Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye

  • rojane
  • 09:04 11 Nîsan 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Di ser komkujiya li gundê Xirabreşk a navçeya Cizîr a Şirnexê de 28 sal derbas bûn, lê hîn yek kiryar nehatiye darizandin. Derbarê bûyerê de bavê 5 zarokan û hevserê Nesîbe Elgûn, Davut Elgûn axivî û got: "Heta ku dilopek xwîna min hebe, ez ê ji doza xwe gav paşve neavêjim. Heger ez nikaribim ku ez bimeşim jî ez ê bi devê xwe tebikoşim." 
 
Di salên 1980'an de dema ku tevgera azadiya kurd di hêla têkoşînê de di nava civakê de belav bû, li Tirkiyeyê bi kiryarên li dij mirovahiyê gelek kes bi destê kontragerîla hatin kuştin û windakirin.Li gel van pêkanîn li herêma  Kurdistanê gelek gund hatin valakirin,şewitandin û bi koçberkirinê xwestin Kurdan ji cîh û warên wan bikin. Di 13'e çileya 1993'yan de li gundê Xerabreşk a navçeya Cizîr ya Şirnexê ji hêla kontragerîlla ve di heman malbatê de, Nesîbe (42) û zarokên wê Hacer (4), Nezîr (8), Hidir (20), Lokman (21) û Murat Elgûn ê 8 rojî jî di nav de 6 kes hatin qetilkirin. Di ser qetilkirina 6 kesan de 28 sal derbas bûn, lê hîn jî kujerê 6 kesan nehatiye dîtin û heta niha yek kesî jî hesab nedaye. Cenazeyê her 6 kesan li cem hev hatiye definkirin. Lê her çend xaniyê ku 6 kes lê hatibûn qetilkirin wêran bimîne jî, hê jî qîrîn di wê malê de radibin. 
 
'EV BÊÎMANÎ, XWEDÊ NENASKIRIN BÛ' 
 
Têkîldarî bûyerê de bavê her 5 zarokan û hevserê Nesîbe Elgûn, Davut Elgûn (81) axivî. Elgûn, anî ziman ku ew ê tu caran ew tişta ku hatiye serê wan jibîr nekin û ew tiştê ku hatiye serî wiha vegot:" Di sala 1993'an de,di rojek ku ez ne li malê bûm hîn kesan di ser mala me de girt û li gel hevjîna min 6 zarokên min qetilkirin. Di wê rojê de ez çûbûm gel keça xwe. Serê sibehê ji min re agahî hat û gotin,'Zarokên te û hevjîna te hatine kuştin'  Li gel vê yekê ez çûm malê. Kê kuştine ez nizanim. Lê serdar (Binbaşı) Aydin ji min re got, 'Min kuştine, tu giliyê bikî ez ê te jî bikujim' Min bi çavê xwe nedîtiye ku wî kuştiye. Lê wî ji min re got,'Min kuştine'  Ji bo ku edelet pêk were û kesêne ku ev komkujiya di mala min de pêk anîn hesab bidin, ez çûm gelek deveran. Lê di dawiyê de jî me edelet nedît û kujer hîn jî di nav me de ne. 4 kurên min, keçiek min û hevjîna min hatin kuştin. Yek zarokê min 8 rojî bû. Ew pitik ji ber ku ber dengê çekê bandor bû jiyana xwe ji dest da. Qetlîama ji vê mezintir heye? Ev bêîmanî  û xwedê nenaskirin bû. Hê 3 roj nebûn ku  jina min zayîn kiri bû.  Ma mirov jina ku nû zayîn kirî dikuje? Hema em bibêjin kurê min rêxistin bû, ma hevjîna min,keça min,kurê min ê 8 rojî  jî rêxistin bû? Ev kafrîstanî bû. Tu eleqeya van bi ol û baweriyê tune ye. "
 
'EDALET EW ROJA KU ZAROKÊN MIN HATIN KUŞTIN WINDA BÛ'
 
Elgûn, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ku kujerên zarokên wî hesab bidin wî tu der nehişt ku neçûye û wiha domand: "Baweriya min ne bi hikûmetê û ne jî bi edeleta hikûmetê tê. Bi fermana hikûmetê ev komkujiye di mala min de pêk hat. Dibe ku hikûmetê negotibe,lê ew kesên ku ev komkujiyê pêk anîn zilamên hikûmetê bûn. Dema ku ev bûyer qewimî dozger ji min re got,'Sond bixwe û bêje PKK'ê kiriye' Min ji dozger re got, 'Ez sond naxwim'. Min ji wan re got, 'Kê kuştine hûn dizanin'. Baweriya min bi dewletê roja ku zarokên min qetilkirin xelas bû. Niha tu hêviya min ji dewletê tune ye. Hêviya min xwedayê heqe. Ji wî pêvetir baweriya min bi edeleta kesekî nayê. Kîjan edeleta dewletê wê bikaribe zarokên min sax bike? Edeleta dewletê dikare zarokên min bide min? Nikare ji ber wê edelet ew roja ku zarokên min hatin kuştin wenda bû û êdî nema tê. Lê xwedê heqê zarokên min li erdê nehêle. "
 
'EZ DOZÊ LI KÊ VEKIM?' 
 
Elgûn di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hêviya wî bi edeletê nema ye û wiha got: "Ez hatime vî emrê xwe heta niha tu zirara me negihiştiye tu kesî. Heger me tiştek kiribe ew jî me doza heqê xwe kiriye. Ji vê pêvetir tişteke din me nekiriye. Dewlet neheqiyê dike. Dilê dewletê ji Kurdan re naşewite. Şahîdên bûyerê hebûn, wan jî her tiştê ku ditîn yek bi yek vegotin. Yekî jê re dibêjin Hecî Silêman heye. Ew 2-3 caran hat dadgehê û got,' Her 5 jî min bi çekê kuştin' Li tevî vê gotinê jî lêpirsîn nehat vekirin û der heqê dosyayê de biryara bê şopandinê hat dayîn. Ez dozê niha li kê vekim?Tişta ku niha ji destê min tê duayan bikim û bibêjim xwedê heqê me erdê nehêle.  Heta ku dilopek xwîna min hebe, ez ê ji doza xwe gav paşve naavêjim. Heger ez nikaribim ku ez bimeşim jî ez ê bi devê xwe tebikoşim." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

13/04/2021
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî