Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye

  • jin
  • 09:00 20 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Rojnemvanên jin ên li Enqereyê dixebitin têkildarî Roja Rojnamevaniya Kurdî axivîn û gotin: "Beriya her tiştî, di çapameniya kurd de rolek cuda ya jinan heye. Di çapemeniyek din de kameramanek jin tune ye." 

Li Kurdistanê 22'ê Nîsanê ji aliye kurdan ve wek Roja Rojnamevaniya Kurdî tê pîrozkirin. Rojnameya kurdî ya yekemîn bi navê Kurdistan, di 22'yê Nîsana 1898'an de ji alîyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve li paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşana xwe kir. Rojnama Kurdistanê ji 4 rûpelan pêk dihat û ji 15 rojan carekî, heta 1902'yan hat derxistin. Bi giştî 31 hejmarên rojnameya Kurdistanê hene.
 
Ev roj ji 22’ê Nîsana sala 1973’yan de wek Roja Rojnamevanîya Kurdî hatiye ragihandin û tê pîrozkirin. 
 
Bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Kurdî, rojnamevanên jin ên li Enqereyê kar dikin ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
Nuçegihana Doğrusu Haber a Enqereyê Buşra Taşkiran destnişan kir ku çapemeniya kurd dibe dengê hemû kesan û wiha got: “Ez li gelek cihên ku çapemeniya heremî û netewî naçê rastî çapemeniya kurd têm. Ev dide xuyakirin ku çapemeniya kurd li ba gel e. Çapemeniya netewî bi nêzikatiya çapemeniya kurd dikare bibîne ku tiştên biçûk jî çawa di jiyana mirovan de guherandinan çêdike. Çapemeniya kurdî di mijarên pir biçûk de jî bi hesas nêzîk dibe. Ez gelek caran bûme şahidê vê yekê." 
 
‘HEVGIRTIN HÊVÎ DIDE’
 
Taşkiran çavdêriyên xwe yên li qadê jî wiha vegot: “Hevalên ku di çapemeniya kurdî de dixebitin, her kî dibe bila bibe alîkarî dikin. Ev dibe hêviyek. Hêviyek wisa ye ku me di nav gel de jî bêriya vê kiriye. Rojnamevanên kurd çawa ku bi nûçeyên xwe ve dibin hêvî her wekî din bi alikarî û hevgirtina xwe ve jî dibin hêviya hevalên xwe yên di nav çapemeniyê de.”
 
‘DI ÇAPEMENIYÊN DIN DE KAMERAMANÊN JIN TUNE NE’
 
Taşkiran a ku nûçegihanî û kameramaniyê bi hevdu re dike destnîşan kir ku ev rewş ji bilî wê tenê di çapemeniya kurdî de heye û wiha got: "Dema meriv lê dinêre tevahiya kameraman mêr in. Lê di van daxuyaniyan de ez tenê rastê çend hevalên jin ê di çapemeniya kurd de dixebitin têm, ku kameramaniyê jî dikin. Ev tiştek giring e. Ev rewş bala gel jî dikişine. Car caran hevalên jin ên rojnemvanên kurd gelek caran alîkariya min dikin. Ez ji vê yekê gelek kêfxweş dibim. Hebûna jinên rojnamevan ên kurd ku li qada çapemeniyê gelek girîng dibînim. Çapemeniya kurdî jî giringiyê dide vê yekê. Ji xeynê çapemeniya kurd di tu çapemeniyek din de kameramanên jin tune ne." 
 
ASTENGIYÊN LI SER ROJNAMEVANAN 
 
Nuçegihana Yeni1Mecra Burcu Yildirim jî Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û derbarê şert û mercên çapemeniya kurdî de wiha got: “Di demek ku azadiya çapemeniyê nemaye de jî lê dîsa jî nivîsandin û şopandina nûçeyan tê kirin û helbet ev jî gelek zor e. Vegotina rastiya mirovan jî bûye perçeyek tekoşînê. Em li Enqerê di şopandina nûçeyan de gelek bi astengiyan re rûbirû dimînin. Hevalên me yên ku li heremê dixebitin hem van astengiyan dibînin û hem jî bi zextên dewletê re rûbirû dimînin."
 
‘TEKOŞÎNA WAN HEWCEYÎ PÎROZKIRINÊ YE' 
 
Yilirim anî ziman ku zextên dewletê yên li ser rojnamevanên kurd qet kêm nabin û wiha domand: "Hevalên me ji ber ku nûçeya du welatiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin çêkirin bi mehan di girtîgehê de man. Ev ji mînakên zextên dawî ye. Sekn û têkoşîna wan hevalên me yên li Wanê hatin girtin û berdan hêjayî pîrozkirinê ye. Tiştên li bajarê herêmê diqewimin tenê di çapemeniyêa kurdî de tê dîtin. Em dengê jinan û zarokan bi ragihandina çapemeniyê kurd hîn dibin. Hewldana rojnamevanên kurd tenê ne ji bo gelê kurd e, hewldana wan her wiha piştevaniya edaletê û demokratîkbûna Tirkiyê ye jî. Ev hewldana rojnamevanên jin dibe pêşketina têkoşîna jinan jî." 
 
‘ROJNAMEGERIYA RASTÎ’
 
Yek ji berpirsa Rojnameya BirGunê ya Enqereyê Nurcan Bîlge Gokdemîr ji anî ziman ku ew hêvî dike ku Roja Rojnamevaniya Kurdî bibe sedema xelaskirina sansûr û zextan û got: "Ez çapemeniya kurd ji nêz ve dişopînim. Em êdî dizanin ku li Tirkiyê rojnamegerî çawa tê kirin. Lê rojnamegerên kurd bi rastî nûçeyên ku em dikarin wekî gerdunî bêjin yên rast digîhînin raya giştî. Rojnamegerên kurd rojnamegeriya rastî dikin. Li Tirkiyê rojnamevaniya kurdî û muxalîf bi zext û zordestiyên mezin re rûbirû mane. Lê li Tirkiyê herî zêde rojnamevanên kurd bi zext û astengiyan re rûbirû dimînin. Her tim mafê wan tê destserkirin û astengkirin. Rojnemvanên kurd tevî hemû zext, zordestî, qedexe, binçavkirin û girtinan jî dîsa li ber xwe didin. Hêz û têkoşîna rojnamevanên jin ên kurd hêzê dide jinên din ên rojnamevan." 
 
'LI GEL ZEXTAN JÎ LI BER XWE DIDIN' 
 
Nûçegihana Arti Tv Derya Okatan jî bi bîr xist ku beriya her tiştî 123 sal in kevneşopiyek  berdewam dike û wiha got: "Çapemeniya kurd li dijî hemû zext û zorê jî li ber xwe dide. Rojnamevaniya kurdî di dîroka çapemeniya Tirkiyê de di warê derketina rastiyê de cihek girîng digire. Tênê çend mînakên nûçeyên di demên nêz de jî viya dide xuyakirin. Wek nûçeya ku welatî ji helîkopterê hatin avêtin. Destdirêjiyên li Girtîgeha Pozantiyê ku qewîmîbû. Tenê ev çend mînak in."
 
ROJNAMEGERÊN DI GIRTÎGEHAN DE
 
Okatan bal kişand ser girîngiya çapemeniya kurdî û wiha berdewam kir: “Di warê rojnamegeriya aştiyê de jî gelek girîng e. Lê çapemeniya kurd gelek caran bi tenê hate hiştin. Niha gelek rojnamegerên kurd di girtîgehan de ne. Em navên wan jî nizanin. Lê mixabin em dibînin ku ew bi tenê hatine hiştin. Lê her hevalek me yê di girtigehê de ji bo me xwedî girîngiyê ne. Dibe ku em navên wan nizanibin lê belê em her tim ji bo piştevaniyê li ser pêya ne." 
 
ROL Û GIRÎNGIYA JINAN A DI ÇAPEMENIYA KURD DE 
 
Okatan bal kişand ser girîngiya rola jinan a di çapemeniya kurd û wiha got: "Di qada çapemeniyê de êdî gelek jin hene. Lê di asta rêveberiyê de pir cih nagirin. Ev rewş di zimên de jî tê xuyakirin. Rojnamegerên jin bi rastî li dijî zayendperestiyê di çapemeniyê mîsogeriyê tînin. Di warê zimanê zayedperestiyê yê çapemeniyê de têkoşînek dirêj hat kirin. Jin têkoşiyan û rewş hat vê merheleyê. Lê hêj gelek mijar hene ku divê em ji bo wan têbikoşin. Em hêj li dijî zimanê zayendperestiyê têdikoşin. Niha di çapemeniya kurd de çapemeniyek cuda ya jinan heye.”
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

21/04/2021
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin