ENQERE – HDP’ê Cejna Akîtû ya gelê suryan û asûrî pîroz kir û xwest ku cejn ji hemû mirovahiyê re bereket, aştî, azadî û edaletê bîne.
Komîsyona Bawerî û Gelan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Akîtû ya gelê suryan û asûrî pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Cejna Akîtû cejna herî kevn a cîhanê ye û xwest ku di serî de ji gelê asûrî û suryanî cejn ji hemû mirovahiyê re bereket, aştî, azadî û edaletê bîne.