Ayşe Baran a dayika wê hatiye kuştin: Bila Peymana Stenbolê were sepandin

  • jin
  • 09:01 5 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Ayşe Baran diyar kir ku dayika wê di 12 saliyê de bi darê zorê hatiye zewicandin û di encama tundiya zilam de jiyana xwe ji dest daye û xwest biryara betalkirina Peymana Stenbolê paş ve were kişandin. 

Nerazîbûn û hêrsa jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê berdewam dike. 
 
Me li Amedê jin derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de ji mikrofona me re axivîn û bal kişand ser girîngiya Peymanê û xwestin biryar paş ve were kişandin û dîsa were sepandin. 
 
DAYIKA WÊ JÎ HATIYE KUŞTIN! 
 
Ayşe Baran diyar kir ku da zanîn ku her roj jin tên kuştin û dayika wê jî ji aliyê bavê wê ve hatiye kuştin. Baran destnîşan kir ku ew li dijî betalkirina Peymanê ye û got: “Dayika min jî ji aliyê zilam ve hatiye kuştin. Di 12 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin. Bavê min bi salan tundiyê lê kir. Ew tundî li me jî dihat kirin. Dayika min di sala 2010’an de ji aliyê bavê min ve hat kuştin. Em hemû di vê mijarê de mexdûr in. Bi hezaran jin li malê xwe bi tundiyê re rûbirû dimînin. Qet nebe Peyman ji bo jinan piştevaniyek bû. Ez betalkirina peymanê şermezar dikim. Ez piştevaniya Peymanê dikim û dixwazim were sepandin. Peyman ji bo me derfetek bû.” 
 
‘DIVÊ TAVILÊ BIRYAR PAŞ VE WERE KIŞANDIN’ 
 
Şûkran Arat jî xwedî li Peymanê derket û got: “Ez li dijî betalkirina Peymanê me. Jin jiyan e, divê jiyan neyê kuştin. Jin nebe tu tiştek nabe. Divê mafê jinan hemû werin parastin. Lazim e li dijî van êrişan em xwe bikin yek û li dij derkevin. Divê mafê jinan were parastin. Divê tavilê dest ji biryara betalkirinê berdin û demildest were sepandin.” 
 
‘BILA PEYMAN WERE SEPANDIN’ 
 
Famiye Çelîk jî anî ziman ku êdî ew ji ber nûçeyên kuştina jinan û zextên tên kirin naxwaze li televîzyonê temaşe bike û her roj jin tên kuştin û bi tundiyê re rûbirû ne û xwest li tavilê Peymana Stenbolê were sepandin.
 
DIVÊ SERÊ NEYÊ GIRTIN 
 
Nûrdan Tûnç jî da zanîn ku Peymana Stenbolê ne tiştek ji rêze ye serê were girtin û divê li ser Peymanê nîqaş axaftin li serê were kirin û xwest Peyman paş ve were kişandin û dîsa bikeve meriyete. 
 
NE KUŞTIN JIYANÊ DIXWAZIN 
 
Fatma Guldalidir jî li dijî betalkirina Peyamanê bi hêrs û bertek e û anî ziman ku qet nebe Peymanê mafê zarokan û jinan diparast û jin kuştinê naxwazin jiyankirinê dixwazin. Guldalidir got ew Peymanê bi paş ve dixwazin û divê jin li dijî vê biryarê bibin yek deng. 
 
 
 
 

Sernavên din

07/04/2021
12:40 Derbarê Aydenîz û 10 parlamenterên HDP’ê de fezleke hatin amadekirin
12:39 Li Denîzliyê faîlê destdirêjiya li zarokekê hat girtin
12:15 Dadgehê nûçeyên Sayilgan wek nûçe nedît!
12:08 3 roj in 22 jin di bin çavan de tên girtin
12:08 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:54 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li keşîşê suryan birî
11:43 Engîn: Rêya têkbirina AKP’ê diyar e lê di muxalefetê de wêrektî tune ye
11:17 Li kesên ku danezana Newrozê belav kirin cezatê pere birîn
11:09 Bîrdal: Tifaqa demokrasiyê dikare rêveçûyîna nebaş bisekinîne
10:43 Giliya polisê ku maşîneya zirxî li zarokekî qelibandibû kirin
10:04 Aktîvîsta TJA’yê: Bi darazê dê nikaribin me bêdeng bikin
09:58 Wezareta Perwerdeyê: Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xebat jî nikare bê kirin.
09:01 Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne
09:01 Bi ser qetilkirina Eren re 25 sal derbas bûn: Dewlet deyndarê min e
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 132'emîn de berdewam dike
09:01 Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
09:01 Dixwaze herdu kurên wê yên girtî û nexweş bên berdan
09:01 Gelo zarokê 2 salî ji ber sersariya nexweşxaneyê mir?
09:01 Esnafên Dersimê: Ên didizin û diçirpînin ma dizanin halê aboriyê çi hal e?
09:01 ‘Ji bo qezenca çend kesan, wê zirar bigihê jiyana gelek kesan'
09:01 Şaredarê AKP'î ji qaseya şaredariyê ji bo dawetê zêr, ji bo wezîran hingiv û penêr stendiye
09:01 Parêzer Kaya: Fesixkirina Peymanê bêcezatî kir tiştekî qanûnî
09:01 Hevşaredarên hatin berdan: Em ê ji cihê mayî dewam bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'AN
06/04/2021
23:28 Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan
20:36 211 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Cenazeyê Tanê piştî 10 mehan hat veşartin
16:40 Rojnamevan Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
16:35 ‘Li kîjan qereqolan azan tê xwendin?’
16:30 Mamosteya ku nivîsa nijadperest belav kir ji pirsên ajansa me reviya!
16:17 Cezayê dîsiplînê dan Hevşaredarê Xîzanê
16:01 Darizandina doza Hêlîn Şen wê ji nû ve dest pê bike
15:32 Sancar: Îqtidar bi keysperestî û hîlebaziyê gefa darbeyê hildiberîne
15:30 Li Wanê cerdevanek mirî hat dîtin
15:17 Dadgeha Bilind cezayê DAIŞ’î zêde dît
14:54 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
14:49 Li Muzeya Çapemeniyê ya ÎGC’ê quncikê Apê Mûsa hat vekirin
13:25 Dozger xwest rojnamevan Alphan were cezakirin
13:18 Rapora DFG’ê ya adarê: 6 rojnameger binçav kirin û li rojnamegerek jî ceza birîn
13:13 KESK’ê têkildarî lêpirsîna ewlehiyê serdana HDP û CHP'ê kir
13:04 22 parlamenteran heman pirsê ji Wezîr kirin
12:53 Malbata Şenyaşari: Em li benda daxuyaniya Wezareta Edaletê ne
12:30 Di sala 2020’an de nêzî 177 hezar karker ji kar hatin avêtin
12:18 MED-DER: Binçavkirina hevseroka me bêtehemiliya li dijî ziman e
11:01 Cenazeyê Bîlgîç ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:00 Li Girtîgeha Xarpêtê serdegirtina qawişan: Gardiyanan li girtiyan dan
10:58 Şandeyek duyemîn tayînî dadgeha li doza Kobanê dinêre kirin
10:47 Temel: Em bi rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin re ne
10:38 Qeymeqemiya Nisêbînê daxuyaniya ku wê mamosteya nijadperest diparast rakir
10:17 Li Şaredariya Amedê mobînga ‘guhertina sendikayê’
10:13 3 jinên bi sedema 8’ê Adarê ji kar hatin avêtin serî li dadgehê didin
09:24 Polisan li Stenbolê 8 kes binçav kirin
09:14 Dewletê av berda, li Deşta Pirsûsê erd nema!
09:01 Li Botanê koçeran dest bi amadekariyên zozanan kirin
09:01 Koma 27'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Li Wanê meşa ji bo Peymana Stenbolê di 10'ê nîsanê de ye
09:01 'Hevdîtin têr nake, divê azad be'
09:01 Ji bo greva birçîbûnê bang li rayedaran kir
09:01 'HDP xwedî mîrateyeke xurt e, nayê girtin'
09:01 'Di 15 rojên pêş de dibe ku hejmara miriyan zêde bibe'
09:01 Xwendekarên hatin berdan ji bo 'berxwedanek topyekûn' bang kirin
09:01 Warê nebatên endemîk Meletiyê dibe qurbana 'madenvaniya hovane'
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2021'AN
08:49 Kesên li Semsûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08:46 Li Kampa Holê berpirsek DAIŞ'ê hat girtin
05/04/2021
20:21 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 MKGP: Divê Canozer û jinên binçavkirî tavilê werin berdan
16:51 Bertek nîşanî binçavkirina Canozer dan: Rojnamegeriya jinan dibe armanc
16:22 OHD: Bijîjkê girtîgehê rapor neda lêgerîna tazî û derpkirinê
16:00 CFWIJ: Bila Bêrîtan Canozer bê berdan
15:45 Dema nan li tenûrê dida bû armanca guleyan
15:32 Komeleya Jinan a Rosayê: Êriş tundiya dewletê ya sîstematîk e
15:30 Polisan li Pulurê 3 kesan binçav kirin
15:24 Ji TJA’yê berteka binçavkirinan: Em ê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin
14:55 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Lêgerîna tazî li xizmên girtiyan tê ferzkirin
14:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Ocalan em in û tecrîd li me tê sepandin
13:58 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
13:08 Baroya Amedê: Di sala 2020’an de 79 lêpirsîn û doz li 69 endamên me vekirin
12:59 MEBYA-DER’ê Yenî Şafak’ê derewand
12:37 Malbata Şenyaşaran: Dozger dibin hevkarê sûc
11:39 Serokkomara Kosovayê ya nû bû jinek
11:36 Beriya doza Kocabaş banga piştevaniyê
11:33 22 jin li Amedê hatin binçavkirin
11:31 Hevserokê HDP'î hat berdan
11:04 Ji Tuncel ji bo Wezareta Edaletê: Tecrîd qrîzê kûrtir dike
11:04 Danişîna Roboskî hat taloqkirin
10:50 Li Amedê operasyon: Gelek jin hatin binçavkirin
10:08 Li Balikesîrê tundiya zilam
10:01 Amîralên ku Danezana Montroyê weşandibûn hatin binçavkirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 130'emîn de ye
09:01 Biharê bejna xwe nîşanî Dîcleyê da
09:01 Ji zarokê bi lêdana patronan re rûbirû ma re ceza tê xwestin
09:01 Ayşe Baran a dayika wê hatiye kuştin: Bila Peymana Stenbolê were sepandin
09:01 Jin li dijî ‘îtaetê’ dibêjin ‘bes e’
09:01 Rêxistinên ciwanan: Êdî dem dema em ji êrişan re bêjin ‘bes e’
09:01 Berpirsiyarê komkujiyê gef li malbatên mexdûr xwar!
09:01 Zêdebûna dovîzê bihayê kelûpelên înşat û wesayîtan jî zêde kir
09:01 Piştî ‘Pêvajoya çareseriyê’ herî kêm 2 hezar û 289 jin hatin kuştin
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'AN
08:56 Bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin: Gelek binçavkirin