Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!

img

GÎRESÛN - Kesên teqawidbûyî ku ji ber krîza aborî ji bêgavî di hin karên din de dixebitin, destnîşan kirin ku çareserkirina pirsgirêkan bi guherandina pergalê û rêxistinbûyînê pêkan e. 

Krîza aborî di dema şewba Covîd-19'ê de kûrtir bû. Ev yek bandoreke pir nebaş li kesên teqawidbûyî jî dike. Li Tirkiyeyê 13 milyon kesên teqawidbûyî hene, lê belê piraniya wan nikarin bi meaşên heyî debara xwe bikin. Lewma ji bêgavî di karine din de dixebitin. Her wiha li gor daneyên Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li Tirkiyeyê ji sedî 60'ê kesên teqawidbûyî, yanî 7 milyon û 900 hezar kesên teqawidbûyî, bi meaşekî di biniya meaşê kêm re dixebitin. 
 
Endamên Nûnertiya Sendîkaya Tum Emeklîler a Gîresûnê, behsa şert û mercên xwe yên jiyanê kirin. 
 
DIXEBITIN
 
Halîl Karavelîoglû, anî ziman ku 7 sal in teqawid bûye. Karavelîoglû, diyar kir ku gava teqawid bûye d warê debarkirinê de zehmtî nekişandiye, lê belê her çûe nikaribûe bi meaşê xwe debara xwe bike. Karavelîoglû got: "Meaşê kêm 2 hezar û 825 TL ye. Lê meaşê min 2 hezar û 400 lîre ye. Nîviyê wî diçe krediyê. Hîn jî di şîrketekê de wekî endezyarê makîneyê dixebitim. Bi saya vê debara xwe dikim." 
 
JI BO YEKÎTIYÊ BANG KIR 
 
Karavelîoglû destnîşan kir ku dê bi alîkariyê rewşa wan biguhere û got: "Îqtidar divê ne ehlê sermayeyê, ehlê kedê be û li gor vê jî ji bo kesên teqawidbûyî endekseke debarkirinê çêbike. Her wiha divê kesên teqawidbûyî bên cem hev du û bibin endamê sendîkayê. Dê ev yek zorê bide îqtidarê. Heger 8 milyon kesên teqawidbûyî bên cem hev du, dê paya wan a di dahata neteweyî de zêde bibe." 
 
ÇARESERÎ PERGALEKE SOSYALÎST E 
 
Mamosteyê teqawidbûyî Koksal Onder jî anî ziman ku nikare bi 3 hezar TL'yî debara xwe bike. Onder, anî ziman ku piraniya kesên teqawidbûyî bi hezar û 500 TL'yî hewl didin debara xwe bikin. Koksal, bilêv kir ku çareserkirina pirsgirêkan bi pergaleke sosyalîst pêkan e û got: "Kesên teqawidbûyî divê piştî 65 saliya xwe nexebitin. Divê ji xwe re bigerin. Lê heya ev feraset tune be, dê çareserî jî tune be." 
 
'EM NEŞIXULIN EM Ê BIRÇÎ BIMÎNIN' 
 
Davît Bayrak jî diyar kir ku meaşê wan meaşekî di biniya sînorê birçîbûnê de ye û nikarin debara xwe bikin. Bayrak, anî ziman ku kesên teqawidbûyî 25 salan ji bo jiyaneke rihet xebitîne, lê belê piştî teqawid bûne dîtine ku ev ne pêkan e . Bayrak, bilêv kir ku hîn jî dişixule û got: "Gava em nexebitin em ê birçî bimînin. Em nikarin debara malê bikin û zarokên xwe bidin xwendin. Meaşê min 2 hezar û 300 lîre ye. Ez hezar TL'yî didim heqê kirê. Gava ez mesrefê zarokan û heqê fatûreyan jî dixim ser, têr nake. Li gund diçim karên rojane dikim." 
 
Bayrak, destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkan bi guherandina pergalê pêkan e û got: "Lewma divê kesên teqawidbûyî hemû xwe birêxistin bikin û bitêkoşin. Ji ber vê em jî sendîkayî ne û têdikoşin." 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

10/04/2021
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'
09:00 Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe
09:00 Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê
09:00 Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan
09:00 ‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e'
09:00 Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir
08:51 Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê
08/04/2021
21:51 55 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:04 6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan
18:50 Rojnamevan Canozer hat berdan
18:33 Derbarê gotinên wezîrê perwerdehiyê de daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî
16:17 Kemalbay: Rêveberên welat dibin sedemê xizanî û bêkariyê
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî