ENQERE – Li gorî rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’ê ya sala 2020’an, hezar û 182 girtiyan di encama îşkence, memeleya xerab û rûmet şikandinê de serlêdana “binpêkirina mafan” kirine.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rapora Binpêkirina Mafan a Girtîgehan a Sala 2020’an bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û hurgiliyên raporê parve kirin. Turkdogan, diyar kir ku di sala 2020’an de ji 266 girtiyan name ji wan re hatine û 54 serlêdanên cuda girtine. Turkdogan, destnîşan kir ku tevahiya salê di mijarên cuda de hezar û 182 girtiyan ji bo binpêkirinên mafan ên di encama îşkence, memeleya xerab û rûmet şikandinê de serî li wan dane û têkildarî serlêdanan bi Wezareta Edaletê û Sazya Venerîniya Cemaweriyê re hevdîtinan dikin.