ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP'ê, bi nameyekê bertek nîşanî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ya têkildarî partiya xwe dan û ev tişt gotin: “Em gotinên ku HDP'ê krîmînalîze dikin, red dikin.'”
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîhat Sancar, ji Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Heîko Maas re name şandin û bertek nîşanî daxuyaniya wezareta wî ku têkildarî girtina doza partiya wan ev peyam dabû “''Em hêvî dikin ku HDP sînorekî beloq di navbeyna xwe û PKK'ê de deyne, ku PKK di nav lîsteya terorê ya YE'yê de ye” dan.
‘LÊ NIRXÊN YE’YÊ NAYÊ’
Bûldan û Sancar, di nameyê de li dijî gotina “Divê HDP xwe ji PKK'ê vede'” derketin û gotin ku desthilata AKP-MHP’ê pirî caran ji bo ku HDP'ê krîmînalîze bikin, van gotinan bi kar aniye û ev li nirxên Yekitiya Ewropa (YE) û Konseya Ewroapyê (KE) nayê.
BIRYARÊN DMME’YÊ BI BÎR XISTIN
Hevserokan d nameyê de girtina HEP, DEP, OZDEP, HADEP, DTP’ê bi bîr xistin û destnîşan kirin ku DMME'yê derheqê van hemû partiyan de li gorî xala 11'an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, biryar li ser da ku Tirkiye maf bin pê kirine.
NÊZÎKATIYÊ RED KIRIN
Her wiha hevserokan ji Wezareta Almanyayê xwestin ku agahiyên berbiçav û hiqûqî bide wan ku pê ev daxuyanî dane û nayê qebûlkirin ku nêzîkatiyeke wiha li HDP'ê were kirin.