Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît

  • rojane
  • 09:06 12 Nîsan 2021
  • |
img

WAN - Dozger ewil der barê eskerê ku bi hinceta "Li hişyariya raweste guhdar nekiriye" welatî Mehmet Ali Nametoğullari birîndar kir de doz vekir, piştre biryara "pêwistî bi lêpirsînê tune" da. Dozgerê ku lêpirsîna esker betal kir, vê carê der barê welatiyê mexdûr de doz vekir. 

Eskeran di 7'ê Sibatê de li ser rêya Gola Erçekê ya di navbera Bajarê Wanê û Navçeya Qelqeliyê de bi hinceta "Li hişyariya raweste guhdar nekir" welatî Mehmet Alî Nametogullarî yê 20 salî dorpêç kirin û li wî xistin. 4 eskerên ku dora Nametogullari dorpêç kirin û heqaret li wî kirin, piştre gule berdan pişta wî û ew bi giranî birîndar kirin. Nametogullari ku bi giranî birîndar bû, rakiribûn Serwîsa Cerahiya  Damarê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Nametogullari piştî demekê derman bû şandin malê. Piştî bûyerê Dozgerê Komarê yê Wanê der barê eskeran de lêpirsîn vekir. Dozgerê ku ewil der barê 4 eskeran de lêpirsîn vekir, piştî demekê bi hinceta 2 kovika guleyan nehatine dîtin, biryar da ku "Hewce bi dozê tune" da. Dozger îdea kir ku guleya li Nametoğullari ketiye nehatiye dîtin. Li aliyê din nexweşxaneyê jî der barê mexdûr Nametogullari de rapor amade nekir. 
 
PARÊZERAN ÎTÎRAZ KIR 
 
Piştî dozger der barê eskeran de biryara "Hewce bi lêpirsînê tune" da, parêzerên Nametogullari biryara dozger îtîraz kirin. Parêzeran serî li 2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê dan û xwestin bersûc ji sûcê "Hewl dan bikujin" de bên darizandin û cezakirin. Parêzeran anîn ziman ku nedîtina guleya li pişta Nametogullari ketiye, reşkirina delîlan e û xwestin lêpirsînek çalak bê destpêkirin. Lê 2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê îtîraza parêzeran, bi hinceta 'Eskerê gule berdaye nehatiye tespîtkirin, red kir. 
 
Dadgehê parast ku ji ber Nametogullari her tim ji eskeran reviya ye, girtina wî ne pêkan e û guleberdana eskeran li gorî mewzûatên zagonî ye. 
 
LI MEXTÛR DOZ VEKIR
 
Dozger li şûna bersûcan darizîne, vê carê der barê mexdûr Nametogullari yê eskeran ew birîndar kiribû de doz vekir. Dozger bi hinceta “Destûr nedaye esker erka xwe pêk bînin" doz vekir. 7'emîn Dadgeha Asliye jî îdeanameya dozger amade kiribû qebûl kir û doz vekir. Dadgeh dê roja danişîna doza Nametogullari di rojên pêş de aşkere bike.  
 
ÎSLAMOGLU: EM Ê SERÎ DESTÛRA BINGEHÎN BIDIN
 
Parêzera Nametogullari Hatice Îslamoglu, anî ziman ku esker, dozger û hekîmê ceza yê Sulhê bi hevre suc diparaêzin û wiha got: "Bi hevre dixwazin ser vê dozê bigirin. Em ê piştî pêngavek din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Li gel agahiya bûyerê di destê dozger de heye jî dozger eskerê ku muvekkilê me birîndar kiriye tespît nekiriye. Dozger bi hinceta tespît nekiriye lêpirsîn û doz betal kiriye. Dema em li pêvajoyê dinerin em dibînin ku esker, dozger û dadger hev diparêzin. Ev nîşan dide ku hekîm û dozger pêşengiya welatê polîsan dike." 
 
PRZ.TARHAN: DI ZAGONAN DE CIHÊ GULEBERDANA KESÊN BÊ PARASTIN TUNE YE
 
Parêzer Dilan Tarhan jî anî ziman ku dema eskeran gule berda muwekilê wê, li erdê bû û bê parastin bû. Dîlan Tarhan, da zanîn ku dema muwekilê wê bê parastin bû eskeran gule berdayê û wiha got: "Keyfîyet û mecbûrî du tiştên pir cuda ne. Li gorî zagonan dema kesek bê parastin be esker nikare gule berde. Di zagonan de cihê guleberhdana kesê bê parastin tune ye. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Hewce be emê serî li AYM'ê jî bidin." 
 

Sernavên din

13/04/2021
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî