RIHA – Li navçeya Karakopru ya Rihayê qezaya trafîqê çê bû û 3 kes birîndar bûn.
Li navçeya Karakopru ya Rihayê li têketina jêrebihura Narlidereye ya li bûlwara li ser rêya Amed û Rîhayê qezaya trafîqê çêbû. Di qezayê de 3 wesayît li hev qelibîn û 3 kes bi giranî û bi dehan kes jî bi sivakayî birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê ku hatinê cihê bûyerê birîndaran rakirin nexweşxaneyên li bajar û ew kirin bin tedawiyê.