‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’

  • rojane
  • 10:52 20 Nîsan 2021
  • |
img

RIHA - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku seredana malbata Şenyaşar a 43 roj in têkoşîna xwe ya “Edaletê” didomîne kiribû, diyar kir ku kesên dixwazin wêneyê edaletê yê herî zelal bibînin divê li Emîne Şenyaşarê binêrin. 

Emîne û Ferît Şenyaşar ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 3 ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kiribûn, 43 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” çalakî li dar dixin. Seredanên piştevaniyê yên malbata Şenyaşar a li gel germa zêde û rojiyê, têkoşîna xwe didomînin, ji roja ewil heta niha berdewam dikin. Herî dawî Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren serdana malbatê kirin.  
 
BAŞARAN: BÊEDALETÊ LI HER DERÊ YE
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran a roja komkujî pêk hatî heta niha dozê ji nêz ve dişopîne diyar kir ku kesên dixwazin wêneyê edaletê yê herî zelal bibînin divê li Emîne Şenyaşar binêrin û wiha got: “Li Tirkiyeyê tu destê xwe li kê bidî dê bi bêedaletiyekê re rûbirû bimînî. Ev wêne hinek tiştan bi awayekî zelal tîne ziman. Gotina dayikê ya ‘Edalet îro di bin betonê de hatiye veşartin’ rewşa em tê de ne û bêedaletiyê bi awayekî zelal îfade dike.”
 
MALBATA HATIYE QETILKIRIN HAT CEZAKIRIN
 
Başaran, bi bîr xist ku di danişîna dozê ya li Meletiyê hat dîtin de 37 sal û 9 meh cezayê hefsê li Fadil Şenyaşar hat birîn û wiha axivî: “Ev komkujî li pêş çavê herkesê pêk hat lê ji ber ku alîgirên desthilatê di nav de bûn mixabin edaletê aliyê kesên bi hêz girt. Hema bêje ev dosya nehat şopandin. Qaşo darizandinek û cezakirinek heye lê esas malbata ku hatiye qetilkirin hat cezakirin.” Başaran, destnîşan kir ku ji ber di nav bûyerê de parlementerek hebû faîl jê safî kirin û wiha berdewam kir: “Ev malbat dema li ser karê xwe êrîş li wan hat kirin û bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ji malbatekê 3 kes li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Li gel qeydên dîmenkêş û delîlan jî her çi bibe malbata Şenyaşar hat cezakirin. Pêvajoya dozê, wêneyê edaleta ku hatiye çi astê ye û çawa li gorî berjewendiyên desthilatê teşe digire ye.” 
 
‘EM HEMÛ BERPIRSYAR IN’
 
Başaran, da zanîn ku wê şopdarên dozê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke edalet di bin betona avahiya edliyeyê be jî em ê bi malbatê re neynokên xwe bikolin û derxînin. Ev doz ne tenê ya malbata Şenyaşar e, dozeke ku wijdana hemû civakê diêşîne ye. Ji ber ku biryarek hatiye dayîn nayê wê wateyê ku ew doz bi dawî bûye. Em ê bi awayekî hiqûqî bi rêyên demokratîk hem şopdarên dozê bin hem jî em ê di nava têkoşînê de bin. Divê herkes bi malbatê re di nava piştevaniyê bibe, pêwîstî bi vê heye. Dikarin ji dengê wan re bibin deng. Yekana rêbaza ku êşa malbatê bi dawî bike gihandina wan a edaletê ye, di vê mijarê de em hemû berpirsyar in.”
 
ÛGÛRLÛ: ÊDÎ KÊR GIHIŞTIYE HESTÎ
 
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî bi bîr xist ku têkoşîna malbata Şenyaşar roja ku komkujî pêk hatî heta niha berdewam dike û wiha axivî: “Êdî kêr gihiştiye hestî ku dayik û kurê wê biryara ku li vir bisekinin da. Daxwaza van mirovan zelal e. Komkujî li pêş çavên cîhanê pêk hat. Ev tişta îro bi serê Emîne Yaşar hat, dibe ku sibê bi serê miroveke din jî were. Heke îro hûn li rex lêgerîna êdalet û maf nesikinin sibê du sibe bi serê we jî were hûn nikarin li benda tiştekî bibin.” Ûgûrlû, anî ziman ku daxwazên malbatê “Mafên bingehîn ên mirovî ne” û wiha got: “Em dizanin niha daraz di çi astê de ye. Divê muxalefet bê rex hev û di fikriyata rêya 3’yemîn de bi hev re têbikoşin. Qasî ku darazeke li gotina ji nav du lêvên desthilatê derkeve dinêre hebe, divê civak bi xwe lêgerîna xwe ya edaletê bidomîne.”
 
‘DIVÊ HERKES BI HESTIYAR BE’
 
Ûgûrlû, bang kir ku herkes têkoşîna piştevaniya malbata Şenyaşar bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hatin seredana malbatê lê piştî ku em ji wir veqetiyan nobeta malbatê berdewam kir û li wir man. Divê herkes deng bide qêrîna edaletê ya malbatê û bi hestiyar be.”
 
ONEREN: EZ TENÊ DIKARIM BÊJIM FAŞÎZM E
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, tiştên bi serê Emîne Şenyaşar hatine weke “faşîzm” bi nav kir û wiha got: “Pergala ku desthilata faşist a AKP’ê û MHP’ê avakiriye herî zêde dilê dayikan dişewitîne. Dayika Emîne her çiqas li Rihayê bibe jî dilê hemû jinên li her çar perçeyên Tirkiyeyê bi wê re diavêje. Em ê heta dawiyê şopdarên vê dozê bin. Ez nikarim xemginiya dayikê bi peyvan bînim ziman tenê dikarim bêjim faşîzm e. Heke wêneyên faşîzmê bixwazin hûn rûniştina dayikê ya li vir bikşînin têre dike.”
 
‘KESÊN HATIN QETILKIRIN BIRAYÊN ME NE’
 
Oneren, qala giringiya avakirina hezêke yekgirtî ya şoreşger û sosyalîstan kir û wiha axivî: “Bi seredana malbatê xelas nabe. Em neferekî vî şerî ne lê ji bo ku ev pergal bê guhertin divê hemû şoreşger û sosyalist hêzeke yekgirtî ava bikin û li kolanan bin. Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin, divê em bi hemû hêzên li dijî pergalê disekinin re tevbigerin. Ev pirsgirêk ne tenê ya dayika Emîne ye ya me hemûyan e, kesên hatin qetilkirin birayên me ne, canên me ne.”
 
MA / Emrûllah Acar - Lezgîn Tekay
 

Sernavên din

21/04/2021
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin