Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan

  • rojane
  • 11:35 22 Nîsan 2021
  • |
img
ŞENGAL – Civaka êzidî ku rêxistinên wan ên siyasî û leşkerî weke gef tên dîtin û artêşa Iraqê leşker kiriya xaka wan, li dijî tifaqa ku Tirkiye, Amerîka, PDK û Îran di nav de hene têkoşîna hebûnê didin. Êzidî dixwazin bi awayekî xweser û parastina wan a rewa hebe bijîn. 
 
Di ser fermana 73’an ku di sala 2014’an de li Şengalê bi destê DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî pêk hat re 6 sal derbas bûn. Dema fermanê hêzên girêdayî artêşa Iraqê û PDK’ê civaka êzidî bi tenê hiştin û ji bajar derketibûn. Piştî vê DAIŞ’ê jî êrişî Şengalê kiribû û êzidiyan di qirkirinê re derbas kiribû. Hêzên HPG/YJA Star û YPG/YPJ li hewara êzidiyan hatibûn û wan ji qirkirinê rizgar kiribûn. Heta 13’ê mijdara 2015’an li dijî DAIŞ’ê şer kirin û Şengalê rizgar kirin. Piştre êzidî hatibûn gelhev û hêzên parastina rewa Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kiribûn. 
 
PEYMANA 9’E COTMEHÊ
 
Piştî Şengal hat rizgarkirin di serî de Tirkiye bû hedefa gelek welatan. Herî dawî di 9’ê Cotmeha 2020’an de Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Şengalê peymanekê îmze kirin. Ji ber vê peymanê bi mehan e rewşeke aloz li Şengalê heye û tê xwestin ku rêxistinbûna piştî fermanê bi destê êzidiyan hatiye avakirin bê hilweşandin. Tirkiye û Amerîka piştgiriya peymanê dikin û dixwazin ku Meclisa Xweser a Şengalê û Asayîşa Şengalê ji holê bên rakirin. 
 
CIH JI ARTÊŞA IRAQÊ RE TUNEYE
 
Êzidî jî li dijî vê peymana ku vîna tune tê hesibandin serfer bûne û peymanê qebûl nakin. Ji bo ku peyman bikeve meriyete gelek caran artêşa Iraqê xwest bikeve deverên di bin kontrola YBŞ’ê de. Lê êzidî li dijî vê derketin û hewldanên artêşa Iraqê vala derxistin. Herî dawî jî artêşa Iraqê xwest bikeve gundê Gir Zerîk ê girêdayî Til Êzerê. Êzidî li dijî vê jî derketin û pêşveçûna artêşê rawestandin. Dayik û êşîrên êzidiyan gotin ku wê destûr nedin hêzên ku wan di fermanê de bi tenê hiştine û peyam dan fermandarên artêşa Iraqê ku hêzên wan biparêzin hêzên YBŞ û YJŞ’ê ne.
 
TEHLIYE DIDOME
 
Her çiqas berxwedan êzidiyan hêzên Iraqê di paş de vekişandibe jî tehliyeya li Şengalê didome. Artêşa Iraqê dibejê ew hê jî girêdayî Peymana 9’ê Cotmehê ye. Artêşa Iraqê her ku diçe êrişkar dibe û bi provakatîfî tevdigere. Ev jî nîşan dide ku wê li herêmê şerek biqewime. Lê YBŞ û Rêveberiya Xweser a Şengalê dixwazin pirsgirêkê bi rêya diyaloxê çareser bikin. Hevdîtinên di navbera aliyan de jî didomin. 
 
DI PIŞT PERDÊ DE TIRKIYE HEYE
 
Beriya Niha Tirkiye gelek caran gef li Şengalê xwar û helw da ku bikeve herêmê. Lê tu encam bi dest nexistiye. Ji ber vê niha hewl dide planên xwe bi ser artêşa ıraqê û PDK’ê de pêk bîne. Ji bo ku gengeşiya li herêmê veguhere şer dikeve nav her cure hewldanê. Ji bo ku Peymana 9’ê Cotmehê zextê li Hikûmeta Kazimî û Herêma Kurdistanê dike. Her dû hêz jî ji ber zexta Tirkiyeyê hewl didin li Şengalê cih bigirin. 
 
PARÇE BIKE Û BI RÊ VE BIBE
 
Artêşa Iraqê ku heta niha li dijî hêzên YBŞ’ê û gelê Şengalê bi ser neketiye serî li rêyên cuda jî dide. Artêş li malbat û êşîrên di nav YBŞ’ê de digere û bi şertê ku ji YBŞ’ê veqetin sozê naskirinê û mûçedayînê dide wan. Şengalî jî van hewldanên Tirkiye, Iraqê û PDK’ê weke siyaseta “parçe bike û bi rê ve bibe” dibînin. 
 
ÎDAREYA BAJAR!
 
Hat diyarkirin ku artêşa Iraqê bi ser Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê re dixwaze ku endam û nûnerê meclisê xwe weke “îdareya bajar” bidin nasîn. Ev jî weke parçeyek plana li dijî Şengalê tê dîtin. Ev weke rêxistinbûn û îdareyeke herêmî ku tu vîn û rayeya wê tuneye tê pênasekirin. Tê gotin ku Iraqê ji bo planên xwe yên li ser Şengalê bike meriyete bi pêşniyarên Tirkiyeyê vê daxwazê dike. 
 
JI ŞENGAL JI PDK’Ê RE YE
 
Te xwestin ku li Şengalê hêzên îdarî û parastinê bên tasfiyekirin û bi destê artêşa Iraqê ji PDK’ê re bê hiştin. Bi vê fêhilkirina PDK’ê û sererastkirina îmaja wê ya ku dema fermanê xera bûbû tê plankirin. 
 
PLANA HÎVA ŞÎÎ
 
Li aliyê din li Şengalê hêza Haşdî Şabî jî heye. Haşdî Şabî, dibêke ku wê li dijî êrişeke Tirkiye û PDK’ê bikeve nav tevgerê û li bendê ye ku Îran ferman bidê. Her çiqas peyamên wan ên pêşîgirtina berbelavbûna Tirkiyeyê hebin jî ew jî di encamê de dixwazin di rewşeke aloz de tevahiya Şengalê bikin bin kontrola xwe. Ji bo vê Îran, di ser Haşdî Şabî de siyaset dike û Şengalê weke parçeyeke plana xwe ya “hîva şîî” ya ji Sûriyeyê heta Lubnanê dibîne. 
 
ÇARESERÎ NASÎNA RÊVEBERIYA XWESER E
 
Van hemû planan li berxwedana êzidiyan dieliqin. Civaka êzidî ku xwe li dora Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê û hêzên parastinê kirine xelek cara yekemîn li dikî artêşekê serî hildan. Ev rewş weke miajreke girîng tê dîtin. Ji bo ku fermaneke nû nebe Şengalî dibêjin çareserî nasîna Rêveberiya Xweser e.
 
MA / Nazım Daştan
 

Sernavên din

24/04/2021
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye