Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin

  • rojane
  • 09:12 11 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE - Yek ji parêzerên Doza 10'ê Cotmehê Senem Doganoglû, anî ziman ku heya niha tenê şahideke jin anîne hêwana danişînê, lê belê daxwaza wan guh li 11 jinên din jî bê kirin. 
 
Di danişînên Doza 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê de ku di sala 2015'an de DAIŞ'ê êrîşeke bombeyî kiribû, daxwazên ji bo guhdarîkirina jinên têkiliya wan bi bersûcan re hene piranî jê nehatin qebûlkirin. 
 
Derbarê dozê de 19 jê girtî derbarê 36 kesan de doz hatibû kirin. Doz di sala 2016'an de dest pê kiribû û di ser 50'î re danişîn hatibûn lidarxistin. Danişîn di Tebaxa 2018'an de bi dawî bûbû. Di dawiya dozê de li 9 kesan 101 carî cezayê muebeta giran hatibû birîn. Doza derbarê bersûcên firar Îlhamî Bali, Savaş Yildiz, Edremît Ture, Denîz Buyukçelebî, Yakûp Selagzi, Kasim Dere, Nûsret Yilmaz, Mûstafa Delîbaşlar, Walentîna Slobodjanjûk, Mûhammet Zana Alkan, Omer Denîz Dundar, Cebraîl Kaya, Ahmet Guneş, Kenan Kûtval, Bayram Yildiz û Hasan Huseyîn Ûgûr Erman Ekîcî de jî li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê didome. 
 
JINAN SÛD JI QANÛNA POŞMANIYÊ GIRT 
 
Di dosyeya derbarê berûscên firar de heya niha guh li 5 jinan hatiye kirin. Lê belê ji van jinan tenê yek jê hatiye hêwana danişînê. Jinên guh li wan hatine kirn ev in: Hevjîna Îlhamî Bali Hulya Bali û Şengul Buyukçelebî, Ayşenûr Încî û Demet Taşar û hevjîna Mûhammet Zana Alkan Buşra Şahîn.
 
Ev jin bi salan tevî hevjînên xwe li Sûriyeyê mane û li malên hatine dagirkirin mane. Ev jin, sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtine û hatine berdan. 
 
DIVÊ 11 JINÊN DIN JÎ BÊN GUHDARKIRIN 
 
Çendî ku ev jin sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtine jî, derbarê bersûcên firar de tiştek negotine. Ê danişîna dozê di 9'ê Hezîranê de bê lidarxistin. Dê di vê danişînê de Hulya Yildiz, Merve dundar û Serpîl Dere ku têkiliya wan bi bersûcên firar re hene bên guhdarkirin. Lê belê li gor parêzerên dozê 11 jinên din jî hene û dixwazin ev jin jî bên guhdarkirin. 
 
DIVÊ NE ŞAHID, BERSÛC BIN
 
Endama Komîsyona Parêzerên Komkujiya 10'ê Cotmehê Parêzer Senem Doganoglû, diyar kir ku jinên ku ew dixwazin bên guhdarkirin di sala 2015'an de bi bangawaziya DAIŞ'ê ya ji bo "xîlafetê" çûne Sûriyeyê. Doganoglû, destnîşan kir ku a rast ev kes ne şahid, divê wekî bersûc di dosyeyê de cih bigirin.
 
Doganoglû got: "Tûgaya Jinan a DAIŞ'ê di sala 2015'an de manîfestoyeke weşandibû. Bang li hemû jian kiribû ku di bin banê xîlafetê de, bibin mucahîtê sereke yên dewleta nû. Di vê bangawaziyê de gotibûn, 'hûn ê ji dewleta me re zarokan çêbikin û mezin bikin û hûn ê wan li malê zilamên me yên şer bigihînin.'" 
 
Doganoglû, destnîşan kir ku ên ji bo tevlîbûna DAIŞ'ê vîdeoyên propagandayî girtine û belav kirine jî piranî jê jin bûne û got: "Em baş dizanin di warê transferkirina pereyan de jî jin bi awayekî çalak hatine bikaranîn. Yanî çîroka xapandinê, ne çîrokeke rast e. Ji vana re dibêjin 'bûkên DAIŞ'ê'. Ev ne bûkîtî û zewaceke ji rêzê, ev ji bo bibin hêmana bingehîn a 'xîlafetê' çûne." 
 
Doganoglû, destnîşan kir ku divê hemû jin pêwendiya wan bi bersûcên firarar re hene bên guhdarîkirin û got: "Ev jin, ji bo bibin hêmana bingehîn a dewleta hatiye xwestin di bin banê vê rêxistina sûcdar de bê avakirin, çûne wir. Lewma divê ne wekî şahidên vê doyeyê, divê wekî bersûc daxilî nav dosyeyê bibin." 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

13/04/2021
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî