STENBOL - Welatiyên li Stenbolê, rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê, rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 salin li Tirtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Girev Îmraliyê di tecrîdê de ye, hat pîroz kirin. Ocalan di 4’ê Nîsanê de, dikeve 72 saliya xwe. Welatiyên navçeyê ji bo rojbûna Ocalan paste birîn û dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Dûre stran hatin gotin û guvend hat gerandin. Welatiyan bi boneya pîrozbahiya rojbûna Ocalan hêviyên azadiyê kirin.