MÊRDÎN - Tayup Çam ê HPG’î yê li Çiyayê Bagokê di şer de jiyana xwe ji dest da bû, li Qoserê hat definkirin.
Li çoltera Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, Tayup Çam ê HPG’î di şerê 30’ê Adarê rû da de, jiyana xwe ji dest da bû. Cenazeyê Çam ê li Morga Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dihat ragirtin, teslîmî malbatê hat kirin.
Cenazeyê teslîmî malbatê hat kirin, li gundê Margik a girêdayî Qoserê hat definkirin. Cenazeyê Çam piştî wacîbeyên olî hat definkirin.