SÊRT – Li bajaroka Zoqeydê ya Sêrtê karkerekî înşaetê ji qata 5’an ket û giran birîndar bû.
Li bajaroka Zoqeydê ya navçeya Misircê ya Êlihê, karkerê înşaetê Teyfîk Ete ji qata 5’an ket û bi giranî birîndar bûn. Piştî mudaxaleya destpêkê ya hevalên xwe yên kar Ete bi ambûlansê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Hat ragihandin ku talûkeya jiyanî ya Ete didome.