Xwendekarên hatin berdan ji bo 'berxwedanek topyekûn' bang kirin

  • rojane
  • 09:01 6 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL - Xwendekarên di dema protestoyên rektorê qeyûm de hatibû girtin û çend roj berê hatibûn berdan, ji bo berxwedaneke topyekûn bang kirin. 

Çalakiyên xwendekaran ên li dijî tayinkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'î ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ew tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê kiribû, ji 4'ê Çileyê ve didomin. Di van çalakiyan de bi sedan xwendekar hatine binçavkirin û ji yên hatine binçavkirin 11 kes hatibûn girtin. Herî dawî Şîlan Delîbalta û Anil Akyuz hatin berdan. 
 
MIJ BELAV BÛ RÊ VEBÛ 
 
Xwendekar endamê Partiya Şoreşger a Yekbûyî Necmettîn Erdem ku hatibû girtin, berxwedana xwendekaran wekî serîhildana li dijî zextên îqtidarê pênase kir. Erdem, anî ziman ku pêkanînên antî demokratîk ên li zanîngehan, perçeyek polîtîkayên îqtidarê ne û got: "Kî ket ber wan, ew reş kirin. Bi KHK'yan akademîsyen ji dibistanan avêtin. Bi binçavkirin û girtinan xwestin xwendekarên xwedî fikr û ramanên azad bitespisînin. Ji wan we ye dê bi rektorên qeyûm xwendekaran bitepisînin. Ji Keskesorê tirsiyan. Hin kes sirf di dest wan de alayên LGBTÎ+ hebûn hatin binçavkirin, hatin derbkirin. Lê tevgera ciwana, xwendekar û şoreşger wekî her wextê di hemû şert û mercan de mijê belav dikin û rêyekê ji xwe re eyda dikin. Dîsa wisa bû." 
 
Erdem, diyar kir ku gava hatiye binçavkirin tirsa xwe li nav çavê polîsan girtibû dîtiye. 
 
NIKARIBÛN BERXWEDANÊ BIŞIKÎNIN 
 
Erdem, anî ziman ku gava hatine berdan Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ew wekî "terorîst" û "xayîn" îlan kirine û got: "Bi girtinê, bi binçavkirinê, bi îşkencekirinê, bi hepsa malê, refandin û gefxwarinê nikaribûn berxwedanê bişikînin. Her tişt wekî roja ewil û bibirdarî didome." 
 
BANGAWAZΠ
 
Erdem, destnîşan kir ku qeyûmtî polîtîkayeke faşîzmê ye û AKP jî cihên ku nikare bi dest bixe dest bi operasyonên tasfiyekirinê kiriye. Erdem, ji bo vê jî bal kişand ser pêkanînên li hemberî baro û zanîngehan û Peymana Stenbolê. 
 
Erdem ji bo mezinkirin û zeximkirina berxwedanê bang kir û got: "Divê em vê berxwedanê ji hundirê kampusê û Kadikoyê derxînin û li her derî belav bikin. Divê em bi têkoşîneke yekbûyî li hev kom bibin û mezin bikin." 
 
Xwendekar Anil Akyuz jî destnîşan kir ku zext û zoriyên hatine kirin nikaribûne berxwedana xwendekaran bişikînin. 
 
‘MIN SERÎ NETEWAND' 
 
Akyuz, diyar kir ku dema hatiye girtin çend rojan pêdiviyên wî yên sereke nehatine peydakirin. Akyuz, anî ziman ku bi saya raya giştî û serdanên parlementeran ev pêvao bi dawî bûye. Akyuz, diyar kir ku bi fezlekeyên derewîn ên polîsan hatine girtin û got: "Ji ber ku çûm ezmûna ALES'ê, bi hinceta pandemiyê 21 rojî di hucreyekê de hatim tecrîdkirin. Lê di wî 21 rojî de jî min serî netewand. Min nehişt kes jî bitewîne. Heya ji dest min hat, min behsa vê têkoşîna me ya mafdar kir." 
 
Akyuz, anî ziman ku gava hatiye berdan jî cendirmean ew li qeraxa rêya E5 a Pira Kartalê danîne û got: "Paşê haya malbata min pê xistin. Ew li ber girtîgehê li benda min bûn. Bi vî awayî me dît ku dewlet ji berdana me jî ditirse. Piştî nîv saetî malbata min hat." 
 
BERXWEDANEKE TOPYEKÛN 
 
Akyuz, destnîşan kir ku feraseta qeyûm polîtîkaya tehekimê ye û li dijî êrîşên topyekûn, ji bo berxwedaneke topyekûn bang li her kesî kir. 
 
MA / Berfîn Karaman

Sernavên din

07/04/2021
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir
10:17 Li Şaredariya Amedê mobînga ‘guhertina sendikayê’
10:13 3 jinên bi sedema 8’ê Adarê ji kar hatin avêtin serî li dadgehê didin
09:24 Polisan li Stenbolê 8 kes binçav kirin
09:14 Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!
09:01 Li Botanê koçeran dest bi amadekariyên zozanan kirin
09:01 Koma 27'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Li Wanê meşa ji bo Peymana Stenbolê di 10'ê nîsanê de ye
09:01 'Hevdîtin têr nake, divê azad be'
09:01 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir
09:01 'HDP xwedî mîrateyeke xurt e, nayê girtin'
09:01 'Di 15 rojên pêş de dibe ku hejmara miriyan zêde bibe'
09:01 Xwendekarên hatin berdan ji bo 'berxwedanek topyekûn' bang kirin
09:01 Warê nebatên endemîk Meletiyê dibe qurbana 'madenvaniya hovane'
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2021'AN
08:49 Kesên li Semsûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:46 Li Kampa Holê berpirsek DAIŞ'ê hat girtin
05/04/2021
20:21 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 MKGP: Divê Canozer û jinên binçavkirî tavilê werin berdan
16:51 Bertek nîşanî binçavkirina Canozer dan: Rojnamegeriya jinan dibe armanc
16:22 OHD: Bijîjkê girtîgehê rapor neda lêgerîna tazî û derpkirinê
16:00 CFWIJ: Bila Bêrîtan Canozer bê berdan
15:45 Dema nan li tenûrê dida bû armanca guleyan
15:32 Komeleya Jinan a Rosayê: Êriş tundiya dewletê ya sîstematîk e
15:30 Polisan li Pulurê 3 kesan binçav kirin
15:24 Ji TJA’yê berteka binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin
14:55 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin
14:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan em in û tecrîd li me tê sepandin
13:58 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
13:08 Baroya Amedê: Di sala 2020’an de 79 lêpirsîn û doz li 69 endamên me vekirin
12:59 MEBYA-DER’ê Yenî Şafak’ê derewand
12:37 Malbata Şenyaşaran: Dozger dibin hevkarê sûc
11:39 Serokkomara Kosovayê ya nû bû jinek
11:36 Beriya doza Kocabaş banga piştevaniyê
11:33 22 jin li Amedê hatin binçavkirin
11:31 Hevserokê HDP'î hat berdan
11:04 Ji Tuncel ji bo Wezareta Edaletê: Tecrîd qrîzê kûrtir dike
11:04 Danişîna Roboskî hat taloqkirin
10:50 Li Amedê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin
10:08 Li Balikesîrê tundiya zilam
10:01 Amîralên ku Danezana Montroyê weşandibûn hatin binçavkirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 130'emîn de ye
09:01 Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da
09:01 Ji zarokê bi lêdana patronan re rûbirû ma re ceza tê xwestin
09:01 Ayşe Baran a dayika wê hatiye kuştin: Bila Peymana Stenbolê were sepandin
09:01 Jin li dijî ‘îtaetê’ dibêjin ‘bes e’
09:01 Rêxistinên ciwanan: Êdî dem dema em ji êrişan re bêjin ‘bes e’
09:01 Berpirsiyarê komkujiyê gef li malbatên mexdûr xwar!
09:01 Zêdebûna dovîzê bihayê kelûpelên înşat û wesayîtan jî zêde kir
09:01 Piştî ‘Pêvajoya çareseriyê’ herî kêm 2 hezar û 289 jin hatin kuştin
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'AN
08:56 Bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin: Gelek binçavkirin