Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir

  • rojane
  • 09:14 3 Nîsan 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Gundê Midunê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê ku ji aliyê Sûryaniyan ve tê bi rêveberin ji 3 gundên Suryaniyan yek e. Dayika Seydîm Dogankilic der barê kar û barê gundê xwe de axivî û got: "Li vir kar zêdetir li ser milê me jina ne. Lê em bi keddayînê kêfxweş dibin."

 
Di 15‘ê Hezîrana 1915‘an desthilatdariya Osmaniyan li dijî bajar û gundên Suryanî, Asûrî û Keldaniyên herêmê komkujiyên herî hovane pêk anîn. Qirkirin bi armanca pişavtin û koçberkirina gelên herêmê ji cih û warên wan ên dîrokî kiribûn. Lê di dema ku dewletên mezin bi şerê cîhanê yên yekemîn re mijûl dibûn, hikûmeta Osmaniyan jî, li herêmê bi qirkirina gelên ku xwedî bawerî û nêrînên cuda re eleqeder bû. Di encama qirkirinê de herî zêde 75 hezar kes ji jin, zarok û ciwanên Suryanî, Asurî, Keldanî û Ermeniyan hebûn, hatin qetilkirin û gundên wan hatin dagirkerkirin. Lê gelek gundên ku ji Suryaniyan pêk dihatin, tevî hemû zext û êrişên Osmaniyan jî xaka xwe terik nekirin û heta roja me ya îro jî gundên wan ava ne.
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê ku heta salên 1964'an jî yek misilman tê de tunebû û hemû Suryanî bûn, di 50'î salên dawî de nifûsa gelê Suryanî ketiye bin 390 malan û tenê 3 gundên Suryaniyan mane. Yek ji van gundan jî, gundê Midun yê Hezexê ye. Li vî gundî xanî hemû bi kevir hatine avakirin. Di gund de, cihê herî pîroz dêra wê Mor Yakup a ku 1625 salî ye. Dêrê tiştek ji bedewî û xweşikbûna xwe winda nekiriye. Gundê Suryanan ê ku piranî kal tê de dimînin, ciwanên wê di zivistanê de diçin Ewropayê û havînê jî, ji ber kar û barê gund berê xwe didin cih û warê xwe. Her wiha li gundê Midunê gundî li ser tirî debara xwe dikin. Di gund de, tirî tê wateya nan, ked û şarabê. Rez di demsala biharê de tê kezaxtin û di payîzan jî berhem tê komkirin. Ji tiriyê ku tê komkirin, dims, bastiq û benî tên çêkirin.
 
DI GUND DE TENÊ SURYAN HENE
 
Jina 73 salî Seydîm Dogankilic a ku li vî gundî ji dayîk û mezin bûye, qala gundê xwe ji me kir. Dogankilic, anî ziman ku di gund de jiyana wan bi xebatê didome û wiha axivî: "Ji fermanê û vir ve gundê me sedsal bêtirin ava ye û misilman neketine gundê me de. Jiyana me ya berê pir xweş bû. Di berê de me gelek tişt bi çavên xwe dît. Li ser me zext û zordarî pir hebûn. Lê li tevî hemû tunekirin, tunehesibandin, zext û êrişan me warê xwe terik nekir. Berê em her tim tune dihatin hesibandin. Lê dîsa jî me dev ji xaka xwe û warê xwe berneda. Li gund 50'î mal hene. Em bi cotkarî û çandiniyê debara xwe dikin. Gundê me xweş e. Di gundê me de tenê Suryan hene. Ji ber vê jî em bi awayeke azad dijîn. Kesek mudexeleyî jiyana me û baweriya me nake. Ji bo ku em van rojan bibînin me gelek hewl da û em heta roja îro hatin. Jiyana me ya rojane bi kar derbas dibe. Li vir jî kar zêdetirin li ser milê me jinane. Lê em bi keddayînê kêfxweş dibin."
 
'EM ZIMANÊ WE DIZANIN LÊ HÛN Ê ME NIZANIN'
 
Dogankilic, bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û diyar kir ku ji ber polîtîkayên koçberiyê gelek Suryanî di warê ziman de, asîmîle bûne. Dogankilic, bal kişand ser xweşiya gundê xwe û wiha bilêv kir: "Bi hatina biharê re em rezên xwe dikezixinin û derman dikin. Dîsa em dexil diçînin. Ji berê de, karê me ev e. Ev me kêfxweş dike. Li gundê me ji ber êrişan gelek kes koçberî Avrupayê kirin. Ji ber ku em li ser axa xwe ne em bi çanda xwe dijîn. Qasî ku ji destê min bê, ezê heta dawiya emrê xwe li ser xaka xwe bim. Tu hêz nikare min ji xaka min dur bike. Niha li seranserê cîhanê zimanê Suryanî pir kêm tê axaftin. Em jî hewl didin ku ziman, çand û kevneşopiya Suryanî tune ne bin. Çima em tirkî dizanin, kurdî jî dizanin, lê hûn Suryanî nizanin? Gelek Suryaniyên ku çûne Avrupayê zimanê bi Suryanî na axivin. Tu ziman weke zimanê dayikê şirîn nine. Divê mirov her tim û bi her awayî bi zimanê xwe biaxive. Em dixwazin herkes bi zimanê xwe biaxive. Kesên ku ji vir derbasî Avrupayê dibin, Suryanî xeber nadin û ev jî dibe sedema tunebûna ziman. Tu tişt ji zimanê mirov şirîntîr nine. Mirov bi zimanê xwe heye. Em jî dixwazin li ser xaka xwe bi zimanê dayikê bijîn."
 
MA /Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

05/04/2021
08:48 Nûçegîhana Jinnews’ê Canozer hat binçavkirin
04/04/2021
21:24 Îsmaîl Elîk ji nû ve ji bo serokatiya Baroya Mêrdînê hat bijartin
21:19 185 kesên din jî ji ber Kovîd-19’ê mirin
16:50 Li Amedê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:40 Yek ji Dayikên Plaza de Mayo Cobo jiyana xwe ji dest da
16:32 Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê name ji Ocalan re şand
16:03 Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê betal bikin
15:54 Ji TJA'yê peyama 4'ê Nîsanê: Mirovahî şahidiya berxwedanê birûmet dike
14:38 4’ê Nîsanê: Ketina Amarayê asteng kirin
14:21 Bi boneya 4'ê Nîsanê 72 dar çandin
13:59 Li gundê Ocalan ewil çûbûyê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
12:59 Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir
12:54 Li Yewnanîstanê koma 19'emîn greva birçîbûnê dewr girt
12:28 Dê bi zagonê name û hevdîtinên girtiyan têxin qeydan
11:52 Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir
10:48 Piştî 5'ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê: Tecrîda li ser Ocalan bû tecrîda Tirkiyeyê
10:15 Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya 1984’an hat weşandin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 129'emîn de ye
09:13 Ji ber ku ji şer re got 'na' ji peywirê hat girt
09:00 Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
09:00 Bavê girtiyê di greva birçîbûnê de: Divê tecrîd bi temamî bê rakirin
09:00 Li dijî faşîzmê li kuçeyan e
09:00 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn: Ji dêvla tevdîrgirtinê tenê rê digirin!
09:00 Esnafên Kemeraltiyê: Ma em ê çawa li ber xwe bidin!
09:00 Ozbûdûn: Li holê ne zanist ne jî akademî ma
09:00 Defîneger texrîb dikin, serdêr qirêjî dikin
09:00 Karkera Sînboyê Turker: Em ê bi berxwedanê karibin êrîşan berteref bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
03/04/2021
21:58 Li Mûşê bi hinceta 'operasyonên eskerî' qedexekirina çalakiyan
20:13 186 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:00 Li Antalyayê 2 kes hatin berdan
16:59 Girtiyên li Tarsûsê tecrîd şermezar kirin
16:19 Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin
16:08 Gergerlîoglû birin Girtîgeha Sincanê
15:59 ‘Derbkirina Gergerlîoglû mînaka bêhiqûqiyê ye’
15:52 Di ‘Newrozê’de bersiva kesên ku dixwazin partiya me bigirin hat dayîn
15:23 HDP: Em soza edaletê didin Emîne Şenyaşar
15:14 ÎHD: Akinci yê tê gotin ku sal û nîv temenê wî maye berdin
15:04 Ciwan di şahiya biharê de, hatin gelhev
14:36 Togrûl: Em nizanin Gergerlîoglû li ku ye
14:34 Li navçeyên Şirnexê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
14:18 Polisan li Îzmîrê 7 kesan binçav kir
14:13 25 sal in agahî ji Turkoglu nayê girtin
14:12 Aqûbeta kesên ku li Alaçatiyê hatibûn windakirin hat pirsîn
13:59 Li 35 welatiyên di Newrozê de govend gerandin, cezayê pere hat birîn
13:38 Malbata Şenyaşar banga piştevaniyê kiri
13:30 Nexweşê penceşêrê Şemsettîn Ozer berdin
13:17 ÎSÎG: Di 8 salan de ji ber şertên kargehan 502 karkeran întîhar kiriye
13:07 Salih Gergerlîoglû: Bavê min ji nexweşxaneyê revandin
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin