Derbarê gotinên wezîrê perwerdehiyê de daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî

  • rojane
  • 18:33 8 Nîsan 2021
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Zimanê Kurdî bertek nîşanî helwesta Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk da û got: "Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!"
 
Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê ji Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk pirsîbû bê ka xebatên wan ên di warê kurdî de hene yan na, lê belê Wezîr Selçûk gotibû: "Ji xeynî zimanê tirkî, perwerdeheyiya bi zimanekî din ne pêkan e." Platforma Zimanê Kurdî jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî helwesta Selçûk da û bal kişand ser kampanyaya ji bo zimanê kurdî û got: "Em bi îmzeyên xwe helwesta xwe baş diyar bikin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehîyê dixwazin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!"
 
Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî ev e:
 
"Komisyona 21 ê Sibatê kampanyayekî ji bona perwerdê bi zimanê Kurdî destpê kiriye. Kampanya bi zelalî ji rayedarên dewletê dixwaze ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û bibe zimanê fermî. Ji bona vê armancê Komisyona 21ê Sibatê îmzeyan kom dike. Him li ser internetê û him jî fizîkî ev xebat bi biryardarî berdewam e. Platforma Zimanê Kurdî aktîf di nava vê xebatê de ye. Em dixwazin ku gelê me gelekî çalak beşdarî vê kampanyayê bibe.
 
Piştî kampanya ji bona zimanê Kurdi em gelek caran pêrgî çalaki, peyam û daxuyanîyên berpirsên dewletê jî dibin. Berpirsên dewletê di pirsa zimanê Kurdî de gelek caran bi xwe re dikevin nava nakokîyan. Ya herî dawî jî me ji wezirê perwerde Ziya Selçûk bihistiyê. Wezîr Selçûk di bersiva xwe ya ku daye parlamenterê Sêrtê Sıddık Taş de, wezir Selçûk dibêje; “Ji derveyî zimanê Tirkî perwerde bi zimanê dayikê nabe!” Mirov di van bersivan de bi rastî matmayî dimîne. Ma gelo wezirê perwerdê nizane ku îro li dibistanên navîn û hinek zanîngehan perwerdehî bi zimanê Kurdî û gelek zimanên din ji dibe? Ma dersên bijarte û perwerda li zanîngehan ne bi zimanê Kurdî dibe? Ma gelo ev ziman hemû ji ne zimanên dayîka ne? Ev çi sergêjekî ye? Ma tenê zimanê Tirkî zimanê dayîkê ye? Weke ku baş dîyar e, her ziman bi xwe zimanê dayîkekê ye!
 
Wezirê Perwerdê Ziya Selçûk bi xwe di zanista perwerdê de profesor e. Mirov gelek caran çaverê dike ku mirovên wusa di bersivên xwe de bêtir mafên ziman, kultur û perwerdê bi pîvanên nûjen û zanistî pêşkêşi raya giştî bikin. Mirovên wusa diviyabû xwedî li mafê mirovan, nirxên demokrasi û wekheviyê derkevin û li çareseriyên pirsgirêkan bigerin. Lê dubarekirina dîtin û helwestên ku bi sedsalan e Komara Tirkiyê parastine, îro bi rastî xitimîne. Ev tiştekî eşkere ye. Heta niha rayedarên dewletê di pirsa ziman de tu çareserîyên tebût pêşkêşî gelê Kurd nekirine. Di bersivên xwe de tenê roja xwe derbas dikin û mafê zimanê dayîkê piştguh dikin. 
 
Li beramberî van helwest û dîtinên şaş, em Platforma Zimanê Kurdî bangî gelê xwe dikin; bi hemû hêza xwe, bawerîya xwe, bi parastîna mafê zimanê xwe beşdarî kampanyaya zimanê Kurdî bibin. Em bi îmzeyên xwe helwesta xwe baş diyar bikin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehîyê dixwazin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê 
 
Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!
 
Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin!"
 
 

Sernavên din

10/04/2021
09:00 Aborîzan Ari: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:00 ‘Em ji bo hebûna xwe îmzeyekê deynin bin kampanyayê'
09:00 Qedexeya 'ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye' danîn ber pirtûka mizahê
09:00 Krîza aborî datliyên gilover jî kirine şîraniyek 'luks'
09:00 Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!
09:00 Mexdûrên erdhejê 10 sal in li benda xênî ne
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2021'AN
09/04/2021
21:11 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:44 Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn
16:55 ESP’ê malbata Şenyaşar ziyaret kir
16:46 Aydenîz: Sedema hemû qrîzan tecrîda li Îmraliyê ye
16:45 Ozturk: Ocalan hêviya gelên Rojhilata Navîne
16:21 Cezayê hefsê li Hevberdevkê berê yê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
15:28 Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:17 Demîrtaş: Mutala li gorî A Haberê hatiye amadekirin, daxwaza reda dadgerî dikim
15:12 Bayindir: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pêşî li nelirêtiyan nayê girtin
15:02 Malbatên Roboskî serî li AYM’ê dan: Ev doza hemû kesî ye
14:43 Endamên Partiya Çepgir: Em biryarnameya yek zilamî qebûl nakin
14:22 Mezûnên Bogazîçiyê serî li Şûreya Dewletê dan
13:55 Bûldan: Fesixkirina Peymana Stenbolê dewama darbayen e
13:27 Cenazeyê jina 10 roj berê winda bû hat dîtin
12:57 TJA’yê ji bo meşa Peymana Stenbolê bang kir
12:41 Di termînala şaredariyê de hilweşîn: 5 karker birîndar bûn
12:11 Malbata Şenyaşar: Ji bo têkoşîna me deng derxînin
12:02 Yerlîkaya: Li heremê pêketiyên şewbê 6 qat zêde bûn
10:43 Serokê Şaredariyê xwest, mûxtar ji peywirê hat dûrxistin
10:33 Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
10:20 Taşkiran: Divê em destûr nedin ku HDP were girtin
10:15 Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak
09:46 Zilamên sendîkayî: Divê em ji qadên me dagir kirine derkevin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 134'emîn de ye
09:01 Malbatên Roboskiyê: Heger Babacan dilsoz be bila her tiştî aşkere bibêje
09:00 Karkerê ku bi Kod-29'ê ji kar hat derxistin: Îxaneta herî mezin e
09:00 Li Mêrsînê 'polîtîkaya tepisandinê'
09:00 Di lêpirsîna ewlehiyê de pîvana 'dilsoziyê'
09:00 Ji bo karkerên ku qeyûm ew ji kar derxistibûn biryara 'binpêkirina mafan'
09:00 Cotkar ditirsin qeşa li mişmişên wan bixe
09:00 Yûnanîstanê rapora otopsiyê ya Ergun nedaye malbatê
09:00 Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan
09:00 ‘Tomarkirina hevdîtin û nameyên girtiyan binpêkirina mafan e'
09:00 Ozguneş ê HDP’î: Bendav wê bibin sedema karesatek mezin
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Li Xarpêtê zilamekî jinek qetil kir
08:51 Ji bo Sedat Peker û hevkarên wî operasyona binçavkirinê
08/04/2021
21:51 55 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:04 6 jin hatin girtin, 9 jî hatin berdan
18:50 Rojnamevan Canozer hat berdan
18:33 Derbarê gotinên wezîrê perwerdehiyê de daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî
16:17 Kemalbay: Rêveberên welat dibin sedemê xizanî û bêkariyê
16:11 Nêzî çemê Botanê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:53 Dozger xwest rojnameger Bêrîtan Canozer bê girtin
15:12 Dosya leşkerê ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hat girtin
15:04 Ozturk: Li şûna HDP’ê Zindana Îmraliyê bigirin
14:58 2 endamên SGDF’ê hatin berdan
14:32 Şenyaşar: Dozger 23 kes tespît kirin, hûn li benda çine?
14:30 Penabera îranî ku tê xwestin were dersînorkirin: Bibin dengê me
13:50 Bayindir: Starta şer bi tecrîda li Îmraliyê didin
13:50 Danişîna Feleknas Ûca hat taloqkirin
13:42 Pirsa ‘Gelo Ocalan berxwederek bi rûmet e?’ ji rojnamevan Canozer hatiye kirin
13:07 Hevserokê HDP’ê yê navçeyê hat binçavkirin
12:49 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:42 Bûldan: Em ê rêyek nû vekin
12:34 AYM’ê qanûna ku saziyên çapameniyê digire vedike betal kir
11:27 Îtîraza li dijî berdana rojnamevanan hat redkirin
11:13 Rêxistinên Jinan ên Îzmîrê: Em serî natewînin
11:01 Şerh li dijî rapora Girtîgeha Sîncanê danîn: Dev ji lêgerîna tazî berdin
10:43 Pîroglû: Heta tecrîd ranebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin
10:30 Dozger delîlan ji nedîtî ve hat, Erdal Kûzû jî delîlan yek bi yek rêz kir
10:19 Di îdianameyê de cih neda cînayetên bi çeka cerdevaniyê hatine kirin
09:39 Parêzer: Ji ber ku tevlî çalakiya peymanê bûn, nabe ku bên der sînorkirin
09:15 Berfînan kulîlk vekir
09:00 Qeyûmê Farqînê tabelaya kurdî rakir, tenê tabelaya tirkî çikand!
09:00 ‘Tecrîd, bi hevdîtina bi telefonê tê rewakirin'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 133'yemîn de ye
09:00 Wê ji ber dîmenên 16 sal berê bê darizandin
09:00 Hevşaredara Qersê Alaca: Em çavşikestî nebûn, em ê bi ser bikevin
09:00 Bijîşk Yavîç: Rayedar bi xwe guh nadin rêzikên koronayê
09:00 Xwişka Alî Çîçek: Ev serdem ji serdema 12'ê Îlonê xerabtir bûye
09:00 ‘Di destê gumanbar de lênûsk û pênûsek hatiye dîtin'
09:00 Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn
09:00 Kavilên sûran bi rengê zer xemilîn
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'AN
08:50 Cenazeyê zarokê winda bûbû hat dîtin
07/04/2021
21:49 276 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:49 Doza Mûsa Anter: Rêgeza darizandina di dema maqûl de hat binpêkirin
16:01 Jinên KESK’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:16 Tundiya zilam: Li Bûrsayê hewldana tecawizê
15:14 Li xebatkarê çapemeniya DBP’ê Bardakçi ceza birîn
15:03 Rêxistina Efûyê: Bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi darazek serbixwe heye
14:55 CFWIJ: Em meemeleya xerab a li dijî Canozer şermezar dikin
14:42 Jin wê li Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
14:35 ‘Hesasiyeta’ jinê ya Enqereyê di rojeva cîhanê de ye: Biqestî bû
14:25 Hevşaredarê Qereyaziyê Şahîn bernedan
14:13 Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş
14:12 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
14:04 Malbata Şenyaşar 3 sal in li benda edaletê ye
13:29 Di doza tecawizê de delîl windabûn
12:47 Li Sêrtê mirina biguman a jinekê
12:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Turkoglû birî