Çalakiya greva birçîbûnê di roja 139'emîn de berdewam dike

  • rojane
  • 09:01 14 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 139 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 118’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 101’emîn de dewam dikin.

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî bi koma 28’emîn di roja 139’emîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 118’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 118’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 101'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 101'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 

Sernavên din

15/04/2021
15:36 Li Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:30 Rêxistinên tenduristiyê bang li hikumetê kirin: Mirinan rawestînin
15:18 Gundên Lîcê di dorpêçê de ne
15:07 Pankarta ‘128 milyar dolar li ku ne?’ bi Meclîsê ve hat daliqandin
15:03 Heyeta HDP’ê li Aydinê bi jinan re tûfirengî berhev kir
14:50 Ji HDP’ê ‘Hevdîtinên Ekolojiyê’: Bila li şûna betonê dar şîn bibin
14:37 Hevseroka HDP'ê Alokmen girtin
14:17 Li binya Keleha Rihayê cenazeyek hat dîtin
14:11 Şantaja vekişandina Rûsyayê ya ji Til Rifatê tenê rojek domiya
13:55 Li Gola Wanê qedexeya nêçîra masiyan dest pê kir
13:36 Dersim Dag: Ciwan li Tirkiyê di hedefa polîtîkayên ‘şerê taybet’ de ne
13:35 Derbarê parlementer Ahmet Şik de fezleke hat amadekirin
13:26 'Em ê li her derê hevserokatiyê biparêzin’
13:26 Danişîna rojnamevan Şahîn û Gayip hat taloqkirin
12:55 Danişîna bersûcê êrişî HDP’ê kiribû 5 deqan dewam kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Hêj jî kujeran diparêzin
12:32 Parêzer ji bo için Îmraliyê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:32 Hevşaredar Erdîşê Çetîn tehliye bû
12:10 Jina ku êrişî wê hat kirin bi giranî birîndar bû
11:52 Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê bi cebilxaneya çekan gef xwar
11:46 Îdîanameya nûçegihanê me Aslan hat qebûlkirin
10:51 Ji ber nivîsa li ser diwarekî leşkeran li gundiyan da
10:32 Li Çelê 6 kes hatin binçavkirin
10:31 Ji Beştaş ji bo Bahçelî: Êdî çîrokên wan nemane
10:31 Serokê TURSAB: Piştgiriya bo turîzmê, ji bo alîgiran diçe
09:51 Li Licê operasyona leşkerî: Bi ser malan de girtin û 4 kesan binçav kirin
09:39 Mamosteyê Laz: Perwerdehiya zimanê dayikê maf e
09:34 ‘Em ê pirsgirêkên xwe bi têkoşîna hevpar çareser bikin’
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 140'emîn de berdewam dike
09:07 Gola Wanê ku li fezayê bû yekemîn, derdora wê ji çopan xalî nabe
09:07 Şaredariya AKP'î 35 dikan daxilî nav rapora fealiyetê nekirin
09:06 Qeyûm ji welatiyan re got: Em ê we bidin ber îcrayê
09:06 'Alîkariya nexweşa SMA'yê Havînê bikin'
09:06 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê dê dest bi perwerdehiya rûbirû bike
09:06 Şaredariyê ruxset da, lê rê çênake!
09:06 Ne ji darazê, ji hêza rêxistinbûyî ya jinan bawer dikin
09:06 Polîsan ji bo hevjînê wê yê koçî Ewropayê kiriye îmze pê dane berhevkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2021'AN
14/04/2021
20:08 Hejmara pêketiyan bû 4 milyon û 25 hezar û 557
16:56 MATUHAY-DER: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin
16:48 Li Samsûnê jinek hat qetilkirin
16:16 10 Fezlekeyên din hatin Meclisê
16:09 Jinên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:55 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
15:47 Jinên HDP’yî li pirsgirêkên jinan guhdar kirin: Dengê me ragihînin
15:41 Ji dadgerê ku li Akademiya Edaletê ders dide pirtûkeke zayendparêz
14:38 Derbarê Hevseroka KCD’ê Guven de lêpirsîn hat destpêkirin
14:30 Nûçegîhanên me beraet kirin
14:01 Malbatan cenazeyên zarokên xwe yên 'şewitandî' teşhîs nekirin
13:48 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:07 Togrûl ê malbata Şenyaşar ziyaret kir: Ev ne edalete hiqûqa serdestane
13:05 Dadgehê derbarê Alokmenê de biryara girtinê da
12:47 Dadgehê xwest doza sereke ya Demîrtaş û doza Kobanê bibe yek
12:09 Di doza Surmî Înce de daxwaza ‘reda dadgerî’
12:05 Hêceta girtina ji ‘endamtiya rêxistinê’: Xwediyê firin û çêlekan e
11:32 Parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:24 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
11:17 Ji polîsên ku ‘derveyî rastiyê’ girtek girtine re biryara neşopandinê
11:13 Rewşa girtiyê nexweş Guler ê 81 salî giran dibe
10:25 Sîxurê ku navê xwe aşkera kir: Serokê şebeke fermandarê qereqolê ye
10:09 Şaredariyê qada heşîn a taxê ji bo ‘bazirganiyê’ dewr kir
09:38 6 roj in agahî ji Bedîa Cûlha nayê girtin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 139'emîn de berdewam dike
09:01 Wê biryara fesixkirinê merciyên edlî pasîftir bike
09:01 Şaredariya Sêwregê çopên Qerejdaxê berhev nake
09:01 TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?
09:01 Kadroyên nû yên Şaredariya Mêrdînê ji Edene, Mereş, Stenbol...
09:01 Ozgokçe: Piştî biryara derbarê peymanê de berê jinan didin malê
09:01 Parêzerê malbata Şenyaşar: Her tişt di dîmenên kamerayê de aşkere xuya dike
09:01 Hîn jî îdianameya derbarê kuştina Hantaş nehatiye amadekirin, malbatê koç kir
09:00 'Xwedî derketina li kampanya ziman xwedî derketina rûmetê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê
13/04/2021
20:37 59 hezar û 187 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:56 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi jinan re civiya
16:43 Piştî 170 salan jinek bû gerînendeya Reutersê
16:33 Jinên ku fesixkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin hatin binçavkirin
16:26 Ji DMME’yê biryara ji bo Demîrtaş
16:14 Berxwedana Bogaziçiyê di roja 100’emîn de ye
16:13 77 roj in agahî ji rojnamevan Şûkrî nayê girtin
15:54 ‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’
15:46 Bûldan: Rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bi xwe ye
15:26 Tarik Ziya Ekîncî: Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye
14:33 8 dibistanan ji ber koronayê navber da perwerdehiyê
14:30 ‘Em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin’
14:03 Bersûc beşdarî danişîna doza Somayê nebûn
13:55 Ji bersûcên destdirêjiyê re 18 sal ceza hat xwestin
13:30 Doza sereke ya KCK'ê taloq kirin
13:18 Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê
12:38 DMME’yê ji bo Ahmet Altan biryara binpêkirina maf da
12:38 Derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin
12:30 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke
12:05 Pirtûka 'Raperîna Baba Îshaq' a nivîskar Oncu derket
11:58 Li du bajaran tacîz û cînayet: 4 faîl hatin girtin
11:46 Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:19 Cezayê hucreyê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
10:53 4 kesên zarokek îstîsmar kirin hatin girtin
10:14 Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir
09:52 Berfa nîsanê Wanê bi rengê spî xemiland
09:41 Kanadayê destûra îxracata ÎHA û SÎHA'yan a Tirkiyeyê betal kir