ENQERE – Polisên ku destûr nedan HDP’î beriya destpêkirina danişîna Doza Kobanê li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî bidin, ji koma ku li dijî HDP’ê dûrişm berz kir û daxuyanî da re dengê xwe dernexistin.
Doza Kobanê ku li 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin, bi astengkirina HDP’î û qedexekirinên rojnamegeran dest pê kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan jî di nav de HDP’iyên ku xwestin beriya danişînê daxuyanî bidin ji aliyê polisan ve hatin astengkirin.
Polis û leşkerên ku destûr nedan HDP’î li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî bidin, piştî saetekê ji koma ku li dijî HDP’ê dûrişm berz kir û daxuyanî da re dengê xwe dernexistin.