NAVENDA NÛÇEYAN - HDK, ÎHD û Baroyan li gelek navendan daxuyanî dan û Komkujiya Ermeniyan a 24'ê Nîsana 1915'an şermezar kirin. Nûnerên saziyan xwestin heqîqet bê ronîkirin û hesab bê pirsîn.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Stenbol û û Edeneyê û Baroya Amedê li dijî komkujiya 24'ê Nîsana 1915'an daxuyaniyên nivîskî weşandin. Nûnerên saziyan di daxuyaniyê de kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û xwestin heqîqet ronî bibe.
HDK'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hêj li ser gelan komkujî berdewam dike. HDK'ê da zanîn ku Tirkiye wekî berdewama polîtîkayên dewleta Osmanî, feraseta înkar û işaftinê didomîne. HDK'ê da zanîn ku ew ê li dijî polîtîkaên înkar û bişaftinê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Edeneyê jî daxuyaniyên nivîskî weşandin û dyar kirin ku b komkujiyê tenê canê gelê ermenî nekirin armanc û wiha gotin: "Li Îzmit, Eskişehir, Kayseri, Sêwas, Erzirom û Wanê li dijî hemû mal û milkê Ermeniyan ên dirokî û çandî yên li Anatoliyê dest bi talankirinê kirin. Tenê canê gelê ermenî nekirin armanc. Mal, milk û nirxên dîrokî û çandî jî tune kirin. Hemû şopên wan tune kirin."
Baroya Amedê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Em di 106'emîn salvegera "Felaketa Mezin" de êşa wan parve dikin. Tehcîra Ermeniyan êş û felaketa herî mezin a civakê ye. Ji ber vê yekê 24'ê nisanê li hemû cîhanê roja reş e."
OHD: BILA QIRKIRIN WERE NASÎN
Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî têkildarî Komkujiya ermenan daxuyaniyek nivîskî belav kir û xwest ev qirkirin wek komkujiya ermenan were nasîn û tevahiya mafên ermenan ku mexdûr bûne li wan werin vegerandin.