ÊLIH - Li Êlihê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de hat destpêkirin polîsan serê sibê bi ser malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û pişt re 5 kes binçav kirin.
Navê binçavkiriyan wiha ye: Servet Ozekîncî, Hamît Dagli, Recep Çîftçî, Gulsum Çakir û Diyar Yaman.
Sedema binçavkirinê nehat zanîn û her 5 kesan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.