HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê

  • rojane
  • 12:59 3 Nîsan 2021
  • |
img

ENQERE - Rêxistina HDP'ê encamnameya foruma “Ji bo Vîna Gelan Edalet" aşkere kir û diyar kir ku tecrid welat dixe nava felaketek mezin û rojên tarî û wiha got: "Em ê bi hêza ku ji gel distînin, Tirkiyeyê ji ve felaket û tariyê rizgar bikin û ji bo ve yekê têbikoşin." 

 
Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet" de di 31'ê Adarê de li Mêrdînê foruma “Ji bo Vîna Gelan Edalet" li dar xistin. Nûnerên Baroyên herêmê, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rewşenbir û gelek nûnerên rêxistinên civakî beşdari forumê bûn. Di forumê de zext û tundiya li ser HDP'ê, xistina parlamenteriya wekîlê HDP'ê, vekişîna Tirkiye ya ji peymana Stenbolê, tundiya li ser jinan, tayinkirina qeyûman a şaredariyan û zanîngeha Bogazîçîyê û zextên li ser civakê niqaş kirin. Lijneya Rêvebriya Herêmî ya HDP'ê encamnameya forumê bi raya giştî re parve kir. HDP'ê di encamnameyê de destnîşan kir ku tecrid welat dixe nava felaketek mezin û rojên tarî û wiha got: "Em ê bi hêza ku ji gel distînin, Tirkiyeyê ji ve felaket û tariyê rizgar bikin û ji bo ve yekê têbikoşin." 
 
HDP'ê di encamnameyê de destnîşan kir ku Tirkiye demek dirêje ji aliyê yek zilamî ve tê rêvebirin û wiha cih da encamnameyê: "Şirîkê mezin bêyî dem winda bike daxwazê şirîkê xwe yê biçûk pêk tîne. Yên qala demokrasiya sindoqan dikin, vina ku ji sindoqan derdikeve binpê dikin û nas nakin. Em ê wekî duh, îro û sibê jî têkoşina mafê xwe yê demokratik heta dawî bimeşînin. Em ê heta dawî rastiyê li ruyê zaliman bixin."
 
EM QEYÛMAN NAS NAKIN
 
Rejima qeyûm ku di sala 2016’an de 95 şaredariyên DBP’ê qesp kirin, îro armanc dike ku vê pergalê li hemû Tirkiyeyê ferz bike. Tehamula îqtîdarê ji hêzên muxalif re nemaye. Di her kêliyê de ji bo dengê wan bitepisîne êrîş dike. Qeyûm tayînî rêxistinên civakî dike. Ji bo rê li pêş zagonên qeyûm veke, li meclîsê zagonan diguherîne. 
Qeyum tayînî Zanîngeha Bogazîçî dike. Em kesên demokrasiyê dixwazin diyar dikin ku qeyûm nas nakin û em ê li dijî rejîma qeyûm heta dawî têbikoşin. 
 
EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN'
 
Şirîkê îqtîdarê îro zagonên Tirkiyeyê nas nake û binpê dike. Hiqûqê binpê dike û destûr nadin ku Birêz Abdullah Ocalan ji mafê xwe yê demokratik sûdê bigire. Tecrida ku li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, îro li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Vê tecrîdê welat xistiye nava felaketek mezin û tariyê. Îro girtiyên siyakî 128 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de têdikoşin. Di 21'ê Adarêde bi milyonan gel daket qadên Newrozê û li dijî tecridê bertekên xwe anîn ziman. Bi dengê bilind xwest tecrîd bi dawî bibe. Em bi hêza ku ji gel distînin emê li dijî tecrida ku Tirkiye dixe nava felaket û tariyê tebikoşin. Emê heta dawî li dijî tecrîdê tebikoşin." 
 
POLÎTÎKAYÊN DIJMINANTIYA JINÊ 
 
Qeyûm berdewama rejîma yek zilamî ye. Di rêveberiya herêmî de dijminantiya jinê dike. Çawa qeyûm hatin ser kar dest bi girtina saziyên jinan kirin. Destkeftiyên jinan kirin hedef. Xeta "‘Alo Şiddet" ku ji bo jinên bi tundiyê re ru bi rû dimînin bi destê qeyûm hatin girtin. Navendên stargeha jinan bi destê qeyûm hatin girtin. 
 
PEYMANA STENBOLÊ 
 
Hişmendiya qeyûm şevek nîvê şevê bi biryarekê Peymana Stenbol betal kir. Aqilê îqtîdara mêrê serdest, bi vê biryarê carek din feraset û sekna xwe ya li dijî jinê nişan da. Bloka AKP-MHP'ê bi vê biryarê rê li pêş tacîz, tecawiz û kuştina jinê vekir. Îlan kir ku li pişt mêrêqatil e. Helwesta li dijî cinayetên jinan aşkere kir.Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê berpirsiyarê kuştina her jinê ev îqtîdar e. Em rejîma yek zilamî û vekişina Peymana Stenbolê nas nakin. Em vê biryarê qebûl nakin. Em ê Peymana Stenbolê ku di encama têkoşîna mezin de me bi dest xistiye em ê heta dawî biparêzin.
 
HEMÛ KÊMAR BI ÊRÎŞAN RE RÛ BI RÛ NE
 
Hemû kemarên li Tirkiyeyê dijîn be tundî, êrîş û înkarê re rû bi rû ne. Destûr nadin ku gelên li tirkiyeyê dijîn bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Qadên bawerî û çandên cûda jî dikin qadên rantê û li ser wan siyasetê dikin. Emê ji bo parastin û azadiya çand, ziman û nasnameya Kurdan û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn heta dawi têbikoşin.
 
Darazê xwest HDP bê girtin û daraz bû amûrê destê îqtîdarê. Şirîkê îqtîdarê ku hemû hêzea xwe winda kiriye, bi destê darazê dixwaze HDP’ê bigire. Bloka iqtîdara AKP-MHP'ê hewl dide bi van gavan rageşiya nava gelan zêde bike. Gelê ku dengê xwe da HDP'ê li dijî vê yekê di 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bersîva herî mezin da îqtîdarê. Em kesên dmokrasiyê diwxazin emê li dijî vê xeta faşizmê heta dawî têbikoşin. Em destûr nadin girtina HDP’ê û em ê fikr û bîrdoziya HDP'ê li her derê bidin jiyandin." 

Sernavên din

05/04/2021
08:48 Nûçegîhana Jinnews’ê Canozer hat binçavkirin
04/04/2021
21:24 Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin
21:19 185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin
16:50 Li Amedê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:40 Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Cobo jiyana xwe ji dest da
16:32 Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand
16:03 Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin
15:54 Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike
14:38 4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin
14:21 Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin
13:59 Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
12:59 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir
12:54 Li Yewnanîstanê koma 19'emîn greva birçîbûnê dewr girt
12:28 Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan
11:52 Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir
10:48 Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê
10:15 Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye
09:13 Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt
09:00 Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
09:00 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin
09:00 Li dijî faşîzmê li kuçeyan e
09:00 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin!
09:00 Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!
09:00 Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma
09:00 Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin
09:00 Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
03/04/2021
21:58 Li Mûşê bi hinceta 'operasyonên eskerî' qedexekirina çalakiyan
20:13 186 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Li Antalyayê 2 kes hatin berdan
16:59 Girtiyên li Tarsûsê tecrîd şermezar kirin
16:19 Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin
16:08 Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê
15:59 ‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’
15:52 Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn
15:23 HDP: Em soza edaletê didin Emîne Şenyaşar
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin