13 sal şûnde dîsa Zap

  • rojane
  • 12:08 25 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - 13 sal berê TSK'ê li dijî Zap'ê operasyon li dar xistibûn. Serfermandarê wê demê Yaşar Buyukanit ji bo operasyonê gotibû "Eger dibêjin zû vekişiyan, bila biçin 24 saetan li wir bimînin. Wekî em mû ji nava rûn bikişînin em vekişiyan". TSK'ê piştî 13 salan dîsa li dijî Zap’ê operasyona hewayî û bejayî li dar xist. Operasyona Zapê ku wê demê pir hat niqaşkirin dê niha encamek çawa bi dest bixe? 

 
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêma Metîna, Avaşîn û Zap'ê yên li qada Herêma Federe a Kurdistanê ye operasyon li dar xist. Operasyona ku di şeva 23'ê Nîsanê de dest pê kir, berdewam dike. TSK'ê li 3 herêman ewil ji hewayê bi balafirên şer bombe kir, piştre bi helîkopteran hesker danîn qadê. Piştî TSK'ê bi helîkopteran esker daxistin di navbera eskerên TSK'ê û Hêzên Parastina Gel (HPG) de şerê dijwar dest pê kir. Li cihê ku esker bi helikopteran daketin şer dijwartir bû. 
 
9 ESKER WINDA BÛN 
 
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî parve kirin, li cihê ku helîkopteran esker daxistin, endamên HPG’ê bersîv dan eskeran û şer derket. Çavkaniyan anîn ziman ku gelek eksek hatin kuştin. Çavkaniyan diyar kirin ku bê navber Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SİHA) li qadê difirin. Dîsa çavkaniyan anîn ziman ku dema helîkopteran li qadra Zap'ê yekîneya eskeran a ji 9 kesan pêk dihat danîn erdê, piştî demekê winda bûn û agahî ji wan nayê girtin. Hat zanîn ku TSK'ê ji bo eskerên winda alîkarî ji peşgergeyên PDK'ê xwestin. Çavkaniyan destnîşan kir ku dema helîkopteran esker daxistin, hinek helikopteran darbe xwarin. 
 
VÊ CARÊ DENG JI MEDYA NAYÊ 
 
Operasyona dervê sînor di şeva 23'ê Nîsanê de piştî telefona di navbera Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan û Serokdewletê DYA'yê Jeo Bîden de dest pê kir. Çapemeniya Kurd geşedanên der barê operasyonê de kêlî bi kêlî parve dike, lê balkêş e vê carê çapemeniya hawiz û nêzî îqtîtdarê bêdeng dimîne. Medya hawiz ku di operasyonên berê de beriya operasyonê û kêliyên operasyonê kêlî bi kêlî parve dikirin, cê carê bêdeng in. Piştî şevê din Wezîrê Parastinê li ser hesabê Twitterê daxuyaniyek bi hevokekê da û şûnde medya haqiz operasyon wekî "Deqiqeya dawî" dan. Di meha Sibatê de dîsa TSK'ê li dijî herêma Garê operasyon li dar xistibû. Berê bi balafirên şer herêm bombe kiribûn. Piştre bi helîkopteran esker daxistibûn. Di operasyonê de 13 eskerên dîlgirtî yên 6 sal bûn di destê PKK'ê de bûn di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê Serokomar Tayyip Erdogan gotibû 'Bi ser neketin' Piştî vê yekê deng ji medya qut bû. Piştî Wezîrê Parastinê bi hevokekê daxuyanî da, Serokomar Erdogan li Navenda Fermandariyê geriya û agahî girtin. Piştî Erdogan axivî medya bêtir cih da operasyonê. 
 
PIŞTÎ HEVDÎTINA ERDOGAN Û BÎDEN OPERASYONÊ DEST PÊ KIR
 
Balkêş e heta niha gelek caran piştî axaftin û hevdîtinên di navbera rayedarên Tirkiye û DYA de operasyonên der sînor pêk hatine. Vê carê jî piştî Serokê DYA Jeo Bîden û Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan li ser telefonê der barê komkujiya Ermeniyan de axivîn, hêzên TSK'ê di heman şevê de li dijî Herêma Federe a Kurdistanê li qadên Metîna, Avaşîn û Zapê operasyon li dar xist. Di sala 2008'an de jî piştî axaftin û hevdîtinan operasyon pêk hatibû. 
 
HEVDÎTINA 5'Ê MIJDARÊ 
 
Di 5'ê Mijdara 2007'an de dîsa Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Tayyip Erdogan çûbû DYA. Serokê DYA yê wê demê George W. Bush,  Erdogan li qesra xwe kiribû mêvan. Disa mijara hevdîtinê “Şerê bi PKK'ê re" bû. Push piştî hevdîtinê gotbû "PKK dijmenê me yê hevpar e" Piştî vê yekê hemû geşedanên îstîxbarî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahiyên ezmanî bi Tirkiyeyê re hatin parvekirin. Piştî vê hevdîtinê Enqereyê dest bi amadekariyên nû yên operasona dersînor kir. 
 
OPERASYONA 16'Ê KANÛNÊ 
 
Pişti hevdîtina Erdogan û Bush TSK'ê bi balafirên şer di şeva navbera 16 û 17'ê Kanûnê de li dijî Herêma Federe a Kurdistanê operasyona hewayî li dar xist. Gelek balafirên şer bi saetan çiyayên Zapê bombe kir. Piştî re li ser agahî û îstîxbarata hewayî TSK'ê li herêmê operasyonên hewayî li dar xistin. TSK'ê wê demê Biryargeha PKK'ê ya li Zap'ê kiribû hedefa xwe. 
 
OPERASYONA 'GUNEŞ' A 21'Ê SIBATÊ 
 
TSK'ê piştre di 21'ê Sibata 2008’an de bi hêza bejayî li dijî qada Zap'ê operasyon li dar xist. TSK'ê bi navê "Operasyona Guneş (Operasyona Rojê) bi cilên berfê ji qada bejayî wêneyê eskeran parve kirin. Îqtîdarê û medya ji qada operasyonê kêlî bi kêlî agahî parve kirin. Rojnameyan manşetên "Em ketin şikeftên wan" "Me qelas kir" avêtibûn. Operasyonê wê demê tenê 9 rojan berdewam kir. Di 29'ê Sibate de dema esker ji operasyonê vedigeriyan, wêneyê eskerên bê hal û razayî hatin parvekirin. Eskerên ketin Zap'ê û bi zor derketin, her çend ji raya giştî hat veşartin jî gelek ji wan di operasyonê de jiyanaxwe ji dest dan. 
 
'WEKÎ MÛ JI RÛN BIKIŞÎNE' 
 
Serfermandarê wê demê Yaşar Buyukanit, piştî operasyonê li ser pirsên Rojnameya Milliyetê ji bo operasyonê gotibû "Eger dibêjin zû vekişiyan, bila biçin 24 saetan li wir bimînin. Wekî em mû ji nava rûn bikişînin em vekişiyan". Buyukanit bal kişandibû ser şertê dijwar ê operasyonê. Buyukanit îdea kiribû ku ji 300 kesan 242 kes be tesîr kirine. Gotina Buyukanit a "Wekî em mû ji rûn bikişînin. Em pir xweş vekişiyan" rewşa xwe anin ziman. Lê AKP'ê têkçûna TSK'ê ji bo xwe kir firsend û li gem Cemaeta Gulen li dijî hêzên Ergenekon û hêzên netewperest operasyon li dar xist. 
 
13 SAL ŞÛNDE DÎSA DUBARE DIBE
 
Piştî van geşedanan 13 sal şûnde dîsa TSK'ê li dijî herêma Zap'ê operasyona bejayî da destpêkirin. Operasyona li diji qadên Metîna, Avaşin û Zap'ê bi şerê dijwar didome. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku 9 esker winda bûne. Li gorî agahiyên herêmê tê diyar kirin ku TSK dîsa pir zorê dijî. Ev yek pirsa gelo dê encama vê operasonê çawa be bi xwe re tîne aqilan. 
 
SUYAR HATIN Û PEYA ÇÛN
 
Wê demê piştî operasyonê gelê Kurd di nava xwe de ji bo TSK'ê got "Suyar çûn û peya hatin" û ev yek bûbû rojev. Niqaş û fikarên ku dîsa encama 13 sal berê xwe dubare bike zêde ye.  
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

26/04/2021
20:26 Ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê ji binî de qedexe
19:43 Dadgehê hefteyek navber da Doza Kobanê
18:46 Rojnamevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 Di Doza Kobanê de daxwaza redda dadger hat kirin
16:46 Li Aydinê pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin
16:09 Agahî ji nûçegihanê ANF'ê yê li Silêmaniyeyê hat binçavkirin nayê girtin
16:07 Ji Ocalan ji bo Malbata Şenyaşar: Kesên vê zilmê kirine wê sibê bên darizandin
15:52 Demîrtaş pirsa ‘128 milyar dolarî’ kir
15:29 Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e
15:18 Li Wanê ji bo 1’ê Gulanê bang
14:56 Li kargehan amadekariyên 1’ê Gulanê
14:50 Ahmet Kaçmaz jiyana xwe ji dest da
14:45 7 cenaze 16 roj in li morgê tên rawestandin
14:19 Berteka hevpar a li dijî Doza Kobanê: Doza kumpasê ye
14:08 Raportorê PE’yê: Krîmînalîzekirina mûxalefetê rast nîne
14:06 Ji PE’yê banga berdana girtiyên siyasî
13:41 Li Colemêrgê maşîneya zirxî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
13:41 Parêzeran astengiyên polîsan derbas kirin û ketin salona danişînê
13:36 Oz ê di çalakiya greva birçîbûnê de bû jiyana xwe ji dest da
13:21 Jinnewsê dîsa asteng kirin
13:14 Polisan li Stenbolê êrîşî daxuyaniya Doza Kobanê kir: Gelek kesî binçav kirin
13:00 Tevgera Azadî xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan
12:55 'Heya ku mercên parastina serbixwe neyin avakirin, em ê parastin nekin’
12:24 Malbata Şenyaşar li benda piştevaniyê ye
12:00 Tanrikûlû: Doza Kobanê ji ber fikarên siyasî yên desthilatê hat vekirin
11:59 Doza Kobanê: Parêzer ji eywana danişînê derdikevin
11:54 Di Doza Kobanê de, li cihê parêzeran polîs dan rûniştandin
11:32 Girtiyê bi îşkenceyê seqet hiştin, 26 sal in li benda tedawiyê ye
11:27 Ji HDP’ê re qedexe ye ji dijberên wê re serbest e
11:24 Danişîna rojnamevan Suren hat taloqkirin
11:10 Di Doza Kobanê de li dijî nûçegihanên me pêkanîna taybet
11:04 ji ber hedefnîşandanê sînorên Soylû bi bîra wî xist
10:42 Sancar: Doza tolhildanê ya Kobanê em ê bi hev re vala derxînin
10:24 Polîsan li Amedê gelek kes binçavkirin
10:20 Li Qamişloyê hêzên ewlehiya hundirîn taxa Tay kirin bin kontrola xwe
10:11 Wê HDP bi tevahî li Sîncanê be
09:48 Dîfa El Wetenî biryara agirbesta daîmî bin pê kir
09:19 Koma 31'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Prof. Dr. Uzgel: Paradîgmaya polîtîkaya Tirkiye ya derve têk çû
09:00 Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn
09:00 Cizirî: Divê kampanyeya îmzeyê di rojeva gelê Kurd de be
09:00 Li dijî pişaftinê komele vekirin
09:00 Serokên baroyan: Gelo dadger wê karibin giraniya Doza Kobanê rabikin?
09:00 Dayika Devrîm Ayik: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’
09:00 Xebata çîlekan a karkerên jin: Perê bazarê jî dernakeve
09:00 Ji qeyûm projeya xirabkirina tevna dîrokî: Silûetê Mêrdînê xirab bû
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2021'AN
25/04/2021
20:22 Li Girtîgeha Bandirmayê zextê li girtiyan dikin
17:45 Zarokê ji qata 5'emîn ket xwarê jiyana xwe ji dest da
16:31 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Doza Kobanê
16:08 Agir bi depoya xirdevatan ket: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:41 Li Farqînê şerê araziyê derket
15:00 Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarê me hene
13:27 Damezrînerê DEVA’yê Kaşikoglû HDP'ê hedef nîşan da
13:12 Li Geverê mirina bi guman a leşkerekî
13:07 Ji Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê
13:00 'Tu dê bi ser bikeve'
12:19 Mihafizên Îranê 5 kolberî birîndar kirin
12:08 13 sal şûnde dîsa Zap
11:47 Paşînyan îstifaya xwe ragihand
11:30 Qeyûm navê kolana Sîpan kir Abdûlkadîr Aksû
11:12 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin
10:54 Dosya Kobanê 6 sal û 3 meh şûnde nû kirin: Dê îqtîdar bê darizandin
10:26 Doz li “Personelen bankmatîk” ên qeyûmê Mêrdînê hat vekirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 150'yemîn de didome
09:06 Karkerên înşeatê: Çima ji bo wan destûr heye, ji bo me tuneye?
09:05 Guldexwîn bişkivîn
09:04 Gundê êzidiyan ê hezar û 200 sal in li berxwe dide: Kîwêx
09:03 Xizantî û bêedaletî mirovan ber bi întîharê ve dibe
09:02 Li ‘Kuçeya Karkeran’ kar tine!
09:02 Endamên Koordînasyon Şopandinê: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:01 Parêzer ji bo muwekîlê xwe bang kir: Trajediya mirovahiyê tê jiyîn
09:00 Derûnnas Cengîz: Bi têkoşîna topyekûm tundî wê biqede
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’