Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn

  • jin
  • 09:02 19 Nîsan 2021
  • |
img

ÎZMÎR - EŞÎK ku piştî vekişandina ji Peymana Stenbolê xebateke zêde da destpêkirin, meclis û 584 parlamenteran dişopîne û wê qarneyê wan di hilbijartinê de bide wan. Dildara EŞÎK’ê Tulîn Kesîktaş, ragihand ku hevdîtinên jinan û grev di rojeva wan de ne û got ku êdî jin nayên zeftê!

Jin dev ji Peyma Stenbolê, ku şeva 20’ê adarê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê jê vekişandan, bernadin. Bertek li dijî vê vekişandinê roj bi roj zêdetir dibin û li seranserê welat berbelav dibin.  Bi vê re êrişên li dijî jinan jî narawestin û her berdewam dikin. Em bi Dildara Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Tulîn Kesîktaş re li ser xebatên wê, rojeva jinan û encamên ku derketin holê axivîn. 
 
MECLISÊ JI NÊZ VE DIŞOPÎNIN
 
Kesîktaş, diyar kir ku rojê herêi kêm 3 jin tên qetilkirin û got ku ew vê weke “qirkirina zayendê” dinirxînin. Kesîktaş, têkildarî xebatên ku li dijî rewşa hêyî dimeşînin kir û bi lêv kir ku halê hazir li dijî cinayeta jinan xebatên ku meclisê vedixwînin peywirê dimeşînin û wiha got: “Daxwaznameyên ku me ji AKP û MHP’ê re şandin qebûl nekirin. Ji bilî wan em bi nûnerên hemû partiyan re axivîn. Me di hevdîtinan de daxwaz kir ku êrişên jinan li meclisê bên nirxandin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin. Piştî hevdîtina me dît ku asta ferqkirinê ya parlamenteran zêde bûye. Di çarçoveya xebatên xwe de her meh Rapora Şopandinê Meclisê diweşînin. Em bi vê qeyd dikin ku kîjan partî di mijara jinan de çiqas hestiyar û bibandor e.”
 
PARLAMENTER TÊN ŞOPANDIN
 
Têkildarî civînên ku bikin jî Kesîktaş, ev agahî da: “Weke EŞÎK em ê li dijî êrişan li 81 bajaran civînan li dar bixin. Em ê rojeva herêmê bibine meclisê. Heta niha me têkildarî meclisê xebateke giştî kiriye. Ji niha şûn ve em ê xebatên şopandina herêmê bikin. Rêxistinên jinan ên herêman wê parlamenterên bajaran ji nêz ve bişopînin. Her jinekê wê xebatên parlamenteran ên ji bo jinan bişopîne, derxe holê ku her parlamenter çiqas mafê jinan diparêze û qarneyê her parlamenterî derxe. Yanî wê 584 parlamenter bên şopandin. Bi vê em ê bi bîra parlamenteran bixin ku çiqas berpirsyariya xwe ya mafên Destûra Bingehîn û mafê jiyanê yê jinan bi cih tînin. Her wiha em ê bikin ku wê li vîna me xwedî derkevin.”
 
WÊ QARNEYAN DI HILNIJARTINÊ DE BIDIN
 
Kesîktaş, destnîşan kir ku xebata wan di heman demê de amadekariya hilbijartinê de û ev tişt gotin: “Wê li gorî xebatên parlamenteran qarne bên amadekirin. Wê di hilbijartinê de bedêla qarneyan hene. Tenê nîşandina namzetên jin a partiyên siyasî têr nake, wê bê dîtin ku di rêveberiyên herêmî de çiqas li gorî nûnertiya wekhev tevdigerin. Di encama xebatan de em ê bibînin ku çiqas li mafên me xwedî derdikevin. Di hilbijartinan de em ê qarneyên kesên ku me tune dihesibînin, mafê me naparêzin û nûnertiya me nakin bidin.”
 
ŞIYARBÛNA JINAN A LI CIHANÊ
 
Piştî ragihandina van agahiyên têkildarî xebatên wan Kesîktaş, têkildarî vekişandina ji Peymanê Stenbolê û mijarên girêdayî wê jî nirxandinan kir û axaftina xwe wiha domand: “Sedema vekişandina ji Peymana Stenbolê zêdebûna hişmendî û ferqkirina jinan a li dinyayê ye. Desthilatên baviksalarî naxwazin winda bikin. Ne tenê li Tirkiyeyê li dinyayê jin di nav hişyarbûnekê de ne. Ji ber vê sedemê desthilatên baviksalar helw didin zextê li jinan bikin. Hem êrişî jinan dikin hem jî êrişî destkeftiyên wan dikin. Peymana Stenbolê li Tirkiyeyê bû sedema hişyarbûna jinan.  Heke peyman bê betalkirin jî wê di dîrokê de cihê wê yê girîng hebe. Ji ber ku tevahiya tundiyê red dike û polîtîkayeke yekûn hildiberîne peymanê weke gef dibînin. Bi vekişandinê re desthilata AKP’ê li dinyayê rezîl bûye û ji peymanê bêtir ew tê axaftin. Ji ber êrişan em timik bi rexitinên jinan ên dinyayê re civînan digirin.”
 
DI SALA 10’EMÎN DE RAPOR
 
Kesîktaş, agahî da ku biryara vekişandinê faîlên tundiyê wêrek kiriye û derbarê vê rewşê de jî amadekariyên xebatan dikin û ev tişt ragihandin: “Em pêvajoya piştî vekişandinê dişopînin û di roja 11’ê gulanê salvegera 10’emîn a peymanê de em ê hûrgiliyen vê pêvajoyê parve bikin. Wê rapor bi beşdariyeke zêde bi civîna çapemeniyê bê parvekirin. Li gorî pêvajoya pandemiyê hevdîtinên mezin ên jinan û grev di rojeva me de ne. Em ê di rojên pêş de van biqaxivin û zelal bikin. Jin  bi hev re motive dibin. Dema ku em bi hev re dixebitin hêviyên me zêdetir dibin. Hevdîtin me wêrek dikin û hêzê didin me. Êdî rawestandin tuneye. Ji bo ku em hê pêşdetir biçin em ê têbikoşin.”
 
ÊDÎ NAYÊN ZEFTÊ!
 
Di dawiya nirxandinên xwe de Kesîktaş, wateya êrişên ku li dijî jinan tên kirin û bersivên jinan ên dijî van êrişan wiha şîrove kir: “Em êdî rolên ku ji aliyê zilaman ve hatine çêkirinê qebûl nakin. Em li pey mafên xwe ne. Wê êdî nikaribin me bikin rolên zayendiya civakî û malbatê. Wê êdî nikaribin jinê bikin nasnameyên ‘dayik’ û ‘jina mala’. Êdî jin nayên zeftê. Êdî nikarin jinan bikin hin qalibin diyarkirî û zextê li wan bikin. Êdî têkoşîna gerdûnî tê axaftin. Hemû jinên cihanê di ferqa vê de ne. Piştevanî û têkoşîna me sînoran derbas dike. Di asta gerdûnî de êdî em jin piştevaniya he dikin, hev agahdar dikin û nîşan didin ku em li cem hev in. Ji ber ku desthilatên baviksalar di ferqa vê de ne êriş dikin. Di nav jinan de hişyarbûneke ciddî heye û ev hişyarbûn bi sînorên welat ne bi sînor e. Textên desthilatdaran dihejin. Zilam naxwazin desthilata wan têk biçe. Lê van hewldanên wan vala ne û wê bi ser nekevin. Weke kum in got êdî jin nayên zeftê. Ji bo wekheviyê em ê heta dawiyê têbikoşin.”
 
MA / Semra Tûran
 

Sernavên din

21/04/2021
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:04 ÇGD’ê nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî xelatê dît
12:02 TEPAV: Xebitandina jinan daket ji sedî 30,7'an
11:51 Li Êlihê 5 kes hatin binçavkirin
11:50 Çiyayê herî mezin ê cemedê tune bû
11:22 Ji qeyûm ‘projeya nû’ ya rakirin û zeliqandinê
10:11 Walîtiya Amedê di heşira kartolan de gel sûcdar kir
09:45 Li Serêkaniyê di navbera grûpên çekdar de şerê dijwar derket
09:17 Greva birçîbûnê di roja 144'emîn de didome
09:06 Bayindir: Sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna aştiyê ye
09:05 Şaredariya AKP’ê mexdûriyeta esnafên li benda piştgiriyê bûn zêdetir kir
09:05 Li dijî birîna daran a li Licê banga dengderxistinê kirin
09:04 Gef li mamosteyê ku sewalên kuçeyan diparêze dixwin
09:04 Rewşa girtiyê nexweş Silik ê 76 salî giran dibe
09:03 Yalçin rexmî ku 7 sal in bi nexweşiya pençeşêrê ketiye jî nayê berdan
09:02 Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
09:02 Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn
09:01 Kurê Gultekîn ê girtiyê nexweş: Bavê min berdin
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2021'AN
18/04/2021
20:53 318 kes ji vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li gorî bajaran daneyên hefteyê yên pêketiyên covîd-19’yê aşkera bûn
15:58 Di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî de:100 fîm wê belaş bên pêşandan
15:44 TOKÎ li şûna 4157 xaniyên xerabe tenê dê 570 xaniyan çeke
15:26 Di girtîgehê de qedexeyek nû: Wêneyên hatin şandin, nedan girtiyan
14:59 Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in
13:33 Di 48 saetan de 84 hewldanên întîharê: 12 kes mirin