Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne

img
WAN - Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran ji bo danişîna ewil a doza ku li Wanê derbarê 4 jê girtî 5 rojnamevanan de hatiye vekirin banga piştevaniyê kirin û wiha gotin: “Em hempîşeyên xwe biparêzin. Tişta ku lê xwedî bê derketin di kesayeta 4 hevalên me de rojnamegerî bi xwe ye.”
 
Di 11’ê îlona 2020'an de li navçeya Şaxê ya Wanê eskerên ku derketibûn operasyonê, welatî Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û îşkence li wan kiribûn û piştre jî wan ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da bû. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala yên piştî  ku îşkence û avêtina ji helikopterê kirin nûçe, di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn girtin. Wê danişîna ewil a her çar nûçegihanên ku girtî ne û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a negirtî tê darizandin di 2’yê nîsanê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê were dîtin. Her pênc rojnameger bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin. Rojnameger Nazan Sala bi îdeaya “propagandaya rêxistinê kirinê” jî tê sûcdarkirin.
 
Îdeanameya ji 14 rûpelan pêk tê ku derbarê rojnamegeran de hatiye amadekirin, Miduriyeta Şaxa Îstîxbaratê îdea dike ku rojname û ajansên rojnameger lê dixebitin “Li dijî dewletê weşanên naveroka wan provakatîf” dikin. Têkildarî rojname û ajansan di îdeanameyê de îdeaya “(…) li dijî dewlet û saziyên wê nûçe hatine çêkirin, di çarçoveya perspektîfa komîteya çapemeniyê de bi awayekî asayî spor, magazînî û bûyerên xwezayê hwd. nakin nûçe” cih digire û dîmen û wêneyên di serdegirtinên malan de dest danîne ser sûc tên hesibandin.
 
XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ
 
Di îdeanameyê de hevdîtinên ku rojnameger Adnan Bîlen bi çavkaniyên xwe re kirine, hin parvekirinên Nazan Sala yên di salên 2015-2016’an de li ser hesabê xwe yê medya civakî yên weke cenazeyên li sînor tên rawestandin, pevçûnên li Bakûrrojhilatê Sûriyê yên bi DAIŞ’ê re qewimîne û rexnekirina AKP’ê ji “endamtî û propagandaya rêxistinê” re hincet tê nîşandan. Dîsa nîşeyên rojnameger Şehrîban Abî yên derbarê operasyona “Tevgera pençebaz” a TSK’ê, Kovara Jîneolojiyê û qertê çapemeniyê yê ajansa ku lê dixebite jî sûc hatine hesibandin. Derbarê rojnameger Cemîl Ûgûr de jî hin pirtûkên kurdî yên di serdegirtina malê de dest danîne ser, hevdîtina bi birayê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune ne, Mahîr Aktaş re jî kirine hinceta sûcdariyê. Nûnerên rêxistinên çapemeniyê, ji bo danişîna dozê ya rayagiştî jî ji nêz ve dişopîne banga piştevaniyê kirin.
 
MKGP: EM DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNADIN
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney, diyar kir ku kesên bi rêgezên rojnamegeriyê tevdigerin bi binçavkirin û girtinan dixwazin bi qûtifînin û wiha got: “Bi van polîtîkayên ku bi salan e dimeşînin tu encam negirtin. Em ji bedel dayînê natirsin û dest ji rastiyan bernadin. Weke li her derê di vê dozê de jî di kesayeta du hevalên me yên jin, rojnamegeriya jin a kurd tê darizandin. Destkeftî û têkoşîna jinan a di qada çapemeniyê de tê dayîn hedef tê girtin. Em îro çawa ji bo destkeftiya xwe Peymana Stenbolê li qadan e, em ê dest ji destkeftiyên xwe yên di qada çapemeniyê de jî bernedin. Em bang dikin ku di serî de jin, hemû beşên demokratîk li rex me bisekinin û têkoşîna hevpar mezin bikin.”
 
DFG: ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN
 
Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan jî destnîşan kir ku girtina rojnamegeran a ji ber nûçeyekê “rûreşiya rojnamegeriyê ye” û wiha got: “Rojnamegerî û nûçe çêkirin ne sûc e. Dema mirov li îdeanameyê dinêre careke din derdikeve holê ku rojnamegerî tê darizandin û weke sûc tê hesibandin. Rojnamegerî mafê gel yê nûçe bidestxistinê pêkanîne. Hevalên me jî ev yek pêk aniye. Bila di 2’yê Nîsanê de rêxistinên rojnamegeran û rojnameger hevalên me tenê nehêlin. Bila herkes piştevaniyê bike ku careke din rojnameger ji ber xebaten xwe neyên darizandin.”
 
TGS: EM HEMPÎŞEYÊN XWE BIPARÊZIN
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, anî ziman ku di îdeanameya derbarê rojnamegeran de ji bilî nûçegihaniyê tiştekî din nîne û wiha axivî: “Di îdeanameyê de weke henekên xwe bikin dibêjin ‘di hemû nûçeyên çêdikin de bûyerên civakî hene, qet nûçeyên magazînî çênakin’. Bi îdeanameyeke hundirê wê vala hevalên me 6 meh in girtî ne. Hêvî dikim di vê danişînê de azad bibin ku hiqûq û demokrasiya Tirkiyeyê ji vê reziliyê xelas bibe.” Dûrmûş, da zanîn ku wê di 2’yê nîsanê de ji bo danişînê li bajêr bin û banga piştevaniyê li hemû rêxistinên pîşeyî kir. 
 
DÎSK: ROJNAMEGER BERJEWENDIYÊN GEL DIPARÊZE
 
Endamê Lijneya Birêvebirin ê Basin Îş’a Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Alî Ergîn Demîrhan jî diyar kir ku tiştên bi serê Servet Tûrgût û Osman Şiban hat bi saya rojnamegeran hîn bûn û wiha got: “Esas sûcê rojnamegeran jî eve. Heqîqeta ku xwestin veşartî bimîne ji me re ragihandin. Ji ber wê yekê jî tişta ku weke sûc tê nîşandan rojnamegerî ye. Em jî dibêjin “rojnamegerî ne sûc e” û dixwazin hevalên me demildest bên berdan. Rojnameger ew kese ku li dijî dewletê berjewendiyên gel diparêze. Rojnameger propagandaya dewletê nakin. Karê rojnamegeran ewe ku rastiya derxînin holê û ragihînin. Em dibînin ku hevalên me jî ev yek bi layiqî kiriye. Dewlet ji bo nûçeyên wisa asteng bike hewldaneke wê ya taybet heye. Carna çeke dixîne serê wî carna jî diavêje girtîgehê.”
 
JI SAZIYÊN NAVNETEWÎ RE BANG
 
Demîrhan, xwest ku rêxistinên rojnamegeran ên netewî û navnetewî bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de bin û wiha axivî: “Pêwistiya me bi tenê nehiştinê heye. Wekî din jî rojnamegerî nayê kirin. Tişta ku xwedî lê were derketin di kesayeta 4 hevalên me de rojnamegerî bi xwe ye.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

30/03/2021
16:11 Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di operasyona Kampa Holê de 53 DAIŞ’î hatin girtin
15:44 'Di pêvajoya KHK’an de timik li cem me bû’
15:39 Doza aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn hat taloqkirin
15:28 Di kongreya TUAY-DER’ê de rojev tecrîd bû
15:00 Fatma Altinmakas bi ‘biryara malbatê’ hatiye qetilkirin
14:23 TUHAYDER’a Wanê kongreya xwe li dar xist
14:22 Cîgirê Serokê PÎA’yê Kaya hat beraetkirin
14:10 Cezayê heta hetayê li kujerê Gullu Yilmaz hat birîn
14:05 Li zilamê ku zarok îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn
13:56 Biryara girtina eywanên sînemayê hat dirêjkirin
13:41 Emîne û Ferît Şenyaşar serbest hatin berdan
13:34 Ji AKP’ê re serbest e ji jinan re qedexe ye!
13:26 PM’a HDP’ê: Roja têkoşîna hevpar e
13:03 Li Mêrsînê û Antalyayê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
12:29 Wê 423 kesan bigirin kar lê 41 hezar kesan serî li kar da!
12:24 Parezêran ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
12:18 Ji bo rojbûna Ocalan kurtefîlmek hat amadekirin
11:37 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:01 Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin
10:55 Li Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:33 Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin