Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû

  • rojane
  • 09:00 26 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Prof Dr. Îlhan Uzgel, polîtîkayên Tirkiyê yên derve nirxand û diyar kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan, ji bo di têkiliyên bi DYA reqadek nû veke, qeyrana navbera Rûsya-Ukrayna, ji bo xwe dike firsend. Uzgen got: “Hemû paradîgmayên polîtîkayên derve yên Tirkiyê hilweşiya ne." 

Rûsya û Ukranya li dijî hev li ser sînorê Donbassê esker bi cih kirin. Piştî vê yekê dem bi dem di navbera 2 aliyan de şer derket û qeyran zêde bû. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê DYA'yê Joe Biden di 13'ê Nîsanê de hevdîtin kirin. Piştî vê hevdîtinê rageşî sist bû. Piştî hevdîtinê DYA dest ji biryara ku keştiyên xwe bişîne Derya Reş berda. Li ser vê yekê Rûsya jî eskerên xwe yên li ser sînor paşve kişandin. Serokomarê AKP’î Tayyip Erdogan piştî vê rageşiyê aşkere helwesta xwe ya li cem DYA û NATO aşkere kir. Aşkere eniya xwe ya li cem Ukranya nîşan da. Lê li aliyê din Peymana Montro kir mijara niqaşê. Pisporan ev helwesta Tirkiye wekî ku Tirkiye dixwaze kêrî DYA bê nirxandin. Têkildarî polîtîkayên Tirkiye yên derve, Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Prof. Dr. Îlhan Uzgel, anî ziman ku Tirkiye êdî nikare siyaseta hevsengiyê bimeşîgne û êdî ev siyaseta wê bi dawî dibe. 
 
DIXWAZE RÛSYA ASÊ BIKE 
 
Uzgel, anî ziman ku DYA zorê li Rûsya dike û dixwaze bêtir nêzî xwe bike û wiha got: "Her du alî ji sînorên xwe test dikin. DYA naxwaze Rûsya li Rojhilatê Derya Spî, Baltikan û bi taybetî li Rojhilata Navîn asayî tev bigere. DYA, bi rageşiya Ugranyayê re dixwaze ji Rûsya re bêje 'Bi Çînê re hevkariyê neke. Li aliyê me raweste. Ku tu bi Çînê re hevkariyê bike, dê bedelê vê yekê hebe.' Armanca DYA ne ewe ku têkeve şer. Dixwaze Rûsya bêtir nêzî xwe bike." 
 
Uzgel, destnîşan kir ku welatên Rojhilatên Ewropa û Komarên Baltik ji tevgera Rûsya ya Baltikan bêzar e û wiha axivî: "DYA dixwaze welatên Ewropa nêzî xwe bike û bêtir zorê li Rûsya bike. Dixwaze di qada pergala navdewletî de cih li Rûsya teng bike. Dixwaze Rûsya ji Çînê dûr bixe." 
 
LI DERYA REŞ STATUKO AVA BÛ' 
 
Uzbel, bal kişand ser niqaşên der barê endamtiya Ukranya ya NATO û wiha got: “Armanca DYA ya ewil ne ewe ku Ukranya bike endamê NATO. Li ser wê mijarê li hev dikin ji xwe. Li Derya Reş li ser ser mijara Ukranya statukoyek ava bû. Niha DYA vê statukoyê xera nake. Ji ber vê yekê ne endamtiya Ukrayna ya NATO, dê di ser Tirkiyeyê re pêvajoya hevkariya bi TANO re pêş bikeve." 
 
QEYRAN RAWESTANDIN
 
Uzgel, bal kişand ser hevdîtina Serokê DYA Jeo Bîden û Serokê Rûsya Vîlademîr Pûtîn a di 13'ê Nîsanê de û wiha got: "Di vê hevdîtinê de Pûtîn û Bîden li hev kirin. Li ser vê peymanê DYA biryara şandina keştiyan a Derya Reş betal kir. Li hemberî vê yekê Rûsya jî eskerên xwe yên li ser sînor vekişandin. Ji xwe qeyrana Ukranya rawestandin. Niha rêveberiya Bîden li Derya Reş şerekî germ naxwaze. Rûsya jî şer naxwaze. Aboriya wan jî ne baş e. Rêveberiya Bîden jî bi gelek pirsgirêkên navxweyî re mişûl dibin." 
 
ERDOGAN DIXWAZE QADEK NÛ VEKE
 
Prof. Dr.Îlhan Uzgel, destnîşan kir ku Erdogan bi mudaxîliya qeyranê dixwaze di têkiliyên bi DYA re qadek nû veke û wiha axivî: "Erdogan, di qeyrana Ukrayna de dixwaze xwe li cem DYA nîşan bide û bi vê yekê dixwaze qadek nû ji xwe re veke. Ji ber vê yekê vê qeyranê ji bo xwe dike firsend. Erdogan bi Qanal İstanbul Peymana Rêboriyên Montro ji niqaşê re vekir û bi vê yekê dixwaze peyamê bide DYA. Erdogan peyama 'Ez gavên ku hikûmetên beriya min neavêtine davêjim. Dixwaze bêje hewce be em bi hevre dikarin Motnro niqaş bikin. Dixwaze bêje ‘Montro di têkiliyên me de mijara bazarê ye' û ev peyam jî girtine. Ev hewladanê AKP yên dixwazin xwe bi DYA şêrîn nîşan bide ye." 
 
SIYASETA HEVSENGIYÊ XELAS BÛ 
 
Uzgel, herî dawî destnîşan kir ku êdî Tirkiye nikare siyaseta hevsengiyê bike û êdî ev siyaseta hevsengiyê ya Tirkiye bi dawî bûye û wiha got: "Ji niha û şûnde Tirkiye nikare siyaseta hevsengiyê bike. Ji niha û şûnde divê êdî Tirkiye eniyekê diyar bike. Welatên Rojava jî dixwaze êdî Tirkiye refê xwe diyar bike. Tirkiye jî vê yekê hêdî hêdî nîşan dide. Eger AKP dixwaze îqtîdara xwe bidoîne, divê polîtîkayên xwe yên aborî û navxweyî biguherîne. Polîtikaya Tirkiye ya derve têk çûye. Paradîgmaya polîtîkayên derve êdî encam nagire û têk çûye. Rûsya heta 1'ê Hezîranê fira balafiran a Tirkiye qedexe kir û Tirkiye hişyar kir. Li şûna wê berê balafiran dan Misirê. Ev nişan dide ku êdî siyaseta hevsengiyê bi dawî bûye. Hemû paradîgmayên Tirkiye hilweşiyan û têk çû. " 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

26/04/2021
20:26 Ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê ji binî de qedexe
19:43 Dadgehê hefteyek navber da Doza Kobanê
18:46 Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin
16:46 Li Aydinê pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
16:09 Agahî ji nûçegihanê ANF'ê yê li Silêmaniyeyê hat binçavkirin nayê girtin
16:07 Ji Ocalan ji bo Malbata Şenyaşar: Kesên vê zilmê kirine wê sibê bên darizandin
15:52 Demîrtaş pirsa ‘128 milyar dolarî’ kir
15:29 Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e
15:18 Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang
14:56 Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê
14:50 Ahmet Kaçmaz jiyana xwe ji dest da
14:45 7 cenaze 16 roj in li morgê tên rawestandin
14:19 Berteka hevpar a li dijî Doza Kobanê: Doza kumpasê ye
14:08 Raportorê PE’yê: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne
14:06 Ji PE’yê banga berdana girtiyên siyasî
13:41 Li Colemêrgê maşîneya zirxî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
13:41 Parêzeran astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê
13:36 Oz ê di çalakiya greva birçîbûnê de bû jiyana xwe ji dest da
13:21 Jinnewsê dîsa asteng kirin
13:14 Polisan li Stenbolê êrîşî daxuyaniya Doza Kobanê kir: Gelek kesî binçav kirin
13:00 Tevgera Azadî xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan
12:55 'Heya ku mercên parastina serbixwe neyin avakirin, em ê parastin nekin’
12:24 Malbata Şenyaşar li benda piştevaniyê ye
12:00 Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin
11:59 Doza Kobanê: Parêzer ji eywana danişînê derdikevin
11:54 Di Doza Kobanê de, li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin
11:32 Girtiyê bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li benda tedawiyê ye
11:27 Ji HDP’ê re qedexe ye ji dijberên wê re serbest e
11:24 Danişîna rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:10 Di Doza Kobanê de li dijî nûçegihanên me pêkanîna taybet
11:04 ji ber hedefnîşandanê sînorên Soylû bi bîra wî xist
10:42 Sancar: Doza tolhildanê ya Kobanê em ê bi hev re vala derxînin
10:24 Polîsan li Amedê gelek kes binçavkirin
10:20 Li Qamişloyê hêzên ewlehiya hundirîn taxa Tay kirin bin kontrola xwe
10:11 Wê HDP bi tevahî li Sîncanê be
09:48 Dîfa El Wetenî biryara agirbesta daîmî bin pê kir
09:19 Koma 31'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû
09:00 Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn
09:00 Cizirî: Divê kampanyeya îmzeyê di rojeva gelê Kurd de be
09:00 Li dijî pişaftinê komele vekirin
09:00 Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?
09:00 Dayika Devrîm Ayik: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’
09:00 Xebata çîlekan a karkerên jin: Perê bazarê jî dernakeve
09:00 Ji qeyûm projeya xirabkirina tevna dîrokî: Silûetê Mêrdînê xirab bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'AN
25/04/2021
20:22 Li Girtîgeha Bandirmayê zextê li girtiyan dikin
17:45 Zarokê ji qata 5'emîn ket xwarê jiyana xwe ji dest da
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’