NAVENDA NÛÇEYAN - Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î ku parlementeriya wî hatibû betalkirin, hat binçavkirin. Gergerlîoglû got: "Berxwedan, jiyan e."
Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î ku parlementeriya wî hatibû betalkirin, ji ber cezayê lê hatiye birîn hat binçavkirin. Gergerlîoglû ku gotibû ez ê teslîm nebim, polîs çûn mala wî û li malê ew binçav kirin.
Kurê wî Salih Gergerlîoglû li ser hesabê xwe yê twîtterê got: "Hatin bavê min bigirin."
Salih Gergerlîoglû, di parvekirina xwe de diyar kir ku nehiştine bavê wî pêlava xwe jî têxe pê û got: "Heman rezalet cardin dubare kir. Nehiştin pêlava xwe jî têxe pê, zûzûka wî birin."
Polîsan Gergerlîoglû bir Edliyeya Enqereyê. Piştî biryara girtinê radestî destê Gergerlîoglû bê kirin, ê wî bibin girtîgehê.