Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin

img

ŞIRNEX - Pêşmergeyê berê Mustafa Olmez derbarê hewldana destwerdana li ser Şengalê axivî û ev bang li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir: "Piştgiriyê bidin kurdên me yên êzidî. Şengalê bêparastin nehêlin.” 

Di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê ve “Peymana Şengalê” hatibû îmzekirin. Li gorî naveroka Peymanê divê her hêzekê çekdar ji Şengalê derbikeve. Nerazîbûnên li dijî Peymanê berdewam dikin. Li Şengalê jî êzidiyan li ber Asayîşa Êzîdxan dest bi nobetê kirin û di roja 118'an de didome. Ji hêla din ve jî hikûmeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo derketina hêzên Asayîşa Êzîdxan wext da Rêveberiya Xweser. Li dijî vê yekê Şengalî çend roj in bi çalakiyên cuda li qadan in. Pêşmergeyê berê Mustafa Olmez li dijî gef û hewldana destwerdana li ser Şengalê ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'ÊZIDÎ NEBIN EM JÎ TUNE NE' 
 
Mustafa Olmez diyar kir ku wî ji bo parastina xaka Kurdistanê pêşmergetî dikir û wiha got: “Niha di şexsê êzidiyan de kurd hemû bi xetereyeke mezin re rûbirû ne. Di sala 1976'an de min pêşmergetî kir. Min herî zêde li Heftanînê, Sinexê, Kometeyî û Qendîlê pêşmergetî kir. Di wê dîrokê de em pêşmergeyê PDK'ê bûn. Me ji bo netewa kurd û yekîtiya kurdan pêşmergetî dikir. Me ferqê nedixist nava kurdan. Ji bo me her kurdek wekhev bû. Me çawa dît ku partiya me ya PDK'ê di yêkitiya kurdan de cudahiyê dike, me dest pêşmergetiyê berda. Îcar di roja îro de dema ku mirov lê dinêre hikumeta me ya başûr ji bo yekîtiya neteweyî nabe alîkar. Wextê ku Şengal nebe, êzidî nebin em jî nabin. Çimkî yêkitiya me bi kurdê me yên êzidî pêk tê. Îro hêza parastina Şengalê heye. Hikumeta Iraqê, PDK û Tirkiye dixwaze ku wê parastinê ji holê rake. Wexta ku ew parastina rabû yêkitiya Kurdistanê qels dibe û xera dibe. Dema ku yêkitiya Kurdistanê nebe, Kurdistan di her perçeyê de qels dibe û dihele." 
 
'ŞENGALÊ BÊPARASTIN NEHÊLIN'
 
Mustafa Olmez anî ziman ku li şûna êrişî Şengalê bikin, bila xwedî lê derbikevin û wiha domand: "Ji hikumeta Başûr daxwaza me ew e ku piştgiriyê bidin kurdên me yên êzidî û parastina Şengalê bikin. Hikumet bila dev ji listîk û komployên Tirkiyeyê berde. Helwesteke bi vî awayî ji me re lazim e. Dewleta Tirkiyeyê di dîrokê de heta niha dibêje ku li ku kurdek hebe ez ê serê wî biperçiqînim û ez ê qebûl nekim. Di dema me ya îro de PDK dostaniya Tirkiyeyê dike. Tirk nabe hogirê PDK'ê. Tenê ji bo berjewendiyên xwe yên rojane bikar tîne. Ji bo kurd hev bikujin wiha dike. Hêvî û daxwaza me heye ku Şengalê bêparastin nehêlin. Divê xwedî lê derbikevin. Di sala 2014'an de parastina êzidiyan tune bû. DAIŞ kete bajêr û ev hêz reviyan û êzidî tenê hatin hiştin. Di roja îro de êzidiyan di nava xwe de parastineke xweser ava kiriye û dixwazin xelk û axa Şengalê biparêz in. Di vê parastinê de tu zirar tune ye, serkeftin heye. Bila dev ji van tiştan berdin û piştigiryê bidin yêkitiya Kurdistanê."
 
'DIVÊ ÊDÎ KURD TEHAMULÎ HEV BIKIN’ 
 
Olmez da zanîn ku di vê pêvajoya şer de tişta herî pêwîst yêkitî û tifaqa kurdan e û ev bang li gelê kurd kir: "Yêkitiya kurdan bi sebirê wê li pêş bikeve. Divê destpêkê de tehemûla me kurdan bi hevdû re hebe. Divê em nebêjin ku ev kurd misilman e, ev kurd êzidî ye, ev kurd xiristiyan e. Divê em cudahiyê nekin. Mirovê ku zimana wî, çanda wî kurdî be divê em piştgiriyê bidinê. Divê em rêz û hûrmetê bidin fikir û ramanên cuda. Divê kurd hevdû nekujin û şerê birakûjiyê nekin. Di nava malekî de her kes ji heman xwarinê hez nake û tama her xwarinê ne yek e. Ev nayê wê wateyê ku her kes heman xwarinê bixwe û heman tamê jê bistîne. Siyaset jî tişteke wiha ye. Mînak li Bosna hersekê tirkek heye tirk berê xwe didin wê derê û xwedî lê derdikevin. Li Kerkûkê tirkmenek hebe Tirkiye dibêje ‘ev der ya me ye’. Dewletên dinyayê her kes li xwe û gelê xwe xwedî derdikeve. Divê em kurd jî yêkitiya netewî ava bikin û şerê birakujiyê ji nava xwe rabikin û di siyasetê de jî rêz û hûrmetê bidin hev." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

02/04/2021
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in