Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê

  • jin
  • 15:21 10 Nîsan 2021
  • |
img
WAN - Li Wanê li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û diyar kir ku ew ê li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya zilaman têbikoşin û wê qet û qet destûrê nedin pergala mêraniyê were avakirin. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya “Ji bo jinan edalet” a HDP’ê de, li Wanê meşek hevpar li dar xistin. Meş derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê de hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê yên Wan û herêmê, rêveberên bajêr û navçeyan û gelek jin beşdarî meşê bûn. Jinên li Kolana Hûnerê ya li Cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê li hev kom bûn, bi hinceta biryara “qedexeya çalakiyan” a walîtiyê hatin astengkirin.  
 
Lê jinan ligel hemû astengkirinên polîsan jî, bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” heya avahiya HDP’ê ya Bajêr meşiyan. Jinan di kolana avahiya HDP’ê de, pankartên “Me li kolanan bi dest xist, emê li kolanan biparêzin” û “Peymana Stenbolê dide jiyîn” vekirin. Dûre parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyaniya bi Kurdî hatibû nivîsandin xwend.
 
Daxuyaniya jinan a ku Taşdemîr xwend wiha ye: 
 
“Hevgirtina mêr a AKP-MHP'ê, êrişên xwe yên bêperwa yên li dijî jinan û destkeftiyên jinan didomîn in.
 
Desthilatiya ku ev demek dirêj e îradeya jinan ku hêza herî çalak a civakê ye hedef digre û tevkujiya jinê xistiye dewreyê, bi kûrkirina newekheviya zayendî ya civakî mêr fît kirine, bi taybetî li bajarên Kurdan tacîz û tecawiza arasteyî jinan weke polîtîkaya şerê taybet bi kar aniye.
 
Em, baş dizanin ku di bingeha her cure êrişên li dijî jinê de, armanca bidawîkirina têkoşîn û destkeftiyên jinê heye. 
 
TACÎZ Û TEVKUJÎ
 
Di roja îro de ku tundiya arasteyî jinê pir caran weke sûc bi xwe jî nayê dîtin, jin ji bo ku di derbarê jiyana xwe de biryarê didin tên qetilkirin mêrên kiryar bi "daxistinên qerewat" û "rewşa baş" bêceza tên hiştin. Me ev jî herî zêde bi pêvajoya Pandemiyê re di ketinên malan de dît. Desthilatiyê, pêvajoya Pandemiyê hema bêje wek nîmetek dîtiye û bi derxistina zagona înfazê re tecawizkar, tacîzkar û kiryarên ku sûcên arasteyî jinê kirine serbest ber dan û bi wê awayê jiyana jinan xistiye nav xetereyê. Jin di vê pêvajoyê de di malê de hatine girtin û bi tundî, tacîz, tecawiz û tevkujiyê re rû bi rû hatine hiştin. Dîsa, bi keysbaziya pandemiyê îtifaqa mêr a AKP-MHP'ê, bi sepanên wek destûra biheq, Kod-29 ku ji polîtîkayên girtina jinan a di malan de ne xweser in xwestiye ku jin di hêla aboriyê de bi mêran ve werin girêdan. Îtifaqa AKP-MHP'ê bi xwe di vê pêvajoyê de hema bibêje veguheriye şewbeyê.
 
XWE PARASTIN
 
Li vê welatê ku her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin daraza mêr, ji jinên ku li hember dûçarmahina tundiyê xweparastinê dikin rê cezayên herî giran dide. Melek Îpeka ku di encama tundiya ku bi salan lê hatibû kirin de  xwe parast mînaka herî dawî ya van sepanên neheq û bêhiqûqî ye.
 
Desthilatî wek astengiya herî mezin a hember pergala mêr a ku dixwaze bi polîtîkayên nîjadperest, tekparêz û zayendparêz ava bike jinan dibîne. Di bingeha êrîşên li siyasetmedar û aktîvîstên ku têkoşîna jinê didin de dîsa ev feraset heye. Êrîşên li pergala me ya hevserokatiyê ku di hemû mekanîzmayên rêveberiyê de nûnertiya wekhev bingeh digre tam jî ji ber vê awayê ye. Îtifaqa mêr a AKP-MHP'ê bi sûcdarkirina hevserokatiyê, tayînkirina qeyûman a li îradeya gelî û bi israrkirina xwe ya di feraseta xwe ya tekparêz de hewl dide desthilatiya xwe hêzdar bike.
 
JIN JI DERVEYÎ ÎSTÎHDAMÊ HIŞTIN
 
Çawa ku armanca pêşîn a qeyûman ku rûdana feraseta desthilatiya mêr in jî dîsa jin û destkeftiyên jinan bûye. Navendên tundiya arasteyî jinê hatine girtin û jin bêparastin hatine hiştin. Malên spartinê hatine girtin û jin bi hawira tundîkar hatine mehkûmkirin. Kursên perwerdehiya pîşeyî, kooperatîfên jinê hatine girtin û bi wê hatiye xwestin ku jin derveyî qada îstihdamê werin hiştin.
 
Êrîşên bi pergal li ser rêxistinên jinan bi zêdehî didomin, bi operasyonên qirkirina siyasî her roj binçavkirinên nû tên kirin, bi îdiayên bêbinî jin rehîn tên girtin. Operasyona li ser Komeleya Jinê ya Rosayê tam jî ji ber vê yekê hatiye kirin. Çalakiyên ku hevalên me yên ku têkoşîna jinê dimeşînin pêk anîne wek "sûc" hatine nîşandan.
 
 POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BELAV BÛYE
 
Îro polîtîkayên tecrîdê ji girtîgehan berbelav bûne û li hemû civakê tê geriyaye. Heta ku daxwazên girtiyên ku di berxwedana greva birçîbûnê ya ku hember polîtîkayên tecrîda ku lêferzkirina wê tê xwestin û binpêkirinên ku li girtîgehan tên jiyandin hatiye destpêkirin neyên bicihanîn em dê tu car dev ji têkoşînê ber nedin.
 
DIJMINANTIYA LI DIJÎ JINÊ TÊ PÊŞXISTIN
 
Polîtîkayên bi dijminatiya jinê ku li her çar hêla welêt tê pêşandan, li bajarên Kurdan veguheriyaye polîtîkayeke şerê taybet. Îro arasteyî jinên Kurd ku têkoşîna azadiyê didin her cure polîtîkaya tundiyê bi awayek bipergal ketiye meriyetê. Axaftinên dayîksalar ên Parlamentera Colemergê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê wek sedema girtinê dîtin, dîsa Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkana ku bi awayek neheq û bêhiqûqî hat girtin di danişîna dozê de ji ber daxwaza wê ya parastina bi Kurdî xespkirina mafê wê yê parastinê hatina faşîzmê ya xala dawî ye.
 
Me çendîn caran got, teşhîr kir û em dê kirina wê bidomînin. Jinên Kurd ji hêla unîformayiyan ve dûçarê her cure tacîz û tecawizan dimînin, dikevin ber pêlên xwekuştinê kesên van sûcan pêk anîne bi fîkefîka xwe di nav civakê de serbest digerin. Herî dawî ji hêla dadgeriyê ve parastina Mûsa Orhanî mînaka herî şênber a polîtîkaya şerê taybet a dewletê ya li ser jinên Kurd e. Dîsa bûyera Fatma Altinmakasa ku piştî çûyîna qereqola ku nikaribû bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bike û di encamê de hatibû kuştin ji polîtîkayên qirkirinê ne xweser e.
 
EM DEV JI PEYMANA STENBOLÊ BERNADIN
 
Xeleka dawî ya êrîşên li destkeftiyên jinê jî daxuyaniya biryara paş ve kişandina ji Hevpeymana Stenbolê ku mafên jinê bi awayek herî berfireh diparêze bûye. Hevpeymana Stenbolê ku di sala 2011'yan de li Meclisê bi pejirandina hemû partiyên hatibû îmzekirin, di nîvê şevek de bi derbeya tek mêrî tunehesibandina wê hatiye xwestin. Desthilatiyê bi vekişîna vê hevpeymanê careke din dijminya xwe li jinê tescîl kiriye. Em bi gotina em dev ji Hevpeymana Stenbolê ber nadin careke din li hember polîtîkayên qirkirina jinê yên desthilatiyê deng der tînin. 
 
Carek din em ji vir bang dikin! 
 
Hûn dê nikaribin bi dijmindîtiniya her beşên muxalifên xwe, bi hedefdîtina jinan, bi derqanûnîkirina rêxistin û komeleyên jinan ên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin me bêdeng bihêlin. Dê jin bi hêza ku ji tekoşîn û rêxistinbûniya jinan digrin, tu carî rê nedin ku hûn pergala mêraniyê ku hûn xeyal dikin ava bikin.
 
SEDSALA AZADIYA JINAN
 
Em wek jin careke din ji vir biryardariya xwe ya têkoşîna hember hevgirtina mêr a AKP-MHP'ê destnîşan dikin. Em dê bi afirandina estetîka berxwedana li dijî faşîzmê ya di xwe de tu car dev ji şerê mezin ê jiyanek watedar ber nedin. Em dê bi mezinkirin û hevparkirina têkoşîna xwe sedsala 21'an bikin sedsala azadiya jinan.”
 

Sernavên din

13/04/2021
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê
10/04/2021
22:14 Rêveberiya baroya Şirnexê diyar bû
22:12 248 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:31 Li girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
16:21 Baroya Amedê kongreya xwe li dar dixe: Rêya xilasiyê edalet û aştî ye
16:09 Odeyên Tabîban serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:47 Girtiya 75 salî terkî mirinê hat kirin!
15:21 Jinan li Wanê bang kir: Em ê destûrê nedin avakirina pergala mêraniyê
14:39 Li aqûbeta Yedîgol ê 40 sal in winda ye pirsîn
14:18 Jin dorpêça polîsan şermezar dikin
14:08 Hat îdiakirin ku jinekê li Nisêbînê xwe kuşt
14:07 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirikkaleyê banga berdanê hat kirin
12:32 Tanrikûlû: Di adarê de 182 maf hatine binpêkirin
12:05 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
12:03 Yilmaz Gumuş 28 sal in winda ye!
11:58 Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan
11:38 Li Payîzavayê operasyona eskerî
11:30 Malbata Şenyaşar: Werin em bi hev re edaletê bidin jiyîn
11:29 3 kes ji ber kuştina Berrîn Dalyanoglû hatin binçavkirin
11:02 Qeyumê Cizîrê avahiya şaredariyê difiroşe
10:47 Di operasyona Kampa Holê de 158 DAIŞ’î hatin girtin
10:43 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Em hin bêtir nêzî aştî û azadiyê dibin
10:10 Bîlen û Ûgûr: Rojên ku em ê ji tariyê rizgar bibin nêz in
10:03 Li Girtîgeha Amedê girtî hatin derbkirin
09:00 Greva birçîbûnê di roja 135'emîn de ye
09:00 Piştevaniya Şîşlî Etfal: Bila nexweşxane nebe qurbana rantê
09:00 Mexdûrên 'veguherandina bajêr': An koçberî an deyndarî