Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne

  • rojane
  • 16:23 20 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Stenbolê Guray Kiliç, bertek nîşanî heq girtina nexweşên Kovîd-19 a li nexweşxaneyên taybet da û anî ziman ku li gel dijî qanûna ye jî xwediyê nexweşxaneyên taybet şewbê ji xwe re vediguherînin fersendê. 
 
 
Li beşên lênêrînên awarte û serwîsên bi nivîn ên nexweşxaneyên taybet, li gel ku qedexe ye jî ji bo hemû kirariyan ji nexweşên vîrûsa koronayê pere tê girtin. Odeya Tabîban a Stenbolê, têkildarî vê mijarê li avahiya xwe ya Cagaloglû ya li navçeya Fatîhê ya Senbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû û endamên Lijneya Rêveberiyê Dr. Osman Ozturk û Dr. Guray Kılıç beşdarî civînê bûn. Li eywana daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Welatî ketine derdê canê xwe, patronên nexweşxaneyên taybet jî li pey karê ne! Tenduristî nikare terkî şertên hovane yên piyasayê bê kirin” hat daliqandin.
 
BILA BERGIRIYÊN PÊWÎST BÊN GIRTIN
 
Di civînê de ewil Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Tirk (TTB) Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû axivî û polîtîkayên şewbê yên desthilatê rexne kir û xwest ku demîldest bergiriyên pêwîst bên girtin. Kuçukosmanoglû, diyar kir ku li nexweşxaneyên taybet ji nexweşên ku bi vîrûsa koronayê ketine pereyekî zêde tê girtin û bang kir ku Wezareta Tenduristiyê mudaxaleyî vê rewşê bike. 
 
ŞEWB JI KONTROLÊ DERKET
 
Pişt re Endama Lijneya Rêveberiya TTB’ê Dr. Guray Kiliç axivî û diyar kir ku şewb ji kontorolê derketî ye û anî ziman ku ji ber zêdebûna pêketiyan welatiyên li nexweşxaneyên cemaweriyê cih nebînin berê xwe didin nexweşxaneyên taybet. Kiliç, da zanîn ku welatî di derdê canê xwe de ne lê xwediyên nexweşxaneyên taybet hesaba karê dikin û daxuyand ku li lênêrîna awarte û serwîsên binivîn ên nexweşxaneyên taybet ji bo hemû kirariyan pereyekî zêde tê girtin û têkildarî vê yekê her ku diçe gilî zêde dibin.
 
VEDIGERÎNIN FIRSENDÊ 
 
Kiliç, destnîşan kir ku di encama Bernameya Veguherandina Tenduristiyê de ya bi desthilata AKP’ê  dest pê kir sektora tenduristiyê ya taybet zêdetir cih îşgal kiriye û wiha axivî: “Niha ji sedî 40,9 hejmara nivînên lênêrîna awarte û ji sedî 35,7 lênêrîna awarte ya mezinan di destê sektora taybet de ye. Di rewşeke ku ev qas xeter de mixabin patronên nexwexaneyên taybet di nav hewldana şewbê vegerînin firsendê de ne. Giliyên ku ji welatiyan rojê heta 15 hezar TL’yan pere tên sitandin tên. Em dixwazin careke din bînin bîra xwediyê Nexweşxaneyên Medîpol û Alîkarê Serok û Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleyên Sazkirina Nexweşxaneyên Taybet û Tenduristiyê Wezîrê Tenduristiyê Dr. Fahrettîn Koca ên li gel qanûnên heyî pere ji welatiyan dixwazin, di pêvajoya pandemiyê de li gel qanûnan hûn nikarin ji welatiyan heqekî zêde bigirin. Tenduristî nikare ji şertên hovane yên piyasayê re were terkkirin.
 
SGK PAŞGUH DIKE
 
Kiliç, anî ziman ku Saziya Ewlehiya Civakê (SGK) têkildarî mijarê nexweşxaneyên taybet kontrol nake, berovajiyê wê paşguh dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê sazî kesên ku ji derveyî qanûnan ji nexweşên bi vîrûsa koronayê ketine pere digirin tespît bike û ceza bike. Em bang li welatiyên me dikin ku li dijî van pêkanînan bertekên xwe nîşan bidin û li mafê xwe bigerin. Em bang li SGK’ê dikin ku nexweşxaneyên taybet ên ji nexweşên bi vîrûsa koronayê ketine pereyekî zêde digirin kontrol bike û ceza bike. Herî dawî em bang dikin ku Wezareta Tenduristiyê nexweşxaneyên taybet ên israr dikin ku şewbê vegerînin firsendê bike nexweşxaneyên cemaweriyê.”
 
 
 

Sernavên din

21/04/2021
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin