Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin

  • cîhan
  • 13:33 22 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE - Hin Serokên Partiyên Siyasî yên Ewropayê û endamên Parlamentoya Ewropayê, beriya "Doza Kobanê" ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin. 
 
Beriya danişîna ewil a "Doza Kobanê" ya ku wê di 26’ê Nîsanê de bê lidarxistin, hin Serokên partiyên siyasî yên Ewropayê û endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin. 
 
Li Parlamentoya Ewropayê; endamên Koordînasyona Koma Dostaniya bi Kurdan re François Alfonsi (Wekîlê Fransî yê Tifaqa Azadiyan a Kesk/Ewropayê), Andreas Schieder (Wekîlê Awûstûryayî yê ji Tifaqa Pêşverû ya Demokratan&Sosyalîstan), Nikolaj Villumsen (Wekîlê Danîmarkî yê ji Çep Kesk a Çep a Yekbûyî ya Ewropayê / Nordik) û lîderên Partiyên Siyasî yên Ewropayê Heinz bierbaum (Serokê Partiya Çep a Ewropayê), Evelyne Huytebrocek û Thomas Waitz (Hevserokên Partiya Keskan a Ewropayê), Lorena Lopez de Lacalle (Seroka Tifaqa Azadiyan a Ewropayê) û Sergei Stanishev (Serokê Partiya Sosyalîstn a Ewropayê 'PES') daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de işaret bi "Doza Kobanê" hate kirin ku bi dehan jê HDP'î 108 siyasetmedar lê têne darizandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi zextên rêk û pêk hewl tê dayin HDP bê tepisandin, Berxwedana Kobanê were krîmînalîzekirin û hate destnîşankirin ku doz siyasî ye.
 
‘AKP’Ê DAXWAZA LÊKOLÎNÊ RED KIR’
 
Wekîlên Ewropî bi bîr xistin ku dozgeriya Tirk dixwaze rêveber û hilbijêrên HDP'ê jî di nav de ne zêdeyî 100 kes bêne girtin û diyar kirin ku tê xwestin xwepêşandanên ji bo piştgiriya 'Berxwedana Kobanê' piştî bi salan weke 'piştgiriya ji bo terorîzmê' bê darizandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên çeteyên DAÎŞ'ê berxwedan dihate kirin, dewleta tirk piştgirî dida çeteyan û hate bibîrxistin, HDP'ê wê demê xwest ku meclîs bûyerên wê demê lêkolîn bike, lê belê ev daxwaz ji aliyê AKP ya Erdogan ve hat redkirin.
 
‘BERXWEDAN NIKARE WERE KRÎMÎNALÎZEKIRIN’
 
Serokên partiyan û wekîlên Ewropî destnîşan kirin ku ew li ber vê neheqiya li HDP'ê tê kirin radibin û nayê qebûlkirin ku hilbijartî ji ber bûyerên lêkolîna wan jî hatibû astengkirin berpirsyar bên dîtin û ji ber vê yekê bên girtin. Di daxuyaniyê de ji partiyên siyasî û parlamenteran hate xwestin ku bala xwe bidin ser mijarê û hate gotin, "Em piştgiriyê didin HDP'ê ku bi rêk û pêk zext lê tê kirin. Her wiha em dibêjin ku berxwedana ji bo piştgiriya Kobanê nabe ku bê krîmînalîzekirin." Di daxuyaniyê de ev gotina Selahattîn Demîrtaş hate parvekirin: "Ya ku Erdogan jê aciz bûye kuştina mirovan nîne. Ya ku jê gelekî aciz bûye têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê ye."
 
BANGA JI BO PIŞTGIRIYA BI HDP'Ê RE
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku doz wê di 26'ê Nîsanê de dest pê bike, lê belê ji ber tedbîrên şewbê nikarin weke çavdêr lê amade bin, li şûna vê yekê bang li her kesî hate kirin ku li ser medya dîjîtal û li her devera ku lê ne piştgiriya HDP'ê bikin. Hate ragihandin ku wê li medya dîjîtal li ser hashtagên #SolidarityWithHDP û #DefendKobani piştgirî bê dayin.
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/04/2021
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye