* Serokê ÎHD'ê yê Şaxa Wanê Mûrat Melet, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêhiqûqî ye û got: "Ev tecrîd, bi tena serê xwe rêbazeke îşkenceyê ye. Tavilê divê vv bêhiqûqîtî bê rakirin."
* Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku partiyên muxalefetê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavên erênî navêjin û got: “Muxalefetek ku bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe tu şansê wê nîne ku bibe îqtidar.”
* Serokê Baroya Amedê yê nû hat hilbijartin Nahît Eren, diyar kir ku li herêmê cînayeta Tahîr Elçî û li rojava girtina Osman Kavala destpêka zextên li ser STO’yan bû û got: “Baroya Amedê henaseya gelê Kurd e. Wê rêxistinbûya civaka sîvîl a bibandor û bihêz ji nû ve derbixe holê.”
* Welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin tiştekî bikirin, di meha Remezanê de tenê penêrê kufikî datînin ser sifreya xwe.
* Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê ku di sala 2004'an de hatibû avakirin û di warê hunerê de bi hezaran kes perwerde kiribûn, piştî qedexeyên derketina kolanan xebatên wê hatibûn astengkirin. Ji ber van astengiyan xwediyê wê jî ew xera kir.
* Li Kercewsê Ferît Oner, çûye erdê Resmiye Ozmen a 72 salî û berasteng, qulibandiye ser navê kesekî din. Her wiha hat diyarkirin ku Ferît Oner kesên ku xapandine birine avahiya AKP'ê û li wir hewl daye wan qaneh bike.
* Nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskîn ji bo kampanyaya derbarê zimanê kurdî de bang kir û got: "Ji bo kurdî bijî divê em piştgiriya kampanyayê bikin."
* Emîne Karakaş a ku Aslan Karakaş ew birîndar kiribû û niha tê tedawîkirin, li nexweşxaneyê li beşa awarte bû 16 salî. Datk Nûrcan Karakaş, anî ziman ku hê jî kiryar nehatiye zevtkirin û got: "Ka edalet? Bû du meh, çima nayê zevtkirin? Edaletê dixwazim."
* Dosyeya Remziye Bor şandin AYM'ê. Hevjînê wê Îrfan Bor, destnîşan kir ku doza edaletê dikin û parêzerê wê Veysî Guneş jî got: "Dosye ber bi nav yên kiryar nediyar ve tê şandin." 5 sal berê Polîsan avêtibû ser mala Remziye borê û ew kuştibûn.
* Li Rihayê girtiyên di greva birçîbûnê de ragihandin ku dê dev ji daxwazên xwe bernedin û Parêzer Şehrîban Demîrel jî destnîşan kir ku îdareya girtîgehê dixwaze bi cezayê dîsîplînê çalakgeran bitepisîne.
* Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Selman Şen, anî ziman ku ev demeke tê şopandin, sîxurtî lê tê ferzkirin û gef lê tên xwarin. Şen, serî li ÎHD'ê da.
* Dayikên Şemiyê wê çalakiya xwe ya ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda di 838’emîn de bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 636'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê bi awayekî onlayn li dar bixin. (12.00)
* Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî wê di hefteya 345'emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi vîdoyek dê çalakiya xwe li dar bixe. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 473'yemîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ser hesabê xwe yê medya civakî dê li dar bixe. (13.30)