Berikên Gulsaryayê bi destê jinan tên hûnandin

  • rojane
  • 09:00 16 Nîsan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ya Şirnexê Makbule Cîn a ku 23 sal in bi çêkirina berikan çanda jinan a destan didomîne dibêje: "Ev çandeke jinan e. Pêwîste ku jin xwedî li vê çandê derbikevin." 

Di berê de heta niha weke her tiştekî di zindîkirina çand û hûnera kurdan de jî jin roleke girîng dilîzin. Berikên ku bi destê jinan tên çêkirin ji çanda destan a herî kevnar e. Çêkirin û xwedîderketina berikan a li herêmê mîrateyek girîng a çandê ye. Di herêmê de çanda kevnare di destê jinan de ji nû ve zindî dibe. Di berikan de ji xeynî fîgûrên kulîlk, dar û ajalan, dûpişk, devê gur, qurmê beranî, çengel, dest, şe û stêrk tên çêkirin. Heta ku motîfên weke çav jî hene. Beriya ev benik werin çêkirin, tayên wan bi boyaxa nebatan tên xemilandin. Pişt re jî ev benik bi destên jinan li tevnê dikevin û dikin berik. 
 
Berikên Jirkî ango Gulsarya yê ku li navçe Elkê ya Şirnexê yek ji çanda herî kevnare ye û bi destê jinan tê hûnandin. Makbule Cîn (70) a ku li taxa Alîçavuşê rûdine 23 sal in berik çêdike û bi çêkirina berikan hem çanda kurdewarî diparêze û hem jî debara xwe dike. 
 
BERIKA GULSARYA 
 
Makbule Cîn bal kişand ser girîngî û wateya berika Gulsarya û wiha got: "Ez ji diya xwe fêrî berik çêkirinê bûm. Ez ev 23 sal in bênavber berikan çêdikim. Di destpêkê de ji ber ku debara min nedibû, min ev kar dikir, lê niha ji bo ku ev çanda kevnare wenda nebe ez dikim. Ez bi pîranî berikên sulsarya, gulbihar û sînanî çêdikim. Berikên Jirkî di eslê xwe de Gulsarya ne. Gulsarya jinek bû û ji Jirkîyan bû. Gulsaryayê jî di heman demê de berikan çêdikir. Berikên ku wê çêdikirin pir xweşik bûn. Rojekî ji wê dipirsîn û dibêjin 'Navê vê berikê çiye?' Ew jî jî dibêje 'Navê berikê tune ye, navê min Sarya ye ez ê navê berika xwe jî bikim Gulsarya'. Ji wê rojê heta roja me ya îro ji vê berikê re dibêjin Gulsarya. Li herêma me jî jê re dibêjin berikan Jîrkiyan."
 
JI HER NEBATEKÎ BOYAXÊN XWEZAYÎ
 
Cîn diyar kir ku çêkirina berikan ked û sebrê dixwaze û wan bi sebreke mezin ev çand heta roja îro anîne û got: "Bi rastî jî berik çêkirin karek pir zehmet e. Ji tiliyan bigirin heta ku serê mirov pir pê diêşe. Ez di serî de hiriyê dikirim. Pişt re dişom û pişt re jî vê hiriyê dirîsim. Pişt re em di ava boyaxa nebatan de dikelînin, hişk dikin û ji taikên reng û reng berikan çêdikin. Ji nebata pîvazê em rengê qehweyî çê dikin û rengê reş jî ji kabikên guzê çêdikin. Tenê çêkirina berika Gulsarya qasî mehekî didome. Ew jî heger mirov her roj çêbike. Hin kes hene di 3 mehan de jî nikarin berikek xilas bikin. Heger destê mirovî sivik be mirov dikare bike. Lê heger mirov dest giran be nikare zû xilas bike. Êdî ez hîn bûme û lewma zû çêdikim." 
 
'EV ÇANDA JINAN E'
 
Makbule Cîn destnîşan kir ku heger çanda berikan neyê parastin wê tune bibe û bang li jinan kir ku xwedî li çanda dîrokî derbikevin. Cîn di dawiyê de wiha got: "Heger berik çêkirin nebe keyfa min tune ye. Dema ku ez çêdikim jî ez gelek kêfxweş dibim. Xelkê ji derve gelek qîmetê didin berikên ku em çêdikin. Lê herêma ku vê çandê didomîne qîmet nadê. Ez ji her derê re dişînim. Ev çandeke jinan e. Pêwîste ku jin xwedî li vê çandê derbikevin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

18/04/2021
13:14 Wezareta Karên Hundir îdea kir ku 248 cînayetên tarî, ronî kirine
13:09 Li Deriyê Sinor ê Saraks li ajokarê kamyonê xistin
11:50 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 41’emîn de ye
11:29 Prz. Ercan Kanar: Divê êdî Ocalan bê berdan
10:59 Li Îranê bi pileya 5.9 erdhej çêbû
10:09 Ax Damar bi rengê biharê xemilî
09:58 DAIŞ’ê li Kerkukê êriş kir
09:42 Em tundiyê fren dikin: Perwerdeya zayendiya civakî ya 150 ajokaran
09:26 Greva birçîbûnê di roja 143'yemîn de didome
09:00 Prof. Bîçer: Ji bo girtîgehan pêdivî bi gavên mayinde heye
09:00 Soylû hat zextên TÎGEM'ê zêde bûn
09:00 'Wisa biçe dê xebatên aşiyê heya dawiya 2022'yan dewam bikin'
09:00 Bertekên li dijî qanûna 'lêpirsîna ewlehiyê': Dixwazin em bibin AKP'î
09:00 Duşunmez: Sedema binpêkirinên mafan ên 'li gorî mewzûatê ne' polîtîkaya bêcezatiyê ye
09:00 Aydemîr: Dozgerên ku fezlekeyan amade dikin li gorî hiqûqê tevnagerin
09:00 Debara wan nanê tenûrê ye
09:00 Jina tahde lê hat kirin: Vê carê jî malbata wî gefan dixwe
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2021'Ê
17/04/2021
22:13 Dayika Aştiyê Muhlise Kina ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
20:29 62 hezar û 606 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:02 Ciwanê ku krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da
15:14 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Ozer bê berdan
15:05 Dadgeha Bilind ceza xera kir û tenê 7.5 sal cezayê polîsê kujer erê kir
14:39 Roviyên girtiyê nexweş Ayik dirizin
14:25 Xwestin înfaza girtiyê nexweş bê taloqkirin
13:42 Keremoglu yê 75 salî ku JÎTEM'ê ew revand, 26 sal in winda ye
13:37 Malbata Şenyaşar di serdana goristanê de daxwaza edaletê kir
13:26 Wesayîta wan li ber qereqolê hat dîtin, lê 24 sal in winda ne!
13:20 Li Girtîgeha Erzînganê girtiyên nexweş nayên dermankirin
12:51 Kolberek bi îşkenceyê hat kuştin
11:50 Piştî qedexeyê Amed bêdeng bû
11:41 Ozer ê gotin hatiye 'kuştin' li nexweşxaneyê ye
11:27 Şahîn ê 30 sal in girtî ye rastî astengiya 'Halê nebaş' hat
10:11 Nahît Eren: Baroya Amedê henaseya gelê Kurd e
10:10 Rêveberên HDP'î ji bo çareseriyê li pirsgirêkên jinan guhdar kirin
10:09 Kovara Zendê bi dosyeya ‘Hozên Kurd’ derket
10:09 Rojnameya Atilimê kirin mijara sûc!
09:34 Fezlekeya 'sînorê rexneyê derbas kiriye' hat amadekirin
09:14 Aydenîz: Muxalefetek ku bi wêrekî nêzî pirsgirêka kurd nebe nikare bibe îqtidar
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 142'emîn de didome
09:02 Ciwanê HDP'î: Polîs gefan li min dixwin
09:02 Girtîgeh bi cezayên dîsîplînê dixwaze çalakiya girtiyan bitepisîne
09:02 5 sal derbas bûn, kiryarek jî nehatiye darizandin: Dosye ber bi yên kiryar nediyar ve tê şandin
09:02 Melet: Divê bêhiqûqîtiya li Îmraliyê bi dawî bibe
09:01 Dayika zaroka ku ji ber tahdeya mêr birîndar bûye: Edaletê dixwazim
09:01 Keskîn: Divê kampanyaya ji bo kurdî bê xurtkirin
09:01 Li Kercewsê sixtekarî: Ji bo qanihkirinê wan dibin avahiya AKP'ê
09:00 Navenda Çandê ya Mem û Zînê hat xerakirin
09:00 Ji ber krîza aborî ancax dikarin penêrê kufikî bikirin
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2021'AN
16/04/2021
20:36 289 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 HDP’ê pirsgirêkên masîvanan guhdar kir
16:52 AGÎT’ê derbarê 24 rojnamegeran de ji Tirkiyeyê agahî xwest
16:11 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Talankirina xwezayê ya li Licê rawestînin
15:43 Bi pankartan fesixkirina Peymana Stenbolê protesto kirin
15:20 EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Em ê bibin şopînerê dozê
15:13 Wekîlên HDP’ê li dijî ‘qedexeyan’ meşiyan
14:59 Zarokê ku ket qenala avê winda bû
14:44 Beştaş ji bo pêkanînên qeyûman daxwaza lêkolîna meclisê kir
14:36 SES: Kes nikare mafê îstîfaya xebatkarên tenduristiyê desteser bike
14:17 Danişîna rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:12 ‘Girtiyê nexweş Gultekîn serbest berdin’
13:41 Operasyona li Licê bi birîna daran didome
13:31 Sekretera Jinan a KESK’ê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
13:26 17 rêxistinan piştgirî dan kampanyeya Ji Ocalan Re Azadî
13:17 Li girtiyan lêgerîna tazî ferz kirin
12:47 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 39'emîn de ye
12:47 Platforma 1’ê Gulanê karker vexwendin qadan
12:34 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Fotografê Ozer ê ku Wezaretê gotibû ‘di operasyonê de hatiye kuştin’ dest kelemçekirî derket holê!
12:12 Gunay: Yên xwestin HDP’ê bigirin, li ser sûc hatin girtin
11:52 Hat îdiakirin ku zilamekî li Edeneyê xwe kuştî ye
11:43 Lêpirsîna derbarê mirina girtî de bi dozvenekirinê encam da
11:30 Jinên HDP’î bi şandeya Denmarkê re Peymana Stenbolê nirxandin
11:02 Banga îfadeyê li hin amîralên din jî hat kirin
10:47 Agahî ji aktîvîsta Îranî Şemsaî nayê girtin
10:44 Rêveberê AKP’ê yê Amedê bi kalaşnîkofê gef xwar
10:25 Mizrakli: Em ê Amedê ji dagirkirina qeyûm xelas bikin
10:25 Gokkan ji girtiyên jin ên Fîlîstînî re nameya piştevaniyê şand
10:06 Li ODTU’yê têkoşîna boyaxkirina derenceyan: Em dîsa li vir in
10:03 Zilamê tundiyê li jinekê dikir hat girtin
09:46 ‘Axaftina yek zilamî red bikin’
09:41 Ozturk: Yên ku ji yekîtiyê re bibin asteng cihê wan sergoyê dîrokê ye
09:08 Şaredariya AKP'î xana dîrokî bi betonê restore kiriye
09:00 Koma 29'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Parêzerê malbata Şenyaşar: Bi krokiyê îdia hatin pûçkirin
09:00 Fîncanci: Negirtina tevdîran binpêkirina mafê jiyanê ye
09:00 Seranserê Kuçeya Hunerê kirin beton
09:00 2 projeyên qeyûm ên bi milyonan pere hatin çêkirin nayên bikaranîn
09:00 Dixwazin berî mirinê kurê xwe yê 28 sal in girtiye bibînin
09:00 Ji ber twîta derbarê Kemal Kûrkût de fezleke amade kirin
09:00 Hindik maye berê xwe bidin zozanan
09:00 Berikên Gulsaryayê bi destê jinan tên hûnandin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2021'AN
15/04/2021
20:41 297 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:53 Li Girtîgeha Aragan cezayê ragihandinê dan girtiyekê
16:52 8 kesên ku afîşa 1’ê Gulanê daliqandin hatin binçavkirin
16:38 HDP'ê birîna darên li Licê bir rojeva Meclîsê
16:34 Belavkirina petate û pîvazan bergiriyên şewbê ji holê rakirin
16:26 Di doza tecawizê de derbarê bersûcên berdayî de biryar girtinê hat dayîn