Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir

  • rojane
  • 11:29 3 Nîsan 2021
  • |
img

RIHA - Hevalên zarokatiyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya rojabûna wî ya 72’yemîn ew vegotin. Mehmet Reşît Ocalan, got her tişt ji bo Kurdan kir. Fadîle Yagibasan jî, diyar kir ku tenê yek daxwaza wî hebû, ew jî wekheviya her kesî bû û ev pirs kir: “Ma di vê de çi hebû?” 

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi operasyoneke navneteweyî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Gireva Îmraliyê dibin tecrîdek girankirî de tê girtin. Ocalan di 4’ê Nîsanê de dikeve 72 saliya xwe. Hevalên Ocalan ên zarokatiyê, bi boneya rojbûna wî, ew vegotin. 
 
OCALAN: EV KAR VALE YE
 
 Yek ji heval û gundiyên Ocalan ê li gundê Amara ya girêdayî navçeya Xelfetê ya Rihayê ji dayik bû, Mehmet Reşît Ocalan ê 78 saliye. M. Reşît Ocalan, diyar kir ku li gund erdê wan li kêleka hevbûn û wiha behs wan rojan kir: “Ez ciwan bûm, lê Ocalan hîn zarok bû. Bapîrên me birayên hev bûn. Ji ber vê em her tim li ba hev bûn. Diçû dibistanê û dihat. Carekê bavê min ji min re got, ‘Xerciyekê bide Abdullah, ji dibistanê hatiye .’ Em xizmên hev bûn. Tiştên wiha di navbera me de hebûn. Li Amedê, salek û nîvê memûrtî kir. Em ji wî re digot; ‘Karê te xweşe.’ Wî jî digot, ‘Ev kar valeye.’ Hîna wê demê digot, ‘ezê herim dibîstanên hîn bilindtir.’” 
 
DU QAT BI LEZBÛ
 
Reşît Ocalan, qala dema di zevî de bi hev re dixebitin jî kir û wiha got: “Em di zevî de bi hevre dixebitîn. Me bi destên xwe nîsk kom dkirin. Ew berî hemû xwişk û birayên xwe diçû. Du qatî xwişk û birayê xwe lez bû. Kesekê pir zîrek bû. Rojekê ez û Serok di zeviya wan de rûniştî bûn. Wê demê tifingeke me hebû. Temenê Serok wê demê biçûk bû. Min kevirek danî dûr û min jê re got, ‘Abdullah em gule berdin vî kevirî. Ka wê kî ji me lê bixe.’ Wî jî qebûl kir. Min gule berda û li kevir xist. Wî jî guleyek berda. Dûre destê xwe hejand û got, ‘Ev ne karê mine.’”
 
PIR JI DIL BÛ
 
Reşît Ocalan, anî ziman ku dema Ocalan zarok jî bû, têkiliya wî bi kesên cuda re hebû û wiha pê de çû: “Bi her kesî re hevaltî dikir. Tu carî nimêja wî lê ne diçû. Bêdestnimêj ne diçû tu derî. Hevalên wî yên Tirkmen hebûn. Navbera wan baş bû. Mirovekê pir ji dil bû. Li vê derê, heya niha di navbera Kurd û Tirkmenan tı carî xirab ne bû. Tu carî şer nekirin. Em ji dema bapîrên xwe jî vê dizanîn.” 
 
CÎHAN JI WÎ HES DIKE
 
M. Reşît Ocalan, bal kişand ser rewşa îro ya hevalê xwe yê zarokatiyê Ocalan û wiha bi dawî kir: “Min pir bêriya wî kiriye. Dema behsa wî tê kirin, ez nikarim biaxivîm. Dewletê niha wî kiriye tecrîdê. Evqas salin di girtîgehê de ye. Dûrê nade ku malbat û parêzerên wî biçin hevdîtina wî. Dema hat darizandin ez çûm dadgeha wî. Lê ez negirtim danişînê. Ez fikirîm ku min nas dike, dema min bibîne, wê keyfxweş bibe. Lê ez negirtim hûndir. Du caran min serlêdan kir, lê nehat qebûl kirin. Min pir dixwest wî bibinim. Niha derbikeve û were, ezê wî hembêz bikim. Ew mirovek cudaye. Cîhan ji wî hes dike. Ne tenê ez, her kes ji wî hes dike. Ji bo malbata xwe tiştek nekir. Hemû ji bo gelê Kurd kir. Niha dibin tecrîdê de ye. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Êdî ev girêdayî wijdana gelê Kurd ma ye. Ez pir silavên xwe li wî dikim. Ez ji çavên wî maç dikim. Înşallah ji wê qadan teng û tarî rizger bibe.”
 
‘EZÊ PEYKER DANIM’
 
Ji hevalên zarokatiyê yên Ocalan, a li gundê Tirkmenan Ereh a girêdayî navçeya Xelfetê ya Rihayê dijî Fadîle Yagibasan e. Yagibasan, di peyva xwe ya ewil a behsa Ocalan kir de wiha got, “Fikir û ramanê wî çibûn ew digot, qet ne ditirsiya.” Yagibasan, dest nîşan kir ku Ocalan bi dayika xwe re dihat gundê wan û wiha  got: “Wê demê em 14 salî bûn. Avahiyeke ji kevir hatibû çêkirin hebû. Li wê meze dikir û got, ‘Ez li vê derê peykerekê danim.’ Zarok pir bi edeb bû.” 
 
TEKANE DAXWAZA WÎ WEKHEVÎ BÛ 
 
Yagıbasan, derbarê girtin û tecrîdkirina Ocalan de jî wiha berteka xwe anî ziman: “Tu sûcekê wî tuneye. Niha, vale vale di girtîgehê de tê girtin. Gelo çi kiriye? Zirar daye kî? Ez dixwazim bê berdan. Mirov ne kuştine. Rêya kesekê ne biriye. Ma çi kiriye? Xizmê mine. Ma mirov bêriya xizmê xwe nake? Heyfe ku evqas di girtîgehê maye. Tekane daxwaza wî wekheviya her kesî bû. Ma di vir de çi heye?”
 
MA / Lezgîn Tekay - Bariş Polat
 

Sernavên din

05/04/2021
08:48 Nûçegîhana Jinnews’ê Canozer hat binçavkirin
04/04/2021
21:24 Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin
21:19 185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin
16:50 Li Amedê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:40 Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Cobo jiyana xwe ji dest da
16:32 Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand
16:03 Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin
15:54 Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike
14:38 4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin
14:21 Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin
13:59 Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
12:59 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir
12:54 Li Yewnanîstanê koma 19'emîn greva birçîbûnê dewr girt
12:28 Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan
11:52 Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir
10:48 Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê
10:15 Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye
09:13 Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt
09:00 Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
09:00 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin
09:00 Li dijî faşîzmê li kuçeyan e
09:00 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin!
09:00 Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!
09:00 Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma
09:00 Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin
09:00 Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
03/04/2021
21:58 Li Mûşê bi hinceta 'operasyonên eskerî' qedexekirina çalakiyan
20:13 186 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Li Antalyayê 2 kes hatin berdan
16:59 Girtiyên li Tarsûsê tecrîd şermezar kirin
16:19 Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin
16:08 Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê
15:59 ‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’
15:52 Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn
15:23 HDP: Em soza edaletê didin Emîne Şenyaşar
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin