WAN- Cenazeyê Seyhan Taş ku li navçeya Başan a Îdirê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 9 mehan hat veşartin.
Seyhan Taşê HPG'î di 8'ê Hezîrana 2020'î de li herêma Kirê Sor ê navçeya Başan a Îdirê jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê îro cenazeyê wî ji Goristana Bêkesan a Erziromê wergirt û bir Taxa Salahane ya navçeya Çardêran a Wanê û veşart. Polîsan nehişt ji xeynî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibe û goristanê dorpêç kirin.