wan. Li benda wan mayîn dibe ku salan bigire. Ji ber vê dosya dikarin ji hev bên cihêkirin û darizandin bê domandin. Wê demê we çima vê dosyayê bi hev re vekir? Hûn ê hem dadgehê bikin bin barekî wiha giran hem jî jê bixwazin ku bi awayekî lez encam bê girtin. Dema ku hûn wiha bikin wê encameke wiha derkeve holê.”
 
WÊ BI DOZA KOBANÊ DÎROK BÊ NIVÎSANDIN
 
Aktar, bi lêv kir ku wê bi Doza Kobanê dîrok bê nivîsandin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em derfet bibînin ku rastiya serdemekê nîqaş bikin. Em dixwazin hewldana ku rastî çî ye û derxin holê bidin. Lewre îro di nav 37 cinayetan de tenê derbarê 4 cînayetan de doz hatiye vekirin. Faîl nehatine dîtin. Yanî kesên ku rast e rast cînayetê pêk anîne li holê tunene. Heta ku hûn vana dernexin holê jixwe hûn nikarin kesî sûcdar bikin. Ji ber vê weke qadeke têkoşînê dibe ev bibe serdemeke ku bê dîtin faîlên li pişt cînayetan derkevin holê û çawa ketine tevgerê.”
 
MA / Berîvan Altan - Zemo Aggoz
 

Sernavên din

29/04/2021
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye
09:00 Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'AN
28/04/2021
23:49 Li Rihayê du bira di qenala avê de fetisîn
23:29 MSB: Leşkerek din jî mir
21:46 Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin
20:53 Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin
20:09 Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket
17:09 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan
16:43 ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:53 Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir
15:21 Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:15 Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe
15:15 Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
15:01 Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye
14:33 Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn
14:30 Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:00 Li çar navçeyan tecrîd şermezar kirin
14:00 Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
13:40 Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin
13:37 Li Çelê 5 kes hatin binçavkirin
13:15 Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
13:04 Guzel serdegirtina şînê pirs kir
12:52 Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
12:36 Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin
12:14 Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin
12:05 Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:49 Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne
11:30 Malbata Şenyaşar: Zilma li me hat kirin dibe belgefîlm
11:03 Zarokê ku traktor lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:56 Komisyona 21’ê Sibatê: Em dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî
10:55 Biryara binçavkirina 22 kesan hat dayîn
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye
10:24 ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
10:20 ‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
09:02 ‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye
09:02 Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin
09:02 Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min
09:01 Qeyûmê Êlihê ji bo xwe bixe çavê xelkê bi sed hezaran pere xerc kir
09:01 ‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’
09:01 Psîkiyatrîst Bulbul: Xizanî û şer dibe sedema întiharan
09:00 Tenê daxwaziya wan kêlikek gorê ye
09:00 ‘Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim’
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Rojnamevan û karkerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
27/04/2021
22:07 Di 24 saetan de 346 kesan jiyana xwe ji dest da
20:40 Rojnamevan Rêbaz Hesen hat berdan
18:48 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1'ê Gulanê kirin: 3 jê rojnamevan 33 kes binçav kirin
17:09 Tedawiya bikelemçe li girtiyê nexweş ferz dikin
16:59 Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû
16:51 Polisan li Manîsayê 6 kes binçav kirin
16:26 Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin
15:48 Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesan hat dîtin
15:30 TÛAYDER’a Çûkûrovayê: Bila li dijî tecrîdê gav bê avêtin
15:14 Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe
15:00 Bankaya Dinyayê: Pêşîgirtina xizaniya ku li Tirkiyeyê zêde dibe zehmet e
14:55 CPJ'ê xwest nûçegihanê ANF'ê Hesen tavilê bê berdan
14:45 Bûldan: Doza Kobanê doza AKP’ê ye ku hikmê wê daye
14:23 MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe
14:16 Li Bazara Sewalan a Amedê şer derket: Kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn
14:03 MEBYA-DER û KESK serdana Malbata Şenyaşar kirin
12:36 Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike
12:18 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 David Adler: HDP’iyan di Doza Kobanê de darizandin pek anîn
11:49 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar ket roja 50’î
11:36 Dadgeha Iraqê li 4 ciwanên êzidî cezayê darvekirinê birî
11:24 Li Silêmaniyê 55 kes hatin binçavkirin
11:09 Rêveberên HDP’ê: Wê Kobanê li eywanên dadgehan jî nekeve
10:59 Umît Ozdag gef li Garo Paylan xwar
10:34 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 3’yan
10:23 Aktar: Wê ev darizandin bi zorê nebe
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 152'yemîn de ye
09:06 Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest
09:05 Biryara qeyûm ji dadgehê zivirî
09:03 Girtiyê nexweş beriya bimire bi kelemçeyê birine nexweşxaneyê!
09:01 Ji bo debara malbatê neçare kartonan berhev bike
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Êdî bila ev zilm bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN
26/04/2021
23:27 Serdozgeriya Komarê derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin
21:14 MSB: Hejmara leşkerên mirin gihîştiye 2’yan
21:04 353 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan